Bila xwîna rijiyayî bêwate nebe!

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:42

Serhat Koyuncu di 1990’î de li Rihayê tê dinê, di sê salî de malbata wî koçî Manîsayê dike. Malbat ji ber zextên dewletê koçî Manîsayê dike û 7 salan li gundekî Manîsayê dijîn. Piştî bavê wî ji girtîgehê dertê ji bo xwendina zarokan bar dikin Îzmîrê. Serhat dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Îzmîrê diqedîne. Ji bo zanîngehê diçe Aydinê lê piştre ji nû ve dikeve ezmûnê û diçe Erziromê. Wê pêvajoyê di xebatên BDP’ê de cih digire. Di 2014’an de tevli PKK’ê dibe. Di 2015’an de di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê tînin Tirkiyeyê û li Nexweşxaneya Koruyê ya Enqereyê şehîd dibe.

Dayika wî Nazli Atan diyar kir ku kurê wê hem ji bo xwe hem ji bo gelê xwe têkoşîn meşandiye û got:“Kurê min li Aydinê dixwend lê xwest  biçe Erziromê. Çû tevli xebatên ciwanan bûn. Tevli xebatên partiyê bû. Hem dixebitî hem dibistan dixwend. Serhat têkoşîn dimeşand. Xebat dimeşand. Di hilbijartinê de sê navçe girtin. Keda Serhat pir mezin bû. Serhat di 22’ê Adara 2014’an de çû.”mNazli Atan destnîşan kir ku piştî kurê wê tevli PKK’ê bûye çûye Erziromê û got:“Hevalên wî gotin Serhat li vir pir xebitiye, kedek mezin daye, têkoşîn daye. Serhat beriya biçe biryarek girtibû. Ez li dijî vê biryarê pir giriyam. Navbera min û kurê min pir xweş bû. Dema dihat malê digot ‘dil dixwaze here cengê dayê, keleşa min bîne’. Her tim ev stran digot. Li hember her kesî rêzdar bû. Bi kend, hişmendî û fikrên xwe mirovekî bedew bû.”

Em azadiya serokê xwe dixwazin

Nazli Atan anî ziman ku piştî kurê wê çûye Rojava ew jî çûne Rojava û got:“Li Serêkaniyê gele kes birîndar bibûn û sewqê Qamişloyê kiribûn. Mala apê min jî li wir bû. Kurê apê min jî li cihê birîndar dihatin dermankirinê bû. Ew li wir ditîbû. Gotibû malbat hatiye te bibîne. Wî jî gotibû bila min wisa birîndar nebînin. Roja din em tevli cenazeyê hevalekî şehîd ketibûn, bûn. Kurê apê min got Serhat birîndar e. Cîhan bi serê min de hilweşiya. Em sibehê çûn cihê dermankirinê. Ez çûm min kurê xwe dît min maçî kir. Me sohbet kir. Serhat birîndar bibû. Nikaribû rabe rûnê. Bijîşk got derfeta we hebe bibin Tirkiyeyê li vir derfet zêde tune ne. Lê birina Tirkiyeyê jî bi rîsk bû. Alternatîfek hebû. Me bir Hewlêrê. Li wir 15 rojan di nexweşxaneyê de ma. Wê demê rewşa wî baş bû. Piştre xera bû. Ji ber vê me anî Tirkiyeyê. Li wir têkoşîna jiyanê da. Piştî emeliyatê gotin baş e lê şehîd ket.” Nazli Atan balkişand ser pêvajoya aştiyê û got ev pêvajo bi têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest daye destpê kiriye û got:“Ji ber vê em aştiyê dixwazin. Kurê min û bi dehezarana kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo aştî û azadiyê têkoşîn meşandin. Xwîna rijiyaye bila wateya xwe winda neke. Zarokên me çûn. Kezeba me şewitî. Bila ya dayikên din neşewite. Bila serokatiya me azad bibe. Em azadiya serokê xwe dixwazin.”

JINNEWS/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.