Dayikek, berxwedanek û çîrokek azadiyê

Sêşem 30 Îlon 2025 - 17:30

  • Çîrokeke jiyanê ku li kolanên bêdeng ên Qamîşloyê dest pê kir, di nav salan de veguherî yek ji sembolên têkoşîna azadiyê. 

Nafya Esed ne tenê dayikek e; ew di heman demê de jinek e ku barê zehmetiyan hilgirtiye ser milên xwe, zarokên xwe bi fikra berxwedanê mezin kiriye û jiyana xwe ji bo azadiyê terxan kiriye. Çîroka wê, ku ji salên 1980’an heta îro dirêj dibe, eşkere dike ka jin û gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa di rêya azadiyê de bingehek berxwedanê çandine.

Beriya ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş lidar bikeve, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyek mezin kar û xebat li ser axa xwe bi awayekî veşartî dimeşandin. Piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir, şoreş bi berxwedana bêhempa ya jinên şoreşger gihîşt lûtkeyê. Nafiya Esed yek ji jinên ku di şoreşa bi salên dirêj berdewam kir de kar û xebatên ji bo azadiyê bi awayek ji hikûmeta Şamê veşartî meşandin, e.

Nafya Esed kar û xebatên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê kirine anî ziman.

Di sala 1984’an de tevgera azadiyê nas kir

Nafya Esed gava ku behsa nasîna xwe ya tevgera azadiyê kir, da zanîn ku destpêkê nizanibûye ka Apocî kî ne û wiha got: “Di sala 1984’an de cîranên me ji Bakur hatibûn Rojavayê Kurdistanê, hevjîna cîranê me behsa hevalên Apocî ji min û hevjînê min re kir. Dilsoziyek me bi wan re çêbû. Di demeke kurt de heval hatin mala me, li wir me gelek nîqaşan li ser hevalan kir. Hevjînê min pir ji tevgera azadiyê hez kir. Ji ber ku tevgera azadiyê xelasiya gelê bindest bû, di wê demê de me kar û xebatên ji bo avakirina civakek demokratîk bi awayekî veşartî ji ber rejîma Baasê meşandin.”

‘Meşa yekem di 1’ê Gulanê de li Qamişloyê hat lidarxistin’

Nafya Esed da zanîn ku 10 salan zêdetir karê cebhewî meşandine û wiha berdewam kir: “Piştî ku me dest bi kar û xebatê kir me ziyaretên malan ên li Taxa Xerbî dikirin. Li malan me tevger û heval bi wan didan nasîn. Li bajarê Qamişloyê yekem car di 1’ê Gulanê de me meş hat lidarxistin. Di wir de me berxwedaniyek pir mezin raber kir. Ji aliyê malbata min û hevjînê min ve jî gelek zehmetî hatin kişandin. Digotin ev kî ne hûn bi wan re kar dikin ji bo wan hûn ê ji aliyê rejîmê ve werin girtin, lê tevî van gotinan û zehmetiyan em teslîm nebûn û me karê xwe berdewam kir. Hê jî em karê xwe yê ziyareta malan berdewam dikin. Di karê cebhewî de jî 10 salan xebitîm. Piştre mala me hat naskirin di nava gel de, rejîmê berê xwe da me. Em ji taxa Xerbî derketin û li taxa Kornîş bi cih bûn. Di wê taxê de jî me xebat meşandin.”

‘Me zarokên xwe li ser fikrên şoreşgerî mezin kir’

Nafya Esed da zanîn ku di karê cebhewî de gelek kes tevlî wan bûne, xebatên mezin meşandine û wiha domand: “Di karê me yê cebhewî de gelek kes tevlî me bûn û bi me re mil bi mil karê cebhewî meşandin û xebatên pir serkeftî katin kirin. Di destpêka salên 90’î de gotin wê komek mirov herin cem Rêber Apo. Min jî xwe amade kir, ji bo Rêber Apo bibînim. Hefteyek piştî wê em çûn ba Rêber Apo û me ew dît, hefteyek perwerde dît. Min ji Rêber Apo re got em dikarin herin ser çiyayên azad, ji me re got zarokên wê hene? Min got erê. Bersiva min da û got zarokên xwe li ser fikrên şoreşgerî mezin bikin. Ew bi xwe xebateke pîroz e û karê rêxistinkirina jinan bikin. Ji dema ku Rêber Apo ji min re wisa got heta niha ez kar û xebatên rêxistinkirina jinan dikim û zarokên xwe li ser fikrên şoreşgerî mezin dikim. Piştre me kar û xebatên xwe berdewam kir heta ku Şoreşa Rojava dest pê kir.”

‘Ez ê heta azadiya Rêber Apo têbikoşim’

Nafya Esed diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava destpê kiriye, kar û xebatan di Mala Jin Komîteya Lihevhatinê de kirine û wiha bi dawî kir: “Piştî ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hat lidarxistin, 9 salan min kar û xebat di Mala Jin Komîteya Lihevhatinê de meşandin. Ez tu car ji rêxistinê dûr nakevim. Wek dayîkek şehîdan dibêjim heta dawiyê ez ê têbikoşim heta em Rêberê xwe azad bikin. Ez jî her dem dibêjim em ê tevlî QSD’ê bibin parastina ax û welatê xwe bikin, welatê xwe ji dagirkeran nehêlin.” ZEYNEB ÎSA/JÎNHA/QAMIŞLO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.