Li dijî şer azadiyê mezin dikin

Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 16:00

  • Tevî polîtîkayên dewletê yên tundiya vedişêrin jin li her derê têkoşîna xwe ya rêxistibûnê mezin dikin. Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Gulîstan Atasoy got: “Di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku li qadan, li cihê dijîn û li her derê di nava piştevaniyê de bin.”

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Tirkiye û Kurdistanê ku tundiya mêr her diçe giran dibe, bi berxwedan û rêxistibûna jinan tê pêşwazîkirin. Jin li dijî xizanî, polîtîkayên şer, gumanbarên tên parastin li her derê têkoşîna azadiyê mezin dikin. Têkoşîna jinan bi qêrîna ‘jin jiyan azadî’ sînoran dibezîne û mezin dibe.

Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Gulîstan Atasoy der barê mijarê de axivî.

Gulîstan Atansoy da zanîn ku tundiya li ser jinê ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê heye û têkoşînek mezin a jinan li dijî vê heye û got: “Jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj li dijî van polîtîkayan li qadan e. Bi teşeyên cuda keda jinan tê binpêkirin. Bedena wan tê binpêkirin. Tundiya fîzîkî û her cureyên binpêkirinê tên kirin. Ji ber vê jî hewcedariya têkoşîneke xurt a li dijî vê li pêş me ye.”

Gulîstan Atasoy wiha berdewam kir: “Koka tundiyê kûr û dîrokî ye. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê divê piralî, giştî û gerdûnî be. Li her derê cîhanê jin bi tundiyê re tên rû hev. Hişmendiya li dijî tundiyê mezin bibe rêxistibûna jinan jî hîn zêdetir e. Jin xwe li dijî tundiyê rêxistin dikin.Hêzek xurt a jinê heye. Em ji vê îlhamê digirin û bi hev re dimeşin. 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina vê dibe wesîle. Di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku li qadan, li cihê dijîn û li her derê di nava piştevaniyê de bin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî jî qada têkoşînê ya sereke ye. Ez banga piştevaniyê li hemû jinan dikim.” JINNEWS/AMED/RABÎA ONVER

 

* * *

Armanc pêşxistina aboriya civakî ye

  • Hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanca sereke ya yekitiyê ew e ku aboriya civakî were rêxistinkirin û pêşxistin, ew jî bi rêya dabeşkirina dikanan li gorî cûreyan û tunekirina tevliheviyê ye.

Bi armanca rêxistinkirina sûka xwecihî û pêşxistina aboriya civakî, damezirandina Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê hat ragihandin. Konferansa damezirîner a yekitiyê di 5'ê vê mehê de li dar ket.

Di konferansê de Nezhan Mehmûd û Fikret Xelîl Ebdo wekî hevserokatiya yekitiyê û 10 endamên Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

Ji bo naskirina plan û mekanîzma yekitiyê, hevserokê yekitiyê Nezhan Mehmûd diyar kir ku berê yekitî beşek ji Odeya Bazirganiyê bû û got: "Piştî demekê me biryar da ku em rêziknameya xwe binivîsin û wekî yekitî tev bigerin. Ji ber wê berî konferansa damezirîner, me konferans li hemû kanton û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Di konferansan de reşpelika rêziknameyê hat xwendin û di konferansa giştî de bi girtina nêrînên endaman, rêzikname hat erêkirin û hevserokatî hat hilbijartin."

Nezhan Mehmûd diyar kir ku di yekitiyê de dikanên cûrbecûr ên hemû beşên bazirganiyê wekî cilûberg, erebe, elektronîk û her wekî din, hene û got: "Di yekitiyê de komîteyên taybet ji bo her beşekê hene û ew jî biryarên li rêveberiyê digihîne civakê, di heman demê de nêrîn û daxwazên welatiyan digihîne aliyên rêveber."

Nezhan Mehmûd destnîşan kir ku karê yekitiyê di dikanên bazirganiyê de ew e ku diyardeya qezenca zêdeyî asayî sînordar bike û hevsengiyê di sûkê de pêk bîne û got: "Yekitî hewl dide ji bo derbaskirina dorpêça dewleta Tirk a ji zêdetirî 12 salan ve alîkariya Rêveberiya Xweser bike."

Di dawiya axaftina xwe de Nezhan Mehmûd got ku armanca wan rûniştandina karê rêxistinkirî û pêşxistina sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. ANHA/HESEKÊ/BILIND HECÎ

 

* * *

 

Volkanê Semeru teqiya

  • Volkanê Semeru yê li Endonezyayê teqiya, bi qasî 5.6 kîlometreyî xwelî bi ser volkan ve ket. Rayedaran hişyarî dan.

Volkanê Semeru yê li Girava Cava ya Endonezyayê bi xurtî careke din teqiya û çalak bû.

Xweliya ku ji devê volkan fûriya bi qasî 5.6 kîlometreyî bilind bû. Ajansa volkanolojiyê ya welêt di asta herî bilind de alarm da.

Li gorî daxuyaniya rayedarê Navenda Çavdêriya Volkanolojiyê Mukdas Sofian teqîn bi dema herêmî saet di 16:00 de destpê kir.

Hişyarî ji xelkê herêmê re hate dayin ku ji ber rîskê herî kêm bi 2.5 kîlometreyan xwe ji volkan vegirin.  NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.