Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin
Çarşem 24 Îlon 2025 - 17:00
- Hêlin Umît diyar kir ku di qonaxa yekem a pêvoyê de Tevgerê erkên xwe bi temamî bi cih anî û got: “Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike.”
Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlin Umît der barê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê biryara binpêkirina ''mafê hêviyê'' ya têkildarî Rêber Apo û geşedanên têlildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber Tv’yê re nirxand.
Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de hezkirin û hesreta xwe ji bo Rêber Apo anî ziman û li ser mafê hêviyê ev tişt got: “Yek ji pêşketinên herî girîng e. Ji ber ku ew rewşa Rêber Apo jî eleqedar dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser Mafê Hêviyê biryareke nû girt. Wekî Tevger, em li bendê bûn û me dişopand. Em li bendê bûn bê li ser vê mijarê çi bibêjin, çi tedbîran bigirin û çi gavan bavêjin. Ez ne şaş bim, xwe dispêre ser biryara ku 11 sal berê hatiye girtin û ev 11 sal in gelê Kurd bi nîqaşa mafê hêviyê re mijûl dikin. Yanî Konseya Ewropayê bi xwe pêşengiya vê yekê dike. Divê wisa were zanîn ku qanûna mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo ye. Ew mafek e ku mirovahiyê di çarçoveya rêgezên gerdûnî û mafên mirovan de bi dest xistiye. Bi taybetî ji bo girtiyên siyasî hatiye bidestxistin.
Hêlîn Umît li ser pêvajoya Aştî û CivakamDemokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî axivî û wiha got: “Her kes vê pêvajoyê li gorî xwe fêm dike. Dijberên me vê pêvajoyê cuda pênase dikin, em cuda pênase dikin. Planeke dijberên me heye û planeke me jî heye. Planeke Rêber Apo jî heye. Di wê wateyê de, divê em daxuyaniya parêzeran rast fêm bikin. Em di kîjan pêvajoyê de ne, di kîjan qonaxê de ne? Ji bo pêvajo rast bê meşandin ev yek girîng e.
Qonaxa yekem çi bû? Ger em derbasî qonaxa duyem bûbin, em dikarin ji xwe bipirsin ka qonaxa yekem çi bû. Beriya her tiştî, Bahçelî di 1’ê Cotmehê de li Meclîsê destê endamên DEM Partiyê girt û piştre bang li Rêber Apo kir û got, ‘Were, li Meclîsê siyasetê bike, têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne û têkoşîna xwe li Meclîsê bidomîne’. Piştî vê pêvajoyê, Rêber Apo ev destê dirêjkirî li hewa nehişt. Bersiva ku da niha li Tirkiyeyê rojev e û rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê diyar dike."
Hêlîn Umît têkildarî qonaxa duyemîn jî nirxandin kir û ev tişt anî ziman: “Jê re pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê tê gotin. Ev pênaseyeke pir fireh e. Yanî pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û awayên çareserkirina van pirsgirêkan dibe ku mijara qonaxeke din bin. Lê qonaxa duyemîn a ku em niha tê de ne, pêvajoya avakirina bingeha qanûnî ya gavên ku ji hêla Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtine. Ev berpirsiyariyekê dixe ser milê dewlet û hikûmetê. Tevgera Azadiya Kurd nikare bi tena serê xwe vê yekê bike. Wê tiştên ku ket ser milê xwe bi cih anî. Banga ku jê re hate kirin û şertên wê bi cih anî. Niha, tiştê ku divê di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de were kirin du tişt hene:
Yek: Divê rola Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi awayekî rast were pênasekirin. Yanî ger rola Rêber Apo bi awayekî rast neyê pênasekirin, nêzîkatiyeke rast nîşanî Rêber Apo nedin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin, çi qas pêşketin were hîskirin an jî were dîtin jî, wê pêvajo vegere serî. Ez vê yekê wekî rêhez dibêjim, ne wekî belavkirinê. Yanî ev yek di xwezaya wê de heye. Ji ber ku Rêber Apo mîmar, hêza afirîner a vê pêvajoyê ye. Belê, rexneyên Rêberê me li ser têgihîştin, fêhmkirin û pêkanîna wê ji me hene. Em hîn jî hewl didin ku van derbas bikin, em li ser wan nîqaş dikin. Em hewl didin ku bi awayekî rast fêm bikin, bi awayekî rast bigirin dest û li ser vê bingehê erkên xwe bi cih bînin. Dibe ku pirsgirêkên bi vî rengî ji aliyê me ve jî derkevin holê. Lê pirsgirêka herî bingehîn a niha pênasekirin û têgihîştina xelet di cihê Rêber Apo ya di civaka Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê de ye.
Çawa ku me di qonaxa yekem de erkên xwe bicih anîn, divê rêya siyastê ji bo Rêber Apo bê vekirin da ku di qonaxa duyem de siyasetê bike. Ji bo vê yekê, divê çûyîna Îmraliyê ne li ser destûrdayînê be, bi gotinên ‘Vaye me şande bir’, ‘Vaye me parêzer bir’, ‘Hin rayedarên dewletê diçin, civînan li dar dixin, nîqaş dikin’ nabe. Bi vî rengî siyaset nayê kirin. Veguherîna mezin a Tirkiyeyê, guhertina wê ya mezin, hevgirtin, xwişk-biratî û demokrasiya ku pêwîstiya wê pê heye, ez navê komîsyonê dibêjim û bi vî rengî nayê pêşxistin. Bala xwe bidinê, bendewariyên ji Rêber Apo pir zêde ne. Siyaseta Tirkiyeyê jî bendewariyên pir zêde hene. Yên ku vê yekê ji ber du sedeman dikin hene. Yên bi niyeta baş û yên bi niyeta xirab dikin hene. Yên bi niyeta baş dikin bi rastî vê yekê dibînin: Yanî, pirsgirêka herî bingehîn a sedsaliya komarê pirsgirêka Kurd bû û înkarkirina mafên wê bû. Ev yek di destpêka avakirina komarê de wê anî qonaxeke şaş û îro, rastiya komareke ku êdî nikare li ber krîzê li ser piyan bimîne derketiye holê. Ew bû zemîna serhildanan û Tirkiyeyê mûxtacî derve kir. Ji ber vê yekê, dema ku komar hate avakirin, ew di destpêkê de li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirk pêş ket.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN