Ji bo çûyina Îmraliyê ti astengî nîne

Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 14:45

  • Îskender Bayhan da zanîn ku li pêşiya çûyîna komîsyonê ya ji bo Îmraliyê astengiyek nemaye û got, "Yekane astengî weke ku min got, dibe ku gotina 'na' ya Erdogan be. Bi dîtina min roja Înê wê ev mijar diyar bibe."

Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan anî ziman ku li pêşiya wergirtina biryarê ya di civîna komîsyonê de ya roja Înê tenê îradeya siyasî heye.

Îskender  Bayhan diyar kir ku di rûniştina girtî de astengiyên siyasî û teknîkî yên pêvajoyê hatin nirxandin û got, "Roja Înê wê komîsyon bicive û li ser çûyîna Îmraliyê biryarê bide. Bi dîtina min ji bilî Erdogan li pêşiya wergirtina biryareke bi vî rengî astengiyek nemaye. Di bin erk û berpirsyariya Nûman Kûrtûlmûş de bû ku vê bixe rojevê. Heta roja îro ev nekir, timî taloq dikir. Bi hincetên 'Divê pêvajoyê bi pêş ve biçe', 'Hîn ne dema wê ye' taloq dikir. Piştre hem ji aliyê pêvajoya qanûnî ve hem jî ji aliyê serdana Îmraliyê ve di vê rûniştina girtî ya dawî de ji raya giştî re ragihand ku divê Îbrahîm Kalin, nûnerên burokrasiya ewlekariyê û Wezareta Parastinê ya Milî bê guhdarîkirin û li gorî rewşa li qadê wê biryar bê dayin. Ev hemû di daxuyaniyên Nûman Kûrtûlmûş de hene ku hem bi navê serokê komîsyonê hem jî bi navê Serokê Meclîsê da. Niha ev pêk hat û hemû guhdarîkirin hatin kirin."

Îskender Bayhan destnîşan kir ku komîsyonê rewşa li qadê nirxand û diyar kir ku êdî li pêşiya pêvajoya qanûnî ti astengî nemaye.

Îskender Bayhan li ser pêvajoya biryardana komîsyonê ya ji bo çûyîna Îmraliyê agahiyên teknîkî bi vî rengî parve kir: "Ji bo komîsyon têkildarî çûyîna Îmraliyê biryarê bide, pêwîstî bi dengdanê nîne. Heta roja îro di pêvajoyên hevdîtinê û guhdarîkirinê de komîsyonê biryar neda; dengdan nekir. Erka Nûman Kûrtûlmûş a di vê mijarê de têrê dike. Ev yek mijareke teknîkî ye."

Îskender Bayhan ragihand ku eger dengdanek bê kirin jî pêwîstî bi hejmara zêde nîne û diyar kir ku ev yek di rêziknameya komîsyonê de heye. ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.