Ji doza Dusseldorfê heta îro: Helwest neguherî

Nûçeyên Dosye —

Şemî 21 Mijdar 2026 - 07:30

  • Li Ewropayê dîrokeke dirêj a sûcdarkirina rêxistinbûna siyasî ya Kurdan, saziyên wan û têkoşîna wan a azadiyê heye. Hewldana girêdana PKK’ê bi kuştina Olof Palme re yek ji qonaxên vê dîrokê bû, lê ev îdia nehat îspatkirin. Doza Dusseldorfê jî ji bo Kurdên li Almanyayê bû xaleke werçerxê.

ERKAN GULBAHÇE

Piştre, di sala 1993’yan de çalakiyên PKK’ê li Almanyayê hatin qedexekirin. Xistina PKK’ê di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de jî qonaxeke din a vê pêvajoyê bû.

Hevpeymaniya Tirkiye û Almanyayê û daxwazên Ankarayê yên li dijî muxalefeta Kurd di vê pêvajoyê de bandordar bûn. Saziyên Kurdan û çalakiyên wan ên siyasî wekî gefeke li ser ewlehiyê hatin nîşandan.

Aliyekî din ê vê dîrokê jî têkoşîna li dijî qedexe û darizandinan e. Kurdan bi çalakiyên piştgiriyê li saziyên xwe xwedî derketin û li salonên dadgehan jî bi salan têkoşîneke hiqûqî meşandin. Parêzer Berthold Fresenius yek ji wan hiqûqnasan e ku di vê têkoşînê de parastina Kurdan kirine. Têkiliyên wî bi Kurdan re di destpêka salên 1980’î de li Frankfurtê dest pê dike. Ji wê demê ve, ji doza Dusseldorfê heta îro, ew di vê têkoşîna hiqûqî de li kêleka Kurdan e.

Me bi Fresenius re li ser siyaseta Almanyayê ya li hember Kurdan, bingehên hiqûqî û siyasî yên sûcdarkirina wan û têkoşîna li dijî vê nêzîkatiyê axivî. Di vê hevpeyvînê de Fresenius ezmûna xwe ya nêzî çil salan vedibêje.

We çawa dest bi şopandina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên hiqûqî yên Kurdên li Almanyayê kir? Bûyerek an nasînek hebû ku hûn ber bi vî warî ve birin?

Di destpêka salên 1980’î de li Frankfurtê min her ku diçû bêtir Kurd nas dikirin. Wê demê min li ofîseke parêzeriyê staj dikir ku gelek muwekilên wê Kurd bûn. Hem bi saya karê xwe yê li wê ofîsê hem jî bi têkiliyên xwe yên kesane, min pirsgirêkên Kurdan ji nêz ve nas kirin.

Derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê di rojeva siyasî ya Almanyayê de jî cih digirt. Ji ber xebata xwe ya siyasî, min jixwe pêşketinên li Tirkiyeyê dişopand. Lê eleqeya min a taybet bi pirsgirêka Kurd re ji wan têkiliyên kesane yên destpêka salên 1980’î çêbû.

Di dozên we yên pêşîn de bersûcên Kurd dikaribûn bi zimanê dayikê parastina xwe bikin? Ji bo pejirandina vî mafî li dadgehên Almanyayê çi têkoşîn hat dayîn?

Destpêkê me ji bo vê yekê gelek têkoşîn da. Dadgehan digot bersûc û parêzer bi daxwaza axaftina bi Kurdî dixwazin karê dadgehê zehmetir bikin. Digotin bersûc bi Tirkî dizanin, lewma wergêrekî Tirkî bes e. Guhdarîkirina telefonan jî dikirin hincet û digotin: “Di axaftinên telefonê de jî bi Tirkî diaxivin.”

Di vê nêzîkatiyê de carinan nijadperestî jî hebû. Digotin hewce bi Kurdî nîne û ji muwekilan dixwestin ku bi Tirkî biaxivin. Pir zehmet bû ku em dadgehan razî bikin mafê bersûcan ê axaftina bi Kurdî bipejirînin û bang li wergêrên Kurdî bikin.

Bi hewldanên parastinê yên bi salan ev rewş guherî. Îro muwekîlek bixwaze bi Kurdî biaxive, dikare biaxive. Min jî her tim bi israr ji muwekilên xwe re gotiye ku vî mafê xwe bi kar bînin.

Ji dawiya salên 1980’î heta îro nêzîkatiya Almanyayê ya li hember pirsgirêka Kurd çawa guherî? Rêveberî hatin û çûn, lê kîjan helwest neguherîn?

Heta ku tê bîra min, berî girtinên sala 1988’an ên ku rê li doza PKK’ê ya Dusseldorfê vekirin, medyaya Alman Kurdan bêtir wekî mexdûr didît. Li hember Kurdan hesteke piştgiriyê hebû, li Tirkiyeyê jî bi çavekî rexneyî dihat nêrîn. Kurd wekî gel rasterast bi terorîzmê ve nedihatin girêdan. Li gorî min, doza Dusseldorfê ev dîtin gelek guherand.

Nêzîkatiya hiqûqî jî bi demê re guherî. Di doza Dusseldorfê de bersûc bi kuştinê û endamtiya rêxistinê dihatin sûcdarkirin. Li gorî îdiayê, ev rêxistin li hundirê Almanyayê hatibû avakirin.

Piştî daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên dawiya salên 1990’î, demekê bersûc bi endamtiya rêxistina sûc hatin darizandin, ne bi endamtiya rêxistinê. Lê bingehên van dozan her ku diçû qels dibûn. Destpêkê bersûc bi zorê berhevkirina bexşan û lidarxistina xwepêşandanên ku tundûtûjî tê de çêdibû, dihatin sûcdarkirin. Bi demê re bûyerên bi vî rengî jî neman. Di dest de bi piranî tenê binpêkirinên Qanûna Komeleyan mabûn, wekî nîşandana sembolên qedexe.

Em nikarin helwesta rayedarên Alman ji têkiliyên Tirkiye û Almanyayê cuda binirxînin.

Dozên cezayî û tedbîrên li dijî komeleyan çawa bandorê li mafên rûniştin û penaberiyê yên Kurdên li Almanyayê dikin?

Ev mijar ji hev cuda nînin. Lêpirsînên cezayî, tedbîrên li gorî Qanûna Komeleyan û biryarên derbarê rûniştin û penaberiyê de rasterast bandorê li hev dikin.

Kurdek bi hinceta têkiliya bi PKK’ê re were mehkûmkirin, cezayê wî çiqas sivik be jî, dikare ji aliyê hiqûqa biyaniyan ve rastî encamên pir giran bê. Ferq nake ku ew li gorî xala 129b’yê hatiye mehkûmkirin an ji ber nîşandana alayekê, sembolekê yan wêneyê Ocalan.

Kesên ku wekî penaber hatine naskirin dikarin rastî pêvajoya betalkirina statûya xwe bên. Ji bo yên ku bi destûra rûniştinê li Almanyayê dijîn jî dikare biryara derxistina ji welêt were dayîn. Rayedar vê têkiliya di navbera hiqûqa cezayî û hiqûqa rûniştinê de gelek bi kar tînin.

Heta kesek bi rêkûpêk here komeleyeke qanûnî û beşdarî çalakiyên wê bibe, ev yek dikare li dijî wî were bikaranîn. Hemwelatîbûnê nedinê, destûra rûniştina bêdem nedinê an jî bi derxistina ji welêt re rûbirû bimîne.

Doza Dusseldorfê çawa hat meşandin? Ji wê demê çi di bîra we de maye? Çi hem di jiyana we de hem jî di karê we yê parêzeriyê de şop hişt?

Wê demê ez parêzerekî ciwan bûm. Dozeke pir mezin bû û di raya giştî de gelek deng veda. Ali Çetiner di berdêla kêmkirina cezayê xwe de şahidî dikir. Heta ku tê bîra min, li Almanyayê ev cara yekem bû ku di dozekê de şahidekî bi vî rengî dihat bikaranîn.

Muwekilên me yên girtî li kêleka parêzerên xwe rûnediniştin. Dîwarekî camî di navbera me û wan de hebû. Her bersûcekî du parêzer hebûn: yek bi xwe hilbijartibû, yê din dadgehê tayîn kiribû. Parêzerên ku dadgehê tayîn kiribûn, ne bi muwekilan re têkilî datanîn ne jî bi me re. Me ew wekî beşek ji parastinê nedidîtin. Bêtir li kêleka dozgeriyê bûn. Vê rewşê karê me jî zehmettir dikir.

Ji aliyê hiqûqî ve yek ji mijarên girîng sûcdarkirina Ali Haydar Kaytan û muwekilê min bi kuştinê bû. Sûcdarkirin bi darizandineke navxweyî ya rêxistinê ve girêdayî bû ku digotin li kampeke li Lubnanê hatibû kirin. Me demeke dirêj nîqaş kir ka dadgehên Almanyayê dikarin vê bûyerê bikin mijara darizandinê an na. Hê rastiya îdiayan nedihat lêkolînkirin. Berî wê diviya were diyarkirin ka dadgehên Almanyayê ji aliyê hiqûqî ve desthilata darizandina vê bûyerê hene an na.

Ali Haydar Kaytan û Huseyin Çelebi bi taybetî di bîra min de mane. Min Kaytan wekî mirovekî pir jîr û xakisar nas kir. Min gelek qîmet dida wî.

Huseyin Çelebi li Almanyayê mezin bûbû. Çepa Alman, dewlet û hawîrdora siyasî ya vir nas dikir. Li gorî min, wî pir baş fêm dikir ka li derdora dozê çi diqewime. Mirovekî ji dil, dilvekirî û dostane bû.

Îdiaya ku PKK di kuştina Olof Palme de cih girtiye nehat îspatkirin. Ev îdia û doza Dusseldorfê çawa bûn sedem ku li Ewropayê li Kurdan wekî gefeke li ser ewlehiyê were nêrîn?

Li Swêdê, di salên 1984 û 1986’an de, li Uppsala û Stockholmê du kes hatin kuştin. Piştî van kuştinan, saziyên ewlehiyê ji zû ve bi çavekî neyînî li PKK’ê nêrîn.

Di heman demê de, li hin Kurdan ku piraniya wan li Malmoyê dijiyan, qedexe hat danîn: Nedikaribûn ji sînorên şaredariya ku lê dijiyan derkevin. Saziya îstixbaratê îdia dikir ku ew di nava avahiyên PKK’ê de cih digirin. Lê ne li dijî wan dozên cezayî dihatin vekirin, ne delîlên şênber dihatin nîşandan û ne jî parêzer dikaribûn dosyeyan bibînin. Her carê nihênîtî û ewlehiya dewletê dikirin hincet.

Mirovan heta nizanibû bi çi tên sûcdarkirin; wê xwe li hember çi biparastana? Li gorî min, ev mînakeke hiqûqa cezayî ya dijmin bû. Li Swêdê jî gelek rexne li vê pratîkê hatin kirin, lê ew bi salan berdewam kir û tenê piştî wê hat rakirin.

Hans Holmér, ku di destpêkê de lêpirsîna kuştina Palme dimeşand, ji roja pêşîn ve li ser îdiaya têkiliya PKK’ê sekinî. Paşê ji erkê xwe hat dûrxistin. Li Swêdê rexneyên giran lê hatin kirin. Digotin wî bi şopandina tenê vê îhtîmalê asteng li ber eşkerekirina kuştinê derxistine.

Doza Dusseldorfê jî di raya giştî de damxeyeke giran li Kurdan xist. Di wê hawîrdorê de serdegirtinên li komeleyan, qedexe û dozên cezayî zêde bûn. Hem berî sala 1993’an hem jî piştî wê gelek caran serdegirtin û lêgerîn li komeleyan hatin kirin, gelek komele jî hatin qedexekirin. Li gorî min, ev pêvajo berî sala 1993’an zemîna siyasî û hiqûqî ya qedexeyê amade kiribû.

Di sala 1993’an de çi bû sedem ku PKK li Almanyayê were qedexekirin? Ji wê demê ve gelek tişt guherîne, lê qedexe hê jî li dar e. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ne rast e ku em bibêjin PKK ji ber girtina otobanan hat qedexekirin. Li gorî min, ji demeke dirêj ve amadekariya vê qedexeyê dihat kirin. Tirkiyeyê jî bi israr dixwest ku PKK were qedexekirin. Van çalakiyan karê rayedaran hêsan kir. Bêyî wan jî, bi îhtîmaleke mezin, dê qedexe bihata ferzkirin. Ji ber ku jixwe dixwestin PKK’ê qedexe bikin û li gorî vê yekê amadekarî dikirin.

Di destpêka salên 1990’î de şerê artêşa Tirk li herêmên Kurdan gelek dijwar bûbû. Valakirin û wêrankirina bi hezaran gundan bi piranî di wê demê de pêk hat. Tirkiyeyê ji hevpeymanên xwe yên li Ewropayê jî dixwest ku li dijî muxalifên Kurd tevbigerin.

Çi ferq di navbera qedexeya çalakiyên PKK’ê ya li Almanyayê û lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de heye? Ev her du çawa bandorê li jiyana Kurdan dikin?

Li vir rayedar pişta xwe bi du bingehên cuda ve girê didin: qedexeya çalakiyan a sala 1993’an û lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê.

Lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê piştî 11’ê Îlonê hat avakirin. Bi taybetî Brîtanya hewl da ku PKK bikeve vê lîsteyê. Ez difikirim ku Tirkiyeyê jî gelek hewl da, lê nikarim vê yekê bi delîlên şênber îspat bikim. Wê demê dewletên cuda hin rêxistin di nav welatên xwe de wekî pirsgirêk didîtin û zext dikirin ku navên wan jî li lîsteyê bên zêdekirin.

Bandora vê lîsteyê li Almanyayê pir mezin e. Dema li ser penaberî, destûra rûniştinê an derxistina ji welêt biryar didin, pir caran mijarê bi hûrgilî nanirxînin. Tenê dibêjin: “Ev rêxistin di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye.”Vê yekê bes dibînin û êdî lê nanêrin ka şert û mercên siyasî guherîne an na.

Li dijî xistina PKK’ê di lîsteya terorê de li Dadgeha Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê doz hatin vekirin. Hin ji van dozan bi encamên erênî bi dawî bûn. Lê biryarên dadgehê tenê biryarên lîsteyê yên ji bo demên diyarkirî digirtin; PKK ji lîsteya terorê nehat derxistin. Ji bo ku ev nêzîkatî li Almanyayê biguhere, derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê pir girîng e.

Me doza li Dadgeha Îdarî ya Federal winda kir. Dadgehê nîşan neda ka kîjan pirtûk an çalakiya weşanxaneyê sûc e. Weşanxane wekî beşek ji PKK’ê dît, hema bêje wekî beşa wê ya çandê.

Di dozên 129b’yê de kes bi kîjan sûcên şênber tên sûcdarkirin? Erkên wan ên di rêxistinê de û çalakiyên wan ên qanûnî çawa dibin hinceta van sûcdarkirinan?

Ji dawiya salên 1980’î ve min parastina gelek kesan kiriye ku bi endamtiya PKK’ê hatine sûcdarkirin. Pir caran ez zorê dikşînim ku ji muwekilên xwe re rave bikim çima wan bi terorîzmê sûcdar dikin.

Dibêjin: “Min sûc nekiriye. Komeleya me qanûnî ye. Me xwepêşandan ragihand, destûr girt. Ez bi polîs re axivîm, me amadekarî bi hev re kirin. Xwepêşandan bi aşitî derbas bû, tu bûyer çênebû. Di dawiyê de ji aliyên polîsen ve spasdarî jî ji min re hat kirin. Ez bi navê xwe tevdigerim, hejmara telefona min diyar e, her tiştê ez dikim eşkere ye. Wisa be, çima min terorîst dibînin?”

Lê di dozên 129b’yê de çalakiyên kesekî li Almanyayê qanûnî bin jî, ev yek bi serê xwe wî naparêze. Bi polîs re têkiliyên wî baş bin an ji bo ku xwepêşandan bê pirsgirêk derbas bibe hewl bide jî, encam naguherê.

Dozgerî dibêje ev çalakî bi navê PKK’ê û di nava avahiya wê de tên meşandin. Her wiha îdia dike ku PKK li Tirkiyeyê çalakiyên kuştinê pêk tîne. Bi vê hincetê kes bi endamtiya rêxistineke biyanî tê sûcdarkirin. Li gorî dozgeriyê, armanca wê rêxistinê kirina van çalakiyan e.

Em dikarin pratîkên Almayayê li dijî Kurdan bi têgeha “hiqûqa cezayî ya dijminî” rave bikin?

Di “hiqûqa cezayî ya dijminî” de dibêjin kesekî xwe xistiye derveyî pergala hiqûqê. Vê yekê dikin hincet û wî ji parastina hiqûqê bêpar dihêlin.

Ez ji bo vê rewşê gotina “sûc hesibandina kiryarên qanûnî” guncawtir dibînim. Mirov mafê xwe heye ku nêrînên xwe yên siyasî bîne ziman û rêxistin bibe. Lê tomabarkirina terorîzmê li van çalakiyan dixin û bi vê hincetê kesan dişopînin.

Dema garantiyên hiqûqî yên asayî nayên naskirin an nayên sepandin, ev pratîk taybetiyên hiqûqa cezayî ya dijmin jî digirin.

Ji bo şopandina rêxistinên derveyî Yekîtiya Ewropayê li gorî xala 129b’yê, destûra Wezareta Dadê ya Federal pêwîst e. Hûn vê şertê çawa dinirxînin? Ev çi bandorê dide rayedarên siyasî li ser dadweriyê?

Taybetiyeke girîng a 129b’yê ev e: Bê destûra Wezareta Dadê ya Federal şopandina cezayî nayê meşandin. Di pratîkê de Wezareta Dadê vê yekê bi Wezareta Derve û Daîreya Serokwezîriyê re dike. Ji bo kesên ku wekî kadroyên rêxistinê nayên dîtin, divê ji bo her yekî destûreke cuda were dayîn.

Wate, dezgeheke siyasî biryar dide ka kesek dê ji aliyê cezayî ve were şopandin an na. Di hiqûqa cezayî de ev rewşeke pir îstîsnaî ye. Siyaseta derve dikare di dayîna vê biryarê de diyarker be.

PKK biryara xwefesihkirinê girtiye, lê helwesta rayedaran neguheriye. Ez vê yekê jî tercîheke siyasî dibînim.

Ez ne bawer im ku Wezareta Dadê ya Federal, Wezareta Derve û Daîreya Serokwezîriyê dê bi serê xwe vê siyasetê biguherînin. Ger rêveberiya Tirkiyeyê ji rayedarên Alman re bibêje: "Ji bo me ev mijar qediya ye. Hûn van kesan hê jî wekî terorîst bişopînin an na, êdî ji bo me ne girîng e", ez difikirim ku dê li Almanyayê jî biryara siyasî biguhere û dozên 129b’yê bi dawî bibin. Li gorî min, di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê diyarker e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.