Hurmetê nîşanî heqîqetê bidin

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 17:00

  • Hêlîn Umît da zanîn bi taybetî li nava baskê desthilatdariyê bêsamîmiyeta nêzîkatiya li pêvajoyê heye û got:”Ez bang li her kesî dikim ku cidî bin, bang li her kesî dikim ku samîmî bin. Bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî heqîqetê bidin."

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît ji televîzyona Medya Haber TV’yê re axivî û bûyerên di rojevê de nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn umît bi navê hemû hevrêyên xwe hezkirin û silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo kir û got, "Li Tirkiyeyê mijara esasî ya rojevê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Her kes hewl dide qonaxa heyî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk fêhm bike.

Afirînerê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Yanî eger ji 27'ê Sibatê û vir ve hêviyek afirî be, eger qala pêvajoyekê tê kirin ev ye bi saha pêngav, hewldan, ked û fedakariya Rêber Apo ye. Lê belê her kes dibêje ku rêveberiya Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye."

Hêlîn Umît bal kişand ser pêvajoya têkoşînê ya 47 salên dawî û got, "Bi taybetî di nava 10 salên dawî de şerekî gelekî giran qewimî. Ya ku nehat kirin nema. PKK'ê ji çepereke bi tenê jî paşve gav neavêt. Kesî nikarîbû ev bikira, nikarîbû bida kirin. Ez çima bi taybetî vê mijarê destnîşan dikim? Ji ber ku li Tirkikyeyê demagojiyek heye. Bi taybetî li nava baskê desthilatdariyê bêsamîmiyeta nêzîkatiya li pêvajoyê rê li ber vê yekê vedike. Weke ku firsendek bi vî rengî bi dest xistine, weke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd qedandine, weke ku hêzeke berxwedêr nîne hewl didin bikin û biqedînin. Hem xwe hem jî bi esasî raya giştî ya Tirkiyeyê dixapînin, şaşitiyê dikin. Ez bang li her kesî dikim ku cidî bin, bang li her kesî dikim ku samîmî bin. Bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî heqîqetê bidin."

Hêlîn Umît işaret bi komîsyona li meclîsê kir û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir, "Li dora komîsyona meclîsê hin nîqaş têne kirin. Hûn jî zanin komîsyona meclîsê hinekî bi daxwaza me, bi ferzkirina me ava bû. Belê, daxwazeke CHP'ê jî ya bi vî rengî hebû. Me beriya niha gelek caran anîn ziman bê em çima avabûna komîsyona meclîsê dixwazin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk, pirsgirêka nasname û hebûnê ya li Kurdistanê, pirsgirêka azadiyê, pirsgirêka yekbûna gelê Kurd a bi Komara Tirkiyeyê re ne tenê pirsgirêka siyaseta AKP'ê ye, lê pirsgirêka siyaseta tevahiya Tirkiyeyê ye, lewma me xwest, ku meclîs xwedî li vê pirsgirêkê derkeve û ji ber vê jî me avakirina komîsyonê ferz kir. Heta niha hinekî kar kirin. Lê belê hîn eşkere nebûye bê karên komîsyonê erênî ye yan na, bi kêr tê yan zerarê dide.

Ev komîsyon bi halê heyî veguheriye komîsyoneke mijûlkirinê. Mijûlkirin, belavkirina li demê. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku belê komîsyon komîsyoneke guhdarîkirinê bû. Ji destpêkê ve wezîfeya xwe pênase kir. Got, em ê li aliyan guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em ê pêşnûme qanûnekê ji bo meclîsê ava bikin û pêşkêş bikin. Li derdorên cuda guhdarî kirin. Lê belê li muxatabê herî esasî guhdarî nekirin. Li Rêber Apo guhdarî nekirin. Kongreya PKK'ê ya 12'emîn Rêber Apo weke muzakerevanê sereke diyar kir. Weke nûnerê sereke destnîşan kir. Weke aktorê sereke ragihand. Bi rengekî eşkere ragihand ku eger Rêber Apo bimeşîne, Rêber Apo hebe wê biryar bi cih bêne anîn û ev pêvajo bi pêş ve biçe. Û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Lê belê bala xwe bidinê; komîsyon nêzî 2 meh in, ez dibêjim du meh lê beriya wê jî heye, di rojevê de ye lê hîn nîqaş dike bê wê biçe Îmraliyê yan na? Nîqaş dike bê divê biçe yan na? Tê gotin, van rojan wê biryar bê dayin. Vaye komîsyon wê cara dawî guhdar bike. Yanî çima nebe? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.

Netewebûna Demokratîk a Kurd xwedî rêberekî bi tenê ye, ew jî Rêber Apo ye, mecbûr e ew muxatab bê dîtin.

Yanî hebûna Kurdan wê bibe parçeyek ji Komara Tirkiyeyê yan na? Wê weke berê di polîtîkaya asîlîasyon û qirkirinê de bê israrkirin an na? Yan jî wê hebûna Kurdan bê qebûlkirin? Komîsyon divê bersivê bide vê pirsê. Kurd heye yan nîne? Hebe mafên xwe heye yan na? Mafên xwe hebe, ev maf wê bê dayin? Ev pirsên ewçend hêsan in. Lewma nuqteya herî girîng a ku pêvajo gihîştiye ev e. Êdî kêliya biryardanê ye. Di nav de çiqas mirovên bi nêta baş hebin jî eger vê mîsyona xwe nikaribe pêk bîne, yanî perspektîfeke têkildarî cihê Kurdan ê li nava Komara Tirkiyeyê nikaribe derxîne holê, hingî ji bilî komîsyona mijûlkirinê bi navekî din nikare bê nirxandin. Eger ev komîsyon dixwaze xwe ji vê rizgar bike, tekez neçar e bersivê bide vê yekê."

Hêlîn Umît işaret bi axaftina Devlet Bahçelî ya hefteya derbasbûyî kir û got, "Xweş axivî, baş axivî. Rêberê me weke Rêberê Damezrîner careke din pênase kir. Em wateyê didin vê yekê. Bi dîtina min di vir de mebest 2 wate ye. Dibe ku ez wateyeke zêde lê dikim, lê belê bi vî rengî hewl didim nêzîkatiya Bahçelî fêhm bikim. Yanî, belê hem Rêberê damezrîner ê PKK'ê ye, lê belê di heman demê de jî ber bi Tirkiyeya nû ve, ber bi avakirina Tirkiyeya nû ve jî xwedî heman wateyê ye, em peyameke bi vî rengî fêhm dikin. Ev bi wate ne, xweş dibêje. Lê belê kêm dibêje. Dîsa jî kêm dibêje.

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît destnîşan kir ku di rewşa heyî de ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û got, "Em dixwazin rewşeke welê bê afirandin ku mafên siyasî û hiqûqî yên Rêber Apo bêne naskirin û karibe siyasetê bike. PKK hate fesixkirin. Em dixwazin tevlî tevgera siyasî ya nû bibin ku Rêber Apo ava bike. Ez û hemû hevrêyên min. Em tevlî PKK'ê bûn, lê ya rast em tevlî Rêbertî bûn. Rêbertî çi bike em dixwazin bi wî re bixebitin.

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de hevdîtina navbera Ahmed el Şara û Donald Trump jî nirxand û got "Em hewl didin vê hevdîtinê fêhm bikin. Lê belê tiştên hatin nîşandan balkêş bûn. Weke ku bala we jî şikand Şerî bi merasîmeke fermî qebûl nekirin. Ji deriyê pişt ve xistin hundir. Dîmenekî welê balkêş xuya kir. Bi dîtina min dîmenekî gemarî bû. Weke polîtîkaya Emerîka û Îngilistanê xeteke welê heye ku li Rojhilata Navîn lîderên noker biafirînin, xwe bispêrin wan û bi vî rengî polîtîkayên xwe li herêmê bimeşînin. Ev yek ne polîtîkaya îro ye. Bi sedan sal in ji dema avabûna modernîteya kapîtalîst û vir ve tiştekî bi vî rengî li ser herêmê ferz dikin. Ji wê rojê û vir ve Rojhilata Navîn, gelên Rojhilata Navîn, gelên Ereb, Tirkiye, Kurdistan, gelê Kurd, gelê Fars di nava zextekê de ne. Dema ku min Şara bi dîmenên li Qesra Spî nirxand, nêrîna 'lîderekî nû yê noker ava dikin' kete aqlê min.

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê anî ziman ku veguheriye rojeke girîng ji bo bibe têkoşîna bihara jinan û ev nirxandin kir: "Rojeke sembolîk e, lê belê ji bo zanebûnê, ji bo têgihiştinê, ji bo hişyarbûnê girîng e. Ji bo jin bigihêjin hev û xwe biparêzin girîng e. Lewma weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, weke PAJK'ê em wateyeke mezin didin vê rojê, girîng dibînin.

Polîtîkayên li hemberî jinê, nêzîkatiya li jinê her roj hîn giran dibe. Ya rast eger hûn bipirsin bê pirsgirêka herî esasî ya li ser rûyê erdê çi ye, bersiv ew e ku pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka jinan e, pirsgirêka azadiya jinê ye, pirsgirêka hebûna jinê ye. “

Hêlîn Umît bi wesîleya 25'ê Mijdarê ev bang li jinan hemûyan kir: "Jin ew hebûne ye ku bi afirîneriya xwe, bi hunera xwe dikarin sîstema xwe ya azadiyê, sîstema xwe ya jiyana komunal ava bikin, biafirînin.” ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.