Divê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:45

  • Endama Tevgera Apoyî Hêlîn Umît anî ziman ku ew komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ji bo pêvajoyê weke pîvanekê dibînin û got, komîsyonek ku Rêber Apo muxatab nebîne, pê re hevdîtinê neke nikare cidî be.

Hêlîn Umît ji Medya Haber TV re axivî û têkildarî meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd, nîqaşên rojane yên siyaseta Tirkiyeyê daxuyaniyên girîng da. Nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ye:

"Berî her tiştî, ez Rêber Apo ku Girava Îmraliyê ya ku dihate xwestin ji bo gelê Kurd bibe navendeke qirkirin û tunekirinê, di rastiya îro de veguherandiye giraveke civaka demokratîk û aştiyê, ango girava hêviyê, bi hezkirin û bêrîkirinê silav dikim.

Bi giştî li Tirkiyeyê hişmendiya dîrokê gelekî lawaz e. Ji ber ku hişmendiya dîrokê lawaz e, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî bi tu awayî bi ser nakeve. Di vê yekê de zilma îdeolojîk a serdestên li Tirkiyeyê, wê aqilê siyasî û nêzîkatiya li Tirkiyeyê gelekî diyarker e. Ji ber wê jî xwendinên dîrokê ber bi encamên rast ve nabin.

Ez vê yekê ji bo giştî Tirkiyeyê dibêjim, lê ji bo civaka Kurdistanê ne wisa ye. Rastiya 9'ê Cotmehê di nav têkoşîna civaka Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng e.

Bi rastî, têkoşîna li dijî pêşketina 9'ê Cotmehê bi Komploya Navneteweyî re û belavbûna vê li ser pêvajoyeke 27 salan, di nav civaka Kurd de hişmendiyeke gelekî girîng derxist holê. Eger em îro civaka Kurd wek diyardeyeke sosyolojîk, dîrokî û civakî binirxînin, em nikarin wê ji têkoşîna ku bi Komploya Navneteweyî re hatiye meşandin û hişmendiya ku wê derxistiye holê, qut bigirin dest. Di wî warî de ez hişmendiya ku têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî pêş xistiye, gelekî girîng dibînim.

Em xebatên komîsyonê gelekî bi baldarî dişopînin, hewl didin fêm bikin. Heta niha jî komîsyon, erê, di çarçoveya planên xwe de hevdîtinên xwe dike. Li beşên civakî yên cuda guhdarî kirin. Lê eger hûn bi bîr bînin, ev pêşniyara komîsyonê; nêzîkatiyeke CHP'ê hebû ku bila komîsyon bê avakirin yan jî ev pirsgirêk di bin sîwana meclîsê de were destgirtin. Lê di eslê xwe de li ser daxwaz û xwestina Rêber Apo ket rojevê.

Armancek komîsyonê, civakîkirina pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê bû. Lê armanca vê komîsyonê bi rastî çi bû? Çima hatin cem hev? Mînak, eger dê negihîje tu berbiçaviyekê, tu gavek neyê avêtin, tu bandora wê çênebe, rêxistineke civaka sivîl jî dikaribû van nîqaşan bimeşîne. Yanî, rêxistineke civaka sivîl dikaribû vê bigirta ser xwe. Dikaribû bi beşên civakî yên cuda re bihata cem hev û danûstandina helwestan bikira. Lê ev di bin sîwana meclîsê de ye. Bi rastî, qadeke ku nexşeya siyasî, îradeya siyasî ya li Tirkiyeyê tê de xuya dike.

Çend roj berê serokê Komîsyona Meclîsê Numan Kurtulmuş çû Amedê. Li Amedê axaftineke baş kir. Bernameya wî hebû. Got ku pirsgirêka ziman a gelê Kurd heye, dikare zimanê xwe bikar bîne, rêzê li vê digire û tiştên bi vî rengî got. Heman Numan Kurtulmuş, li Komîsyona Meclîsê dayikeke 60-70 salî ya ku bi Kurdî diaxivî, bêdeng kir. Ez çima vê yekê ji nû ve tînim rojevê? Ev girîng e: Divê gotin û kirinên siyasetmedaran li hev bigrin. Tu yê biçî cihekî bêjî; divê Kurd jî zimanê xwe bikar bînin, lê li cihekî din tu yê destûrê nedî vê, wî zimanî nas nekî, qedexe bikî, qebûl nekî. Numan Kurtulmuş ne tenê parlamenterekî AKP'ê ye; serokê Komîsyona Meclîsê ye, serokê Meclîsê bi xwe ye jî. Ev wisa nabe.

Min nivîsa Mehmet Uçum xwend. Pêvajoya derbasbûnê û pêvajoya demokratîkbûnê dike du beş. Yanî li gorî xwe mantiqek heye. Lê aliyê erênî yê kar ev e. Yanî, bi awayekî sergirtî be jî, tê qebûlkirin ku pirsgirêkeke giran a demokrasiyê ya Tirkiyeyê heye. Hem helwesta me ya îdeolojîk hem jî nêzîkatiya me ya felsefî nîşan dide ku hewcedariya herî lezgîn a gelekî, civakekê, erdnîgariyekê demokrasî ye. Yanî, tiştek ji wê girîngtir nîne. Ji nan, av, aboriyê girîngtir e. Ji ber ku tişta ku dê van hemûyan pêk bîne, demokratîkbûn e. Di civakeke demokratîk de hemû hêz dikevin dewrê û pêvajoyeke avaker dikare were jiyîn.

Belê di vê pêvajoyê de rola hêzên demokratîk û azadîxwaz pir girîng e. Lê rol çi ye? Hilberîna polîtîkaya çalak e. Yanî ger ku hêzên demokrasî û azadîxwaz karibin polîtîkaya çalak hilberînin wê gavê dikarin rola xwe bilîzin. Gelek caran axaftin û polîtîkayê wekhev digirin dest. Ez vê yekê wisa şîrove nakim. Belê axafin, heqîqetê bînin ziman aliyekî wê ne lê ne tevahiya wê ne. Bala xwe bidinê, Tevgera Apoyî li Kurdistanê bi şêweyekê geş bû û ev şêwe, şêweyê serketinê ye. Tirkiye jî di nav de heke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were pêşxistin divê li ser vê şêweyê lêkolîn were kirin. Ev şêwe çi bû? Yanî her ku bike biaxive û her ku biaxive bike. Yanî tenê neaxivin. Hinekî jî pratîk. Divê li ser pratîkê axaftin çêbibe.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.