Divê azadî bi mafê hêviyê misoger be
Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:50

- Parêzer Rozîv Kino têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got:“Divê di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin. Her wiha divê mafê gelê Kurd ji aliyê destûrî ve bikeve hebûneke rewa ya qanûnî.”
Di rêzegavên ku ji aliyê Tevgera Kurd û rêberê wê ve hatine avêtin de, heta niha ji aliyê dewleta Tirk û rayedarên wê ve tiştekî cidî nehatiye kirin. Bi taybetî jî di warê hiqûqî de ku pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye, bêhelwestiyeke zelal xwe dide der. Parêzer Rozîv Kino çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê û pê ve girêdayî mafê hêviyê yê ji bo Rêber APO nirxand.
Rozîv Kino ku aliyên hiqûqî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi berfirehî nirxand, wiha got:“Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Di bingehê de ev pêvajo xwe dispêre çareserkirina doza Kurdî bi rengekî siyasî-hiqûqî. Jixwe ev zêdetirî 50 salan e Tevgera Kurd têkoşîna diyarkirina hebûna gelê Kurd dide meşandin, di encamê de Kurdan hebûna xwe dan diyarkirin. Ji bo vê jî niha tu pirsgirêkên hebûna Kurd tune ne lê di misogerkirina vê hebûnê û mafên Kurdan de pêwistî bi gavên qanûnî û hiqûqî heye. Rojhilata Navîn û cîhan a niha di nava pevçûn û şerên mezin de ye ku gelek welat di nava dijbertiyeke mezin de ne. Mirov dikare weke encam bibîne ku çareserî bi şer pêk nayê, bi taybetî jî dozeke weke ya gelê Kurd ku di herêmê de kevnar e diviyabû bigihîje asteke qanûnî. Rêber Apo ku ev rastî dît û tesbît kir, dest bi xebat û gavên qanûnî yên ji bo çareseriyê kir.”
Dewleta Tirk jinedîtî ve tê
Rozîv Kino bal kişand ser girtina Rêber APO û pêdiviyên misogerkirina mafê hêviyê û got:“Ev zêdetirî 25 salan e Rêber Apo di girtîgehê de ye, di mijarên qanûnî de mafek heye ku bi mafê hêviyê tê naskirin. Dadgeha Mafên Mirovan ya Awropayê mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan misoger kiriye ku dewleta Tirk bi xwe jî endamê vê dadgehê ye û ev maf li gel xwe erê kiriye. Mixabin dema ku mijar dibe Rêber Apo, dewleta Tirk hemû mafên wî yên rewa paşguh dike û jinedîtî ve tê. Ê piştî demeke dirêj ji tecrîdê û qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re, dema ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê cara yekemîn di vê pêvajoyê de serdana Rêber Apo kir, ji aliyê Rêber Apo ve çi hat gotin? Rêber Apo teqez kir ku divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe bispêre qanûnan ku êdî pêvajo hiqûqî ye. Piştî nirxandina Rêber Apo Dadgeha Mafên Mirovan a Awropayê di civîna xwe de ev pêvajo erênî girt dest û heta derbasbûna qonaxeke qanûnî ji bo Tirkiyeyê pêdivî dît. Lê piştre çi bû? Dewleta Tirk ji meha Sibatê ve her car ji bo pêvajoyê dereng bixe bihaneyek dibîne. Rêber Apo û Tevgera Kurd jî her car helwesta xwe li hemberî bihaneyan nîşan dan, me dît gelek gav avêtin. Her wiha Dem Partî, parêzeran û hemû kesên di pêvajoyê de berpirsyar in pir bi erênî tevlî pêvajoyê dibin.”
Divê mafên gelê Kurd misoger bibin
Rozîv Kino bi pirsa çima gavên ku ji aliyê dewleta Tirk ve werin avêtin girîng in, wiha dirêjî da şîroveyên xwe: “Heger dewleta Tirk niyeta xwe tîne ziman û gavan davêje jî heta ku ev pêşveçûn nebin qanûnî wê demê temînata van maf û gavan tune ye. Heta ku hinek made di destûra Tirkiyeyê de neyên sererastkirin û mafên gelê Kurd di nav de neyên misogerkirin, pêvajo û hebûna Kurdan nayê garantîkirin. Di heman demê de em dizanin ku yê ev pêvajo da destpêkirin û birêve dibe, Rêber Apo ye. Ji bo vê jî heta ku guhertin di rewşa wî de çênebe û ew bi xwe tevlî nebe, pêvajo nagihîje serkeftinê ku ev yek mafê wî yê rewa ye û bi riya mafê hêviyê jî pêkan e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêviyê dide pêvajoyê. Weke me diyar kir pêvajo qanûnî ye, ji bo vê jî heger dewleta Tirk Rêber Apo serbest bike wê demê em dikarin bibêjin ku vaye gaveke qanûnî hat avêtin û dewleta Tirk di çareseriyê de cidî ye. Ji bo vê jî ger dewleta Tirk xwe weke welatekî demokratîk pênase dike divê di pêşxistina pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî de cidiyeta xwe nîşan bide. Li gorî vê niha divê di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin. Her wiha divê mafê gelê Kurd ji aliyê destûrî ve bike hebûneke rewa ya qûnûnî. Avakirina Tirkiyeya demokratîk û aştiyane bi van gavan dê pêkan bibe.”
NÛJINHA/NÛRHAN EBDÎ












