Divê ewil Serokê me azad bibe
În 14 Mijdar 2025 - 03:55

Yek ji malbatên ku dixwazin pêvajo bi aştiyeke mayînde encam bigire malbata Ete ya ji Sêrtê ye ku niha li Taxa Yenîkoyê ya Bismilê rûdinê. Sê zarokên malbata Ete di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûne. Muhsîne Ete (Sema Koçer) di sala 2005’an de li Sêrtê tevlî PKKê dibe û di 5’ê Tebaxa 2009’an de li herêma Kato Marûnis a navçeya Elkê ya Şirnexê bi hevalekî xwe re di kemînekê de şehîd dibe. Hesen Ete (Koçer Rûstem) yê ji şehadetê xwişka xwe bi bandor dibe di sala 2010’an de tevlî PKKê dibe û di 21ê Cotmeha 2014’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Şengalê şehîd dibe. Sûltan Ete (Sila Tolhildan) jî di sala 2014’an de li Botanê tevlî PKKê dibe û di 22’ê Mijdara 2022’an de li herêma Zapê şehîd dibe. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 22yê Cotmehê de ragihandibû ku Sûltan Ete şehîd bûye. Dayika sê cangoriyan Xemê Ete têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û gavneavêtina dewletê rexne kir. Xemê Ete xwest ku aştiyeke baş pêk were û got:“Em divên lihevhatinek çêbibe. Bila derê hefs û zindanan bê vekirin, Serokê me azad bibe. Em dixwazin Serokê xwe bibînin û weke gelê Kurd bibin xwedî maf. Em naxwazin ne dayikên leşkeran ne jî dayikên Kurdan bigirîn.”
Eşma me yek e
Xemê Ete diyar ku her sê zarokên wê ji bo meseleya Kurd çareser bibe canê xwe dan û got:“Êşa me êşa hemû gelê Kurd e. Sê zarokên min çûne bila qurbana Kurdistanê bin. Em pê serbilind û serfiraz in. Zarokên me berê xwe dane wê rêya paqij.” Xemê Ete bal kişand ser gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine û got:“Gerîla ji bo lihevhatinê, aştiyê, Serokatiyê çekên xwe şewitandin û rabûn hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandin. Divê dewlet jî gavekê biavêje lê hêj neavêtiye. Em hêvî dikin ku dewlet gavekê biavêje û xweşî, aştî û azadî çêbibe. Bila ne dayikên leşkeran ne dayikên gerîlayan ne jî dayikên hepsiyan bigirîn. Divê dewlet ewilî gavekê ji bo Serokatiyê biavêje. Ji bo hepsiyan, lihevhatinê biavêje. Lê heta niha dewletê hê jî tu tişt nekiriye. Divê ewil Serokê me azad bibe, hepsiyên me bên berdan û dinya xweş bibe. Heke gav neyên avêtin wê pêvajo nemeşe.”
AW/FEXREDÎN KILIÇ











