Marcia Inhorn piştgirî da pêvajoyê
Pêncşem 20 Mijdar 2025 - 16:15

- Antropolog û feminist Marcia C. Inhorn û akademîsyen Mehmet Mashuq Kurt, bi peyamek hevpar gotin: “Em hêvîdar in hemû astengiyên li pêşiya Kurdan ku nahêlin bi awayekî tam tev li siyaseta demokratîk bibin, bên rakirin.”
Antropologa feminîst Marcia C. Inhorn û akademîsyen Mehmet Mashuq Kurt, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, peyameke hevpar ji DEM Partiyê re şandin.
Peyam wiha ye: “Em radigihînin ku em bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re ne û piştevaniyê didin gelê Kurd. Em hêvîdar in ev pêvajo ji bo edalet û wekheviyê bibe gaveke rasteqîn. Ev pêvajo divê bike ku mafên gelê Kurd ji hêla destûra bingehîn ve bên naskirin, beşdariyeke wekhev çêbibe û dawî li cihêkariya salên dirêj e tê domandin bîne. Bi heman awayî, hewce ye têkoşîna aştî û demokrasiyê jî weke pêwîstiyeke vê pêvajoyê divê êdî neyê krîmînalîzekirin.
Em ji dil hêvî dikin ku reformên pêwîst ên pêvajoyê beriya ku bên vehêlandin têkevin meriyetê û hemû astengiyên li pêşiya tevlibûna tam a siyaseta demokratîk a Kurdan bên rakirin. Aştiyeke ku xwe dispêre naskirina mafên gelê Kurd, dê guncaniya civakî xurt bike û di navbera hemû civakên Tirkiyeyê de qada jiyaneke demokratîk berfireh bike. Aştiyeke adilane û berfireh ne tenê dê ji bo Kurdan bibe kêliyeke veguherîner, di heman demê de dê asta herêmî û kûrewî de jî bibe destkeftiye.” NAVENDA NÛÇEYAN







