Divê Ocalan, azad siyasetê bike

Sêşem 30 Îlon 2025 - 16:03

  • Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de da zanîn ku tecrîd di heman demê de hêviya gel a ji bo aştiyê jî îzole dike û got:"Divê Birêz Ocalan bikaribe bi azadî siyasetê bike, ango rasterast tevlî bibe."

ROZA METÎNA/AMED

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kir. Newroz Ûysal Aslan bal bir ser mafê hêviyê, komisyona hatiye avakirin, nêzîkatiya AKP'ê ya li hember pêvajoyê û got:"Divê Tirkiye erkên xwe yên navneteweyî bicîh bîne, rejîma cezayê muebetê yê girankirî betal bike û mafê hêviyê garantî bike."

Guhertinek qanûnî divê

Newroz Ûysal Aslan da zanîn ku divê banga Devlet Bahçeli bi guhertinek qanûnî, were biencamkirin û wiha got:"Daxuyaniya Devlet Bahçeli ya berî salekê, îfadeya rastiyekê bû. Rastiya gelê Kurd û Birêz Ocalan mûxatabê sereke ne. Ev rastî ji aliyê herî neteweperest ê dewletê ve jî hat gotin, vêya navnîşana çareseriyê piştrast kir. Lêbelê, negavavêtin, pirsan derdixe holê; ka gelo hikûmet bi dilsozî nêzî aştiyê dibe yan hewl dide ku pêvajoyê bi taktîkên siyasî îdare bike? Pêşniyarên qanûnî, axaftin, daxuyaniyên hatine pêşkêşkirin û her wiha plana çalakiyê ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye pêşkêşkirin, hemî nîşan didin rastî dê ji bo hesabên siyasî were paşxistin. Lêbelê, bêyî azadiya Birêz Ocalan ne aştî û ne jî hêvî heye. Divê banga Devlet Bahçeli bi gavek nivîskî û sazûmanî, bi guhertinek qanûnî, were biencamkirin."

Divê Ocalan, azad siyasetê bike

Newroz Ûysal Aslan da zanîn tecrîd di heman demê de hêviya gel a ji bo aştiyê jî îzole dike û wiha pê de çû:"Birêz Ocalan rêberek e ku ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî gelek zanîn û îradeya dîtina çareseriyan nîşan daye. Zanîn, ezmûn û kapasîteya wî ya ji bo çareseriyan niha li Îmraliyê di tecrîdeke mutleq de tê girtin. Ocalan bi xwe ev rewş bi gotina 'Tecrîd ne tenê li ser min, lê li ser îradeya civakê ya ji bo aştiyê tê ferzkirin' vegot. Lêbelê, ji bo ku ev raman bi awayekî saxlem bigihîjin civakê, divê ew bikaribe bi azadî siyasetê bike, ango rasterast tevlî bibe. Beşdarbûna Birêz Ocalan a îro di şert û mercên azad de di heman demê de tê wateya civakîbûna aştiyê. Danûstendina kontrolkirî û sînorkirî ya dewletê hilbijartinek sîstematîk e. Ev ji bo bingeha çareserî û lihevhatinê windahiyek girîng temsîl dike. Tecrîd di heman demê de hêviya gel a ji bo aştiyê jî îzole dike."

Nêzîkatiya AKP'ê ya li dij pêvajoyê

Newroz Ûysal Aslan bal bir ser nêzîkatiya AKP'ê ya têkildarî pêvajoyê û wiha dewam kir:"Her çiqas gotinên Serokkomar Erdogan ên 'Veger tune ye' ji bo zindîhiştina hêviyên civakê ji bo aştiyê hatine gotin jî, em dizanin ku di vê navberê de tu gavên cidî nehatine avêtin. Bi vê sozê re divê berpirsiyarî bi awayekî cidî bên cih. Ji ber vê yekê, bendewariya hem Kurdan û hem jî ya civaka Tirkiyeyê gavên berbiçav in. Nêzîkatiya AKP'ê ya heta niha pêvajo di çarçoveyek teng de sînordar kiriye: nêzîkatiya AKP'ê bi çekdanîn û ewlehiyê ve sînordar e, ev nêzîkatî ne daxwaza gel a ji bo azadiyê ye. Lêbelê, çareseriyek rastîn bi sazûmankirina aştiya civakî û avakirina bingehek destûrî ya demokratîk pêkan e. Gotina 'Veger tune ye' ya Serokkomar Erdogan tenê bi rakirina tecrîda li ser Ocalan û misogerkirina azadiya wî dikare piştrast bibe. Wekî din, ev gotin dê tenê wekî hewldanek ji bo manîpulekirina hêviyên civakê bimînin, tenê wê gavek ji bo birêvebirina pêvajoyek bi devkî, bimîne. Lêbelê, rastî, ciddiyet, domdarî û cesaret ji bo aştiyê girîng in. Hikûmetek ku cesareta wê tune ye û ti gavan navêje, divê hêviyên gel ên ji bo aştiyê tune neke û divê cihêkariya civakî kûrtir neke."

Nebûna mafê hêviyê îşkence ye

Newroz Ûysal Aslan di heman demê de bal bir ser mafê hêviyê û wiha dewam kir:"Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe ya derbarê Ocalan (Hejmar 2) de bi zelalî gotiye: Nebûna mafê hêviyê muameleyeke nemirovane, ango îşkence ye. Ev biryar girêdayî ye û Tirkiye jî di bin vê erkê de ye. Gaveke pêwîst a ku îro were avêtin ev e ku şertên hiqûqa navneteweyî werin bicihanîn, pergala cezayê muebetê yê girankirî were guhertin û rê li ber azadiya Birêz Ocalan were vekirin. Lêbelê, ev zêdetirî 11 salan e ku hatiye sekinandin û di reformên hiqûqî de hatiye paşguhkirin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin destkeftî û berpirsiyariya vê pêvajoyê girtiye ser xwe. Mafê hêviyê yê di hundirê komîsyonê de, hem ji aliyê çareseriya bi hiqûqê û hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd ve, rojeveke bingehîn e. Ji perspektîfa pêvajoya hiqûqî ve divê çi were kirin eşkere ye: Divê Tirkiye erkên xwe yên navneteweyî bicîh bîne, rejîma cezayê muebetê yê girankirî betal bike û mafê hêviyê garantî bike. Komîsyona ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin divê dev ji helwesteke guhdarîkirinê berde û veguhere mekanîzmayeke aştiyê ya berbiçav ku bersivê dide hêviyên civakî. Yek ji erkên wê yên sereke danîna bingeha sazûmanî ya ji bo aştiyê ye."

Sîstema îşkenceyê dewam kir

Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dewam kir û wiha bi dawî kir:"Azadiya Birêz Ocalan her tim daxwaza herî xurt, berxwedêr a têkoşînê bûye. Tevî vê yekê, sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dewam kir. Dengê îro li her aliyên Kurdistanê û li gelek bajarên Ewropayê bilind dibe ne tenê ji bo azadiya rêberekî ye, lê di heman demê de ji bo daxwaza gel a ji bo aştî û demokrasiyê ye. Birêz Ocalan nîşaneyek stratejîk a nêzîkatiya pêvajoyê, gelê Kurd û pêşerojek demokratîk a hevpar e. Ji ber ku biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di rûniştina Îlona 2025'an de hatiye rojevê, çalakî hatin lidarxistin. Bangên li ber Komîteya Ewropayê, dînamîka gavavêtina dewletê ye. Em, di parlamentoyê de û gelê me yê li kolanan, dê vê daxwazê mezintir bikin, deriyê aştî û azadiyê vekin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.