Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim !

Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:40

Dayika girtî Ahmet Tunelî ku berdana wî 4 caran hate taloqkirin Azîze Tunelî got, "92 salî me, ji bo karibim kurê xwe careke din bibînim li hemberî mirinê li ber xwe didim. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin. Ma qet wijdanê wan nîne?"

Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), di dema dawî de li girtîgehan berdana nêzî 4 hezar girtiyan hate taloqkirin. Desteya Çavdêrî û Îdareyê bi hinceta "Poşman nebûye" yan jî "Rewşa baş nîşan neda" berdana girtiyan taloq dike. Bi taybetî girtiyên ku 30 sal in girtî ne li vê bêhiqûqiyê gelekî rast tên. Herî dawî berdana girtiyên nexweş Ahmet Tunelî cara 4'emîn hate taloqkirin ku 31 sal û 6 meh in girtî ye.

Ahmet Tunelî beriya çend rojan derkete pêşberî desteyê û bi hinceta "Ji aliyê neyînî ve xwedî meyla radîkalbûyînê ye" berdana wî 6 mehên din hate taloqkirin. Dayika wî Azîze Tunelî ya 92 salî ku zêdeyî 30 sal in li ber derî li benda kurê xwe ye, li ber vê bêhiqûqiyê rabû û got, "Her roja ku li benda hatina kurê xwe me bi rijandina rondikan bi dawî dibe. Tenê tiştekî dixwazim; cara dawî kurê xwe maçî bikim, hembêz bikim."

Parêzer Serdar Tum anî ziman ku biryar bi temamî nehiqûqî ye û diyar kir ku wê li ber biryara desteyê rabin. Serdar Tum got, "Desteyê pirsa 'Hûn PKK'ê çawa dinirxînin?' li muwekîlê min kir. Muwekîlê min jî anî ziman ku di kongreya 5-7'ê Gulana 2025'an de xwe fesix kir, lewma naxwaze tekildarî rêxistinyeke xwe fesix kiriye biaxive'. Piştî vê bersivê berdana bi şert careke din hate talqokirin. Muwekîlê min ji ber kiryarên berê ji xwe hatibû cezakirin. Bi îdîaya heman kiryaran taloqkirina berdana wî li dijî hiqûqa hundirîn û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Muwekîlê min cezayê cezayan dikişîne."

Parêzer Serdar Tum ragihand ku wê li dadgeriya înfazê li ber biryarê rabin û got, "Hêvîdar im ev biryara bê hiqûqî tavilê bê rakirin û muwekîlê min azad bibe."

Azîze Tunelî di demekê de ku qala aştiyê tê kirin nerazîbûn nîşanî îşkenceya li girtîgehan da û got, "30 sal derbas bûn, her cûre nexweşî li min der bûn, lê belê ji bo karibim kurê xwe careke din bibînim min li ber xwe da. Çi ji kurê min dixwazin? Çi ji me dixwazin? Ma qet wijdanê wan nîne? Bila hinekî wijdan bi wan re hebe.”

ANF / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.