Operasonên leşkerî didomin
Çarşem 1 Cotmeh 2025 - 16:30
- Artêşa Tirk li gel ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî dîsa li gelek herêman operasyonên leşkerî didomîne. Parlementer Zekî Îrmez derbarê operasyonên leşkerî de diyar kir ku ev operasyon dê zirarê bide pêvajoya aştiyê.
Li ser banga Serokê MHPê Dewlet Bahçelî û bersivdayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Heya roja îro gelek bûyer û geşedan di vê pêvajoyê de rû dan. Her çiqas PKK'ê di kongreya xwe ya 12'emîn de biryara xwefesixkirinê dabe jî operasyonên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê û li hin deverên bakurê Kurdistanê berdewam dikin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê jî dem bi dem van operasyonên xwe di rûpelên we yên fermî de parve dike. Li gor agahiyên çavkaniyan dane artêşa Tirk herî dawî li Herêma Feraşînê jî operasyonek bejahî pêk aniye û derbarê vê operasyonê de parvekirinek an jî bi raya giştî re agahiyek nehatiye parvekirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku roja 14'ê Îlonê ji navçeya Elkê ya Şirnex hêzên artêşa Tirk çûne girewarên gundên Tangaxana û Melîxa û operasyonek li dar xistine. Derbarê encama vê operasyonê de ji ber ku çûna herêmê qedexe ye agahiyên berfireh nehatine wergirtin.
Her wiha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; di 29'ê Îlonê de li Çiyayê Bagokê tevgerek ya leşkerî pêk hatiye. Çavkaniyên ji herêmê, dan zanîn ku ev tevgera leşkerî weke operasyonekê pêk hatiye û li derdora gundê Marînê yê di nava Çiyayê Bagokê de ye heya derengiya şeve berdewam kiriye.
Di 27'ê meha îlonê de Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya di ser hesaba xwe ya X'ê parvekirinek kiriye û dibêje wan li bajarên weke Amed, Agirî, Wan, Çewlîk, Êlih, Çewlîk, Sêrt, Colemêrg û Şirnex gelek operasyonên lêgerînê pêk anîne. Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de qala herêmên operasyonê lê hatine kirin nake lê dibêje ku di van operasyonên lêgerînê de gelek cebilxane hatine bidestxistin. Her wiha Yerlîkaya di vê parvekirina xwe de pesnên artêşa tirk dide û dibêje operasyon ê berdewam bikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez derbarê operasyonên artêşa Tirk de got ku dibe di encama ji van operasyonan de provakasyonek derkeve holê û ev yek dê zirarek gelek mezin bide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Parlamenter Îrmez derbarê operasyonên pêk têde bûyera 2015'an li Serêkaniyê pêk hatibû û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha got: “Dema ev bûyer li Serêkaniyê pêk dihat cardin pêvajoyek aştiyê dihat meşandin û piştî mirina van polîsan Erdogan derket got wan pêvajo xistiye sarincê de. Ev bûyer bû sedem ku di 10 salên dawîn de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin.”
Îrmez destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe divê dewlet van operasyonan rawestîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan jî di axaftinên xwe de diyar dike ku hin alî li hember pêvajoyê ne. Em jî bang li dewletê dikin ku gavên şênber biavêjin ku ev pêvajo bigehe encamekê. Divê dewlet lez bide avêtina gavên ji bo pêvajoyê. Encax bi vî awayî em ê bikaribin vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê.”
AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ