Menzione: Divê mafê hêviyê bi cih bê

Pêncşem 25 Îlon 2025 - 16:30

  • Parêzer Ezio Menzione biryara Komîteya Wezîran a têkildarî “mafê hêviyê” rexne kir û got: “Divê Tirkiye xwe li benda vê biryarê negire û ‘mafê hêviyê’ cîbicî bike. Ocalan, perspektîfeke nû pêş dixe. Ya diyarker dê helwesta dewletê be.”

Parêzerê Îtalî Ezio Menzione biryara “mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bûyerên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nirxand. Menzione, asta heyî ya pêvajoyê weke demeke derbasbûnê û gelekî hesas pênase kir û got: “Dema derbasbûnê tê wê wateyê ku rewşa heyî ber bi rewşeke nû û cuda ve diçin. Ji rewşa heyî re mirov dikare 'Qonaxeke demokratîk' bibêje, bi wê nizanim. Ez bi xwe vê nabêjim. Lê belê hêvîdar im em ber bi wê pêvajoyê ve diçin ku birêz Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re weke 'Pêvajoyeke demokratîk' pênase kiribû. Yanî pêvajoyeke ku qanûnên demokratîk ên nû bikevin dewrê. Lewma mirov rewşa heyî dikare weke pêvajoyeke di nava hevsengiya nû û kevn de pênase bikin.” Em nizanin bê paşerojê wê çi bibe. Nuqteyên ku Birêz Ocalan destnîşan kir wê bi cih bêne anîn an na? Ya ku pêvajoyê diyar bike wê bicihanîna van be."

Menzione destnîşan kir ku piştî şeş salan hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re bûyereke girîng e û got: “Destûrdayina ji bo vê hevdîtinê girîng e, lê belê çareserî nîne. Heman tişt ji bo mehkûmên din ên li Îmrailyê jî derbas dibe. Rewşeke girîng e ku karibin sûdê ji mafên xwe yên parêzeran werbigirin. Bêguman pêkhatina vê hevdîtinê ne yekane daxwaza min e. Ez dixwazim birêz Ocalan di dema herî kurt de bê berdan. Paradoksek jî be Bahçelî bi xwe xwest, Ocalan yekser li parlamentoyê biaxive. Ev daxwaz vegotina azadiya birêz Ocalan e. Di vir de bi Bahçelî re xwedî heman fikrî me. Lê belê bi îxtîmaleke mezin azadiya birêz Ocalan hîn di rojevê de nîne.”

Menzione biryara “mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û anî ziman ku divê Tirkiye mafê hêviyê nas bike. Menzione, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi dîtina min demeke zêde ye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê saleke din li bendê bisekine. Ji xwe sê yan jî çar sal in meyla Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê aşkera ye. Her welat divê mafê hêviyê nas bike. Meseleya esasî ev e. Gelek welat li gorî vî fikrê Konseya Ewropayê tevdigere. Tirkiye hîn li gorî wê tevnagere. Lê belê ya girîng ew e ku ev mesele li ser maseyê ye."

Di berdewama axaftina xwe de parêzer Menzione bi lêv kir ku bêyî pêwîstî bi biryarekê hebe divê Tirkiye demokratîk bibe, van meseleyan çareser bike û wiha pê de çû: “Heta derdorên muxalîf girtî bin, demokrasî jî ava nabe. Niha bi hezaran mehkûm hene, yanî mehkûmên siyasî hîn girtî ne. Tenê ji ber ku fikrê xwe û nêrînên xwe yên siyasî anîn ziman mirov girtî ne. Mînak Girtîgeha Sîlîvriyê. Ji bo avakirina demokrasiyê divê ev mirov bêne berdan. Li Xezeyê jî dîlgirtî hatin berdan. Wê demê çima bi hezaran mehkûmên siyasî neyên berdan? Meseleya esasî ev e. Ji ber ku heta muxalîf, yanî dijberên hikûmetê girtî bin, demokrasî nikare bê avakirin. Gava destpêkê ya divê bê avêtin berdana muxalîfan e.”

Bi domdarî Menzione daxuyand ku li pêşberî gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo serkeftina pêvajoyê avêtiye divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û got ku gava destpêkê ya vê yekê jî divê azadiya Abdullah Ocalan be.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.