Divê komîsyon biçe Îmraliyê
Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:45

Li rexekî gavên yekalî yên Tevgera Azadiyê ya Kurd li cîhanê deng veda û li rexa din jî Komîsyona Meclisê hêj neçûye Îmraliyê. DBP'iyan bertek nîşan dan û got:"Divê komîsyon biçe Îmraliyê û deriyê wir heta dawiyê bê vekirin."
Gavên Tevgera Kurd hêj di rojevê de deng vedidin, bertekên li dijî neçûyîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo Îmraliyê, roj bi roj zêdetir dibin. Kesên ku beşdarî Kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê ya Wanê bûn, gotin divê Komîsyona Meclisê tavilê biçe Îmraliyê. Şevket Çetîn anî ziman ku divê Komîsyona Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got:“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser navê hemû mirovahiyê gaveke dîrokî avêt û banga xwe kir. Piştî vê daxuyanî û gava dîrokî, hewayeke aştiyê hatiye welêt. Lê di heman demê de, di serê me û hemû gelê me de her tim pirsek heye. Çima Kurd ew qas gavan diavêjin, lê dewlet bêdeng dimîne? Çima Komîsyona ku ji aliyê Meclisê ve hatiye avakirin, bi muzakerevanê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê nake? Divê Komîsyon tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Daxwaza me ji dewlet û desthilatê ew e ku ji bo avakirina aştî û xwişk û biratiyê, tavilê Komîsyon biçe Îmraliyê.” Hesîn Erkol jî ev tişt got:“Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin û her tiştê ku dikeve ser milê wê, kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim alîgirê pergaleke aştî, xweşk-biratî û demokrasiyê ye û xebatên xwe jî di vê rêyê de domandiye. Komîsyon çiqas guh bide beşên cuda, heta neçe Girava Îmraliyê, hemû xebatên wê bekêr in.”
Mîmarê pêvajoyê Ocalan e
Teymûr Sayyîgît diyar kir ku aştî û xwişk-biratî dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê û got:“Rêzdar Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de, wê tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê jê sûd werbigirin. Mîmarê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan e. Xala herî girîng a vê pêvajoyê ew e ku komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.” Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî anî ziman ku ew ji ber rêveçûna pêvajoyê ya yekalî bi fikar in û got:“Tevgera Azadiyê ya Kurd ew qas gav avêtiye, çima di asta dewlet û desthilatê de gaveke şênber nayê avêtin? Em daxwaz dikin ku Komîsyon û rayedarên din ên dewletê jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û tavilê biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ê çawa bi vê pêvajoya ku yekalî tê meşandin bawer bibin? Kurdan çi dikeve ser milê wan, kirin, dora gavavêtinê ya wan e.” Mehmet Saît Karabiyik ev tişt got:’’Li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Ger ev komîsyon bixwaze pêvajo temam bibe, tekane karekî wê heye; çûyîna Îmraliyê ye.”
MA/WAN












