Divê gel budçeyê diyar bike

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 16:30

  • Hevserokê Şaxa Egîtim Senê ya Hejmara 2’yan a Amedê Serhat Kiliç têkildarî budçeya perwerdehiyê anî ziman ku butçeyê ji şer re vediqetînin û budçeya perwerdehiyê kêm dikin.

Wezareta Perwedehiyê diyar kiribû ku di 2025’an de budçeya perwerdehiyê ji sedî 14,84’ê hatiye veqetandin û ev budçeya perwerdehiyê 2 trilyon û 186 milyar lîreyê Tirk e. Saziyên sivîl û sendîka budçeyên ji bo wezaretan hatine veqetandin rexne dikin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’yan a Amedê Serhat Kiliç kêmasiyên budçeya perwerdehiyê nirxand.

Serhat Kiliç diyar kir ku niha di parlementoyê de rojev budçe ye, lê fikra gel û kedkaran nayê pirsîn û got: “Helbet di vê pêvajoyê de gelek rexne yê me hene. Budçe bi taybetî bi baca ji gel tê komkirin di xezîneyê de kom dikin. Ev baca ku ji gel hatiye û di xezîneyê de kom bûye, dê çawa bê parvekirin? Lê mixabin li Tirkiyeyê tu carî ev pêvajo yên budçeyê demokratîk nebûye. Dabeşkirina butçeyê ji gel re girtî ye. Divê gel butçeyê diyar bike. Bi fikrên gel, bi fikrên kedkaran were diyar kirin.”

Serhat Kiliç diyar kir ku dema bac tên komkirin li şer û sermayedaran tê parvekirin û ev yek anî ziman: “Em ê weke KESK’ê di vê pêvajoyê de li çar bajaran ji bo budçeyê û Tirkiyeke demokratîk mitîngan li dar bixin. Em ê ji Amedê biçin Wanê û li wir budçeyeke demokratîk bixwazin.” AW/AMED

 

* * *

Li Efrînê mal û milk tên dizîn

Bi destpêka berhevkirina berhemên darên zeytûnan re, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û kesên li Efrînê hatin bicihkirin talankirin û êrişên li dijî şêniyan dewam dikin.

Li bajarê Raco, çeteyan berhema 100 daran a şêniyên bi navê Emîn Reşîd û 200 daran a malbata Bilal Bilal li gundê Etmana dizîn.

Li gundê Şêx Bilal, çeteyan nêzîkî 150 çiwan (13.5 ton) zeytûnên çend malbatên ku li benda pejirandina "Komîteya Aborî" bûn, dizîn.

Li bajarokê Bilbilê, niştecihan berhema 50 darên Mistefa Ehmed Memûş û 60 darên a Mihemed Îsa Memûş li gundê Kotana dizîn.

Şêniyê bi navê Nîhad Midor Omer, ji gundê Bêlê, diyar ku 2 çeteyên ji "Ofîsa Aborî", yên bi navê "Ebû Bekir" û "Ebû Xalid" têne nasîn, 250 çiwal (22 ton) berhema 900 darên li nêzî gundê Derwîş dizîn, tevî ku wî kaxezên xwe radestî "Komîteya Aborî" kiribû û li benda pejirandinê bû.

Kesê bi navê Heyder Beac, serokê koma çete ya bi navê "Firqeya 9’an" a girdayî Tirkiyeyê, rê neda şêniyê bi navê Ehmed Sîdo Elî ku berhema 100 daran li nêzîkî gundê Dîkê berev bike, bi hênceta ku wî berê ew firotiye.

Her wiha berhema 300 daran a Farûq Huseyîn li gundê Sarincekê yê navçeya Şeran jî hate talankirin, tevî ku wî destûra fermî ya çinîna wan wergirtibû.

Gundên Bêlê, Qizilbaş, Derwîş, Alçiya, Diraqliya, Sariya, Zeytûnak, Omer Simo, Heftar, Şêxhûrzê û Ebûdan  yên navçeyên Şera û Bilbilê, rastî talanên berfireh ên çeteyan hatin. Çeteyan komên karkeran çêkirin da ku berhema bi dehan zeviyên şêniyên Efrîn desteser bikin.

Zeviyên hatine talankirin ev in:

Hezar darên Fayiq Ehmed Şêx Îsmaîl Zade.

200  darên malbata Enwer Mihemed Şêx Îsmaîl Zade li gundê Zeytûnak.

Şeva 10ê Mijdarê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker, digel niştecihan, girtin ser mala parêzerê bi navê Bayram a li gundê Kîlê, dema ku ew ne li mal bûn. Çeteyan deriyê malê, pencere, deriyên odeyan, mobîlyayên odeya rûniştinê, televîzyonek û tiştên din talan kirin, û bi kamyonekê tiştên dizî birin. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN / XEYS ŞEMSEDÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.