Ji bo pêvajoyê divê Ocalan azad be

Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:35

Siyasetmedarên Herêmê destnîşan kirin ku di nava dewletê de aliyên ku dixwazin pêvajoyê têk bidin hene ku Hakan Fîdan yek ji wan e û gotin: “Pêvajoya aştiyê yek ji armancên gelê Kurd ya li her çar beşên Kurdistanê ye. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî divê Birêz Ocalan were azadkirin.”

Di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de, Tevgera Azadiyê gelek pêngavên şênber avêtin. PKK’ê xwe fesih kir, ji bo pêşî li pêvajoyê veke çek da şewitandin û biryar da ku hemû hêzên xwe ji Tirkiyeyê bide vekişandin. Lê beramberî vê heya niha dewleta Tirk gavek jî neavêtiye. Têkildarî mijarê siyasetmedarên Herêma Kurdistanê  axivîn.

Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistan Hîwa Seîd Selîm li ser mijarê wiha axivî: “Ev qonaxek girîng e, ji ber ku hinek biryar hatine girtin. Wek agirbest, lidarxistina Kongreyê, avabûna komîsyonê û vekişîna gerîla gavên girîng ên pratîkî ne. Her wiha qonaxek hesas e jî ji ber ku di nava dewletê de aliyên ku dixwazin pêvajoyê têk bidin hene. Ev yek ji daxuyaniyên rayedarên dewletê diyar e. Hakan Fidan di daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew li dijî vê pêvajoyê ye û ev yek bi pirsgirêkên navxweyî yên nav AKP’ê ve girêdayî ye.”

Hîwa Seîd Selîm destnîşan kir ku gerîla vekişiyane, ti hincetek ji bo artêşa Tirk jî nemaye  û wiha axivî: “Niha top li ber Tirkiyeyê ye û divê komîsyon erkên xwe bicîh bîne û yasayên guncav derxe. Ji bo ku rê li ber tevahiya pêvajoyê veke. Divê Birêz Ocalan were azadkirin. Ji bo ku serkeftina pêvajoyê garantî bibe û şert û mercên guncav jê re werin dabîn kirin.”

Têkildarî heman mijarê yek ji kadroyên pêşeng ên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Hêlo Pênciwênî axivî û wiha anî ziman: “Pêvajoya aştiyê yek ji armancên gelê Kurd a li her çar beşên Kurdistanê ye. Têkoşîna çekdarî ya gelê Kurd her tim ji bo neçarkirina dagirkeran ku danûstandinan bikin bû. Gelê Kurd xwedî dozek rewa ye û mafên xwe dixwaze. Pêvajoya aştiyê ya ku niha li Tirkiyeyê tê meşandin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girîng e û rê li gûrbûna agirê mezin digire. Asta pêngavên Tirkiye û PKK’ê baştir dibe. Pêwîst e hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê beşdar bibin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.