Riza Altûn xwedî dîsîplînek xurt bû
Pêncşem 25 Îlon 2025 - 16:45
- Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku ew di şexsê şehîd Riza Altûn de ew deyndarê bîranîn, desketî û fêrkirinên pêşengan e û got:"Hevrê Riza, kadroyek pêşeng ê salan bû û xwedî tecrûbeyek mezin a rêveberî bû. Di jiyana xwe de xwedî dîsîplînek xurt a xebatê bû, di aliyê leşkerî de jî wisa bû."
Riza Altûn 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû. Hevala wî ya têkoşînê endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat ku li qada Kurdistan û Ewropayê bi Riza Altûn re xebitî, wiha got, “Di şexsê Riza Altûn de kedeke mezin a hevrêyên ku şoreş, têkoşîn, Rêbertî û hevrêtî nîşanî me dane li ser me heye. Em deyndarê bîranîn, destketî û fêrkirinên wan in.”
Evîndar Ararat diyar kir ku ew ê di şexsê Riza Altûn de xeyal û armancên hemû şehîdan teqez bi serketinê temam bikin.
Nirxandina Evîndar Ararat bi vî rengî ye:
"Destpêkê min sala 1995’an di Kongreya 5’an a PKK’ê de Hevalê Riza nas kir. Cihê kongreyê bû. Lewma li cihekî qelebalix wisa em zêde neketin nava diyalogê. Lê naskirina min a ewilî, ew dem e.
Yanî ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê, weke hevalek ji rêveberiya PKK’ê nirxandinên wî yên di kongreyê de, asta wî ya nirxandina pêvajoyan, asta rexne û rexnedayînê bala min kişandibû. Di salên piştre de di du demên cuda de em di heman rêveberiyê de bi hev re xebitîn. Ez dikarim bêjim pêvajoyên ku min Heval Riza nas kirî, ew pêvajo ne.
Di navbera salên 2002-2005’an de li Ewropayê me bi hev re di xebata heman rêveberiyê de cih girt. Ew pêvajo salên zehmet bûn. Di pêvajoya ku piştî esareta Rêbertî tasfiyegerî, tasfiyegeriya hundir di şexsê Ferhat û Botan de qewimî, divê hîn zêdetir sekna rêxistinî, dilsoziya bi Rêbertî û kesayeta xwe milîtan xwe xistiba pratîkê, di pêvajoyeke wiha de me di heman rêveberiyê de cih girt. Xebatên qada siyasî û civakî bû. Pêvajoyeke krîtîk bû.
Di wê demê de helwesta Heval Riza ya di pêvajoya koma xayîn de, hewldana wî ya ji bo rêxistina Ewropayê û ji bo ruhê yekîtiyê, girîng bû. Li wir gelek nîqaşên me çêbûn. Li dijî tasfiyegeriyê divê sekneke çawa hebe, em çawa dikarin vala derxin? Wan bi taybetî li ser Ewropayê gelek hesab dikirin. Hesabên hinek ji wan têkildarî pratîkên berê û têkîliyên hevaltiyê, bi Heval Riza re hebûn. Lê belê Heval Riza bi taybetî ji bo wan bikişîne rêxistinê û beriya biçe xiyanetê bixe pozîsyoneke wisa ku bi rêxistinê re tevbigere, gelek hewl da. Lê belê êdî dema ji rêxistinê qut bûn û çûn xiyanetê, helwesta wî jî zelal bû.
Piştre li çiyê, li qada gerîla jî nêzî 2-3 salan bi Heval Riza re me di heman rêveberiyê de cih girt. Heval Riza di qadên xebatên cuda de jî cih girt. Yanî hem di asta leşkerî, hem asta siyasî, dîplomatîk, hem jî asta rêxistinî de.
Li Ewropayê ji bo eleqeya bi gel re, bi taybetî eleqeya bi welatparêzên di rêveberiyê de, ji bo perwerdekirin, nîqaş û çareserkirina pirsgirêkên gel xwedî hewldaneke pir girîng bû, hêza wî ya perspektîfê pir bû. Li çiyê jî em dikarin bêjin ku ji bo perwerdeya hevalan, eleqe, pêvajoya nîqaşan û di rêveberiyê de avakirina mejiyekî hevpar, xwedî hewldaneke pir girîng bû. Helbet hevalekî ji kadroyên damezrîner ê rêxistinê bû. Mesele timî ji me re wiha digot, min zanîngeh nexwend, salên pir dirêj min nexwend lê min li Zanîngeha PKK’ê xwe pêş xist. Bi rastî jî pir dixwend. Gelek caran pirtûkên ku dixwend, mînak nîşanî me dida, ‘van jî bixwînin, çarçoveya wê ev e, van xalan dinirxîne, divê hûn xwe zane bikin’. Hem ji bo parvekirina tiştên ku dixwend hem jî ji bo gelek hevalên xwe teşwîqî xwendinê bike, xwe mînak nîşan dida û lêhêrbûnên xwe parve dikir.
Di şêwaza rêveberiyê de jî dema şaşî didît, hesab dipirsî. Weke nimûne, li hemberî têgihiştinên şaş û li dijî pratîkên neyînî tawîz nedida. Her wiha li hemberî pratîkên lewaz ên serketinê nayînin astek wî ya têkoşînê ya xurt hebû.
Hevrê Riza, kadroyek pêşeng ê salan bû û xwedî tecrûbeyek mezin a rêveberî bû. Mirovekî wisa bû ku di kesayetiya xwe de hêzên mamostetî, fermandarî û rêveberiyê dihewand. Di jiyana xwe de xwedî dîsîplînek xurt a xebatê bû, di aliyê leşkerî de jî wisa bû. Xwedî enerjiyek mezin bû, bi plan tevdigerî û rêxistinkirî bû. Min qet nedît ku hevrê Riza bi awayekî bêplan, belav û bêpêşbînî xebitiye. Şewazek wî ya rêveberî û xebatê hebû ku pir bidisîplîn bû, baş plan dikir û pêşiya xwe didît.
Ez hemû şehîdên şoreşê, di şexsê hevrê Riza de, bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînim. Ez diyar dikim ku em ê têkoşînek bi biryardartir bidin da ku xewn û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN