Siyaseta demokratîk û hiqûq divê

În 14 Mijdar 2025 - 04:00

  • Mazlûm Dînç: Pêkanîna biryarê bi siyasetê ve girêdayîye, di warê hiqûqî de biryar hatiye dayîn lê di warê siyasetê de astengî li ber heye. Lewma pêdivî bi têkoşînek berfireh heye; têkoşînek civakî, demokratîk, dîplomasî heye.

Ji parêzerên Burûya Huquqê ya Serdemê û Wasiyê Rêber APO Mazlûm Dînç, têkildarî hevdîtina piştî 6 salan li gel Rêber Apo pêkanîn, giringiya pêkaniya biryara Mafê Hêviyê û astengiyên li pêşiyê, her wiha gavên ku dewleta Tirk bavêje, bersiva pirsên ajansa me Rojnews’ê da. Hevpeyvîna li gel Parêzer Mazlûm Dînç wihaye:

We piştî çend salan li gel Rêber Apo hevdîtin kir. Rewşa Rêbertî çawa bû, moral û heyecana wî ya ji bo vê pêvajoya ku destpêkirî çawa bû?

Di hevdîtina me pêkaniyî de di warê tenduristiyê de me Birêz Abdullah Ocalan pir baş dît. Di aliyê moral de jî pir baş bû, bi heyecan bû. Di hevdîtina me de balkişand li ser van mijaran. Got; ‘Bi însîyatîfa xwe min vê pêvajoyê pêşxist û heta vê gavê anî, lê ji vir şûn de bi yek alî êdî nameşe, divê wek min di bangawaziya 27’ê Sibatê de diyarkirî jî, fesih û çekdanîn pêşiya siyaseta demokratîkbûnê û gavên hiqûqî vekiriye. Kurd divê di hiqûqê de bi awayekî giştî bêne naskirin, hebûna wan hebe û bê naskirin’. Ji bo vê jî gav avêtin pêwîste. Gavên bên avêtin jî rêya siyaseta demokratîk vekirin û deriyê hiqûqê li tevahiya hebûna Kurd vekirine. Ji xwe Dewlet Bahçelî jî ku bi ser navê dewletê ku dem dem daxuyanî û bangawaziyan ji bo vê pêvajoyê dike, gotibû ‘çûkek bi baskekê nafire, divê êdî gavên pêwîst bêne avêtin’. Em hêvîdarin ev pêvajo wê pêşbikeve, rêya siyaseta demokratîk wê bê vekirin, rewşa şer û pevçûna wê derbazî siyaseta demokratîk û hiqûqê ve bimeşe.

Dewlet Bahçelî bang kir ku Rêber Apo dikare bê Meclisa Tirkiyeyê û ji bo fesixkirina PKK’ê bang bike, lê niha dibêje divê Komîsyon biçe Îmraliyê. Li ser vê dubendiyê hûn çi dibêjin?

Pêwîste ji bo mafê hêviyê êdî gav bêne avêtin, were pêkanîn. Ev ne tenê pêdiviya pêvajoya siyasî, her wiha pêdiviya pêvajoya hiqûqî ye jî. Divê di hiqûqa Tirkiyeyê de ji bo vê yekê gav bê avêtin. Ji ber ku ev biryara DMME’yê ye, Tirkiye jî endamê KE’yê ye, bi peymanên wî ve girêdayîye, lewma pêwîste biryarên DMME’yê pêkbîne. Ev 11 salin biryara mafê hêviyê hatiye dayîn, lê dewleta Tirkiye vê biryarê bi cih ne aniye. Ev di destûra bingehîn de vekirî hatiye destnîşankirin. Ji ber wê yekê yasaya ku rêgirî li mafê hêviyê dike tavilê guhertina wê pêdiviyek hiqûqî ye. Ji xwe di warê siyasî de pêşîvekirina mafê hêviyê pêwîstiyek giringe, ger ev gav bêne avêtin pêşiya mafê hêviyê bê vekirin, şert û mercên ku Birêz Ocalan bikare rola xwe ya ser muzakerevaniyê bileyîze bê avakirin, wê bandorek pir mezin li ser pêvajoyê çêbibe. Ew ê ev yek bandorê li çareseriya pirsgirêka Kurd, li Tirkiyeyê û tevahî Rojhilata Navîn bike.

Gelo çima CPT her carê dema ji bo Tirkiyeyê dayî dirêj dike, armanca li pişt vê yekê çiye?

Ev ne helwestek ku em li bendê bûn, divê Konseya Wezîran xwedî helwestek baştir ba. Ji ber ku êdî pêkanîna vê biryarê dewleta Tirkiye yan Birêz Ocalan tenê eleqeder nake, wê bandorê li siyaseta Tirkiye û pêşketina mafê mirovan a li Tirkiyeyê bike. Ji bo wê diviya bû Konseya Wezîran Tirkiye teşwîqî pêkanîna vê biryarê bikira, lê helwestek wiha derneket.

Sedema vê jî bê guman ne hiqûqî ye, bêhtir bazara siyasî ya wan bandorê li ser helwesta wan dike. Helwesta xwe li ser hevsengiya xwe ya siyasî diyar dikin. Em hêvîdarin dema pêş de Konseya Wezîran ji bo pêkanîna vê biryarê helwestek baştir nîşan bide û dewleta Tirkiye teşwîqî pêkanîna vê biryarê bike. Êdî pêdiviya siyasetê jî hiqûqê jî vê dixwaze.

Başe, li vê derê erk û rola dikeve ser gel çiye ku dewleta Tirkiye û Konseya Ewropayê neçar bike mafê hêviyê bidin Rêber Apo, divê çi bikin?

Tirkiye li gorî hiqûqê tevnagere. Me got ev 11 salin ev biryar hatiye dayîn, lê nehatiye pêkanîn. Tirkiye destûra xwe ya bingehîn pêknayîne. Di wir de destnîşan dike ku divê ev biryar hatiba pêkanîn. Lê pêkanîna wê bi siyasetê ve girêdayîye, di warê hiqûqî de biryar hatiye dayîn lê di warê siyasetê de astengî li ber heye bandorê lê dike. Lewma pêdivî bi têkoşînek berfireh heye; têkoşînek civakî, demokratîk, dîplomasî divê bê meşandin. Gel jî aliyên siyasî jî di vî warî de divê erka xwe hilgirin û rola xwe pêkbînin. Bi awayekî demokratîk dengê xwe bilind bikin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.