Tirkiye ezmûneke baş nade

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:55

  • Dûran Kalkan anî ziman ku bi rastî jî siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade û got:"Ev siyaset wê di demek nêzîk de hilweşe. Wê bê mehkûmkirin. Ez vê yekê vekirî tînim ziman. Wê berdewam neke, hilweşe û wê bê mehkûmkirin."

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li Medya Haber TV'yê nirxandin kir û anî ziman ku derbasbûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li qonaxeke nû di rojevê de ye. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:"Banga rêveberiya Tevgera me ya 26’ê Cotmehê girîng bû. 25 gerîla yên ku li Bakurê Kurdistanê bûn û şer dimeşandin, vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê; wan daxuyanî da. Rêveberiya Tevgera me ji raya giştî re ragihand ku hêzên gerîla yên li deverên krîtîk, ji provokasyonê re vekirîbûn û noqteyên ku wê rê li pevçûnan vekin vedikişin û dîsa ji bo li ser sînor heman rewş were sererastkirin dixebitin. Ev pir girîng bû. Bi tevahî li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê bû. Dîsa pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê bû. Berdewamiya wan çêbû. Ev berdewamiya şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê bû. Bi rastî ev gavên pir krîtîk, cidî, girîng û pêşîvekirinê bûn. Her kes vê yekê teqdîr dike. Weke dîrokî dîtin.

Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, şert û mercên kar û jiyana wî ber bi azadiyê ve neguhere, ma wê aliyê Kurd pêvajoyê çawa birêve bibe? Ma wê Rêber Apo çawa birêve bibe? Divê hin derfet û firsend hebin ku wan veguherînin têkoşînek ji bo demokrasiyê. Lê ew derbarê vê yekê de pir giran in. Hin ji wan helwesteke dijber nîşan didin. Piştre jî li bendê ne ku her tişt li gorî wan çêbibe. Wisa nabe.

Bi rastî jî siyaseta Tirkiyeyê ezmûneke baş nade. Ev siyaset wê di demek nêzîk de hilweşe. Wê bê mehkûmkirin. Ez vê yekê vekirî tînim ziman. Wê berdewam neke, hilweşe û wê bê mehkûmkirin.

Piştî banga 27’ê Sibatê, me bi gavên pratîkî yên ku me pêşxistin fam kir ku hem li hundir û hem jî li derveyî Tirkiyeyê derdoreke mezin ku ji pirsgirêka Kurd û pevçûna ku wê afirandiye rantxuriyê dikin, hene. Bi rastî mirov vê yekê bi baş fam dike. Wisa xuyaye ku ev pirsgirêka ku dibijên pirsgirêka Kurd ji hêla van rantxuran ve ji bo ranta wê bixwin, hatiye afirandin. Ev sedsal e wisa ye. Hin kes ewqas ditirsiyan, ew dewletên mezin ditirsiyan. Ji ber ku sedsal e stratejiyên xwe li dora vê yekê ava kirine. Xwe bi vî awayî dane jiyandin. Rojhilata Navîn li ser bingeha pevçûna Kurdan mêtine.

Li aliyê din gelek heye ku têdikoşe. Em vê dibînin. Jin û ciwanan çalakî lidar xistin. Xwedî li têkoşînê derdikevin. Ev yek bandorê li siyasetê jî dike. Di nava siyasetê de jî heye. Yanî yên ku baweriya xwe bi pêwîstiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînin, baweriya xwe bi serketina wê tînin û di nava hewldana vê yekê de ne hene. Heta astekê fêhm kirine. Gav bi gav dikevin nava çalakiyê. Pêvajo civakî dibe. Çalakiyên jin û ciwanan ên dawî li Tirkiyeyê bû, li derveyî welat bûn. Pêvajoyê ber bi civakîbûnê ve dibe. Gelek rewşenbîr-hunermend jî ji bo vî aliyê meseleyê bang dikin: Li ser girîngiya siyasîbûna pêvajoyê. Beşeke bi vî rengî jî heye. Lê belê beşeke berfireh jî heye ku di navbera herdu aliyan de maye. Li bendê ne. Ew li ser pêvajoyê gotinên bi nakok bi kar tînin, xwe bêdeng dikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye: Em li bendê bisekinin bê wê encameke çawa jê biafire. Li gorî wan eger pêwîstiyên Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi cih bêne anîn, demokratîkbûn pêk were em ê sûdê jê werbigirin. Nebe jî em ê li gorî wê tevbigerin. Yanî mejî û nêzîkatiyeke welê ya bendemayinê heye. Ev nêzîkatî weke ku pêvajoyê fêhm nake, xumamî dike.

Beriya her tiştî em vê yekê bibêjin: Ev pêvajo yek ji gelek rêyên alternatîf nîne. Ev pêvajo nebe nabe. Ji bilî serketina vê pêvajoyê paşerojeke din a azad û demokratîk ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê nîne. Rêber Apo jî anî ziman. Di van nîqaşan de me jî baştir fêhm kir bê ev yek tê çi wateyê: Ya ku ev pêvajo bi xwe re bîne aştî û demokratîkbûn e; li ser vê bingehê qebûlkirina hebûna Kurdan û demokrasî ye. Rewşeke berevajî jî felaket e. Yanî windakirineke mezin e. Niha ji aliyê fêhmkirina vê rastiyê ve kêmasî, lawazî hene. Rewşeke welê heye ku partiyên siyasî jî, derdorên desthilatdariyê jî vê fêhm nake, yan jî ji bo berjewendiyên teng ên desthilatdariya van rastiyên dîrokî dinixumînin. Li nava heman derdorên din ên di navberê de mane jî ev yek nayê dîtin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.