Ugur Kaymaz ê bi 13 guleyan hat kuştin

Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 15:00

  • Rojnameger Omer Tur ku yek ji rojnamegerên ku şahidiya kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî kiribû girîngîya çapemenîya azad a di bûyerên wiha de bi bîr xist û got: “Eger me rastiya bûyera hovane ya kuştina Ugur Kaymaz û bavê wî dernexista holê û wêne belav nekira dê ev jî wek bi hezaran bûyer bihata bincilkirin.”

Ugur Kaymaz û bavê xwe Ahmet Kaymaz di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ugur Kaymaz ê 12 salî bi 13 guleyan hatibû kuştin. Bedena wî ji guleyan bûbû serad. Polîsan piştî ku vê bûyera hovane pêk anî, çekên lûledirêj danîn ber serê Ugur û bavê wî. Medyaya alîgir bûyerê berovajî serwîs kir û bi nûçeyên derew, bûyer xist stûyê PKK'ê. Her çend medyaya alîgir û waliyê Mêrdînê yê wê demê digotin, “Du terorîst hatin kuştin” jî lê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rastî derxist holê û nûçeyên medyaya alîgir û daxuyaniya walî derewand. Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mêrdînê Omer Tur roja bûyerê wêne û dîmenên rasteqîn ê Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz ji raya giştî re ragihand. Omer Tur bi nûçe û dîmenên ku belav dike, eşkere bû ku Ugur û bavê xwe sivîl in û bi awayekî hovane hatine kuştin.

Rojnameger Omer Tur bi minasebeta salvegera 21'emîn a kuştina Ugur û bavê wî axivî û şahidiya roja bûyerê vegot.

Rojnameger Omer Tur qala roja wê bûyera hovane kir û got: “Buroya me ya DÎHA'yê li Qoserê bû. Bes wê çaxê hê jî bandora faîlên nediyar berdewam dikir. Kes zêde newêribû biçe cihên bûyeran. Ez û hevalek xwe me bi lez û veşartî xwe gihand cihê bûyerê û nexwaşxaneyê, cenaze li nexweşxaneyê bûn. Me xwe gihand rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Wan jî nedizanî kuştî kî ne. Me li ser bûyerê lêkolîn kir. Çapemeniya alîgir berî ku bûyer were zelalkirin, li gorî daxuyaniya waliyê Mêrdînê nûçe serwîs kirin û bi sernav û manşetên wek, ‘Du terorîst hatine kuştin’ nûçe çêkirin. Me bîhîst ku yên hatine kuştin yek zarok e. Me got ne pêkan e ku ev kes ‘endamê PKK'ê’ be. Parêzer û rêveberên ÎHD'ê li cihê karûbarên otopsiyê amade bûn; gotin ‘ew zarokek 12 salî ye, navê wî Ugur Kaymaz e û bi 13 guleyan hatiye kuştin. Yê din jî bavî wî Ahmet Kaymaz e. Ez bi lez li şefê xwe yê ofîsê geriyam, min got ku ew daxuyaniya hatiye dayîn şaş û her du kesên hatine kuştin jî sivîl û welatiyên ji Qoserê ne. Me nûçe amade kir û bi sernavê, ‘Li Qoserê 2 welatî hatin qetilkirin’ da. DÎHA'yê piştî nûçe belav kir, nûnerên rojname û ajansên li vir hemû şaş man. Wê çaxê me ji wan re got ku hûn tenê nûçeya xwe bi gotina walî çêdikin lê hûn lêkolînê nakin. Tevî ku agahiyên rast hîn bûn û bûyer piştrast bû jî lê di dîsa di gotina xwe ya ‘2 terorîst’ de israr kirin û nûçe neguhurandin.”

Omer Tur destnîşan kir ku di berdewamiyê de jî wan dest ji ronîkirina bûyerê berneda û wiha got: “Her kes li wêneyê bûyerê û her du qurbaniyan digeriya. Me hewl da ku em xwe bigihînin malbatê. Lê belê polîsan mal û tax hemû dorpêç kiribûn. Me hewl da ku em xwe bigihînin wêneyekî Ugur Kaymaz. Ew wêneyê Ugur Kaymaz ku cilên dibistanê lê ne, bi zor û zehmetî peyda kir. Me wê rojê hewl da wêne peyde bikin. Cara ewil ew wêneyê Ugur û bavê wî ajansa me belav kir. Wêne û wênekêşa me ji bo raya giştî ya Kurd û Kurdistanê gelek bi wate bû. Eger ew wênekeşa me nebûya, me wêne belav nekira wê bûyera Ugur Kaymaz û bavê wî jî wek bûyerên din bihatina veşartin. Wê ew bûyer jî bihata bincilkirin û raya giştî pê nedihesiya ku zarokek 12 salî bi 13 guleyan hatiye qetilkirin.” AW/AMED/NÛDA ARICI-ESRA POLAT

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.