Şehîd Bêrîtan bingeha berxwedanê ye

În 24 Cotmeh 2025 - 03:40

Gerîlayên YJA Starê Viyan Avesta, Darsî Amed û Rojda Brûsk bi wesîleya salvegera 33'emîn a şehadeta ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) qala mîrateya berxwedanê ya şehîd Bêrîtan kirin. Gerîlaya YJA Starê Darsî Amed diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî mejiyê bi serweriya mêr xeta jinê diyar kiriye û got:"Hevala Bêrîtan nîşanî me da ku divê em çi qebûl nekin û em ji bo çi şer dikin. Berxwedana îro ya li rojavayê Zapê jî li ser xeta Bêrîtan dewam dike. Çalakî û sekna şehîd Bêrîtan, rê li ber têkoşîna me xist. Têkoşîna me ne tenê li hemberî dijmin e, di heman demê de li hemberî mejiyê bi serweriya mêr e. Xeta ku hevala Bêrîtan diyar kiriye xeteke îdeolojîk e; ne tenê berxwedaneke çekdarî ye. Armanc û hewldana me ji bo wê yekê ye ku li ser xeta hevala Bêrîtan jiyaneke nû ava bikin, li ser vê xetê kûr bibin û jinan hemûyan li ser vê bingehê temsîl bikin."

Gerîla Rojda Brûsk destnîşan kir ku Bêrîtan bi çalakiya xwe ji bo artêşbûna jinê roleke dîrokî bi cih anî û got:"Şervanên weke hevala Bêrîtan li çar aliyên Kurdistanê sekna jinê afirandine. Sekna ku hevrê Bêrîtan li hemberî xiyanetê nîşan da, ji bo me pîvanek e. Hevala Bêrîtan di artêşbûna jinê de gaveke dîrokî avêt. Hem ji aliyê çalakiyê hem jî ji aliyê asta fermandariyê ve bû nûnera jin a Kurd a berxwedêr ku Rêbertî dixwaze biafirîne. Li gel ku şervaneke hîn salekê bû li dijî hêzên komploger û xayin di jiyana azad de israr kir, xeta wê diyar kir."

Gerîla Viyan Avesta jî got:"Berxwedan û nasnameya ku hevala Bêrîtan afirand bû bingeha têkoşîna me. Li hemberî xayinan ti carî serî netewand, li dijî êrîşan berxwedêriya me û israra me ya di azadiyê de nîşan da. Çalakiya hevala Bêrîtan ji bo jinên Kurd nasnameyek, xetek diyar kir. Hînî me kir ku weke jin çawa dikarin bibin nîşaneya azadiyê. Têkiliya navbera şehîd Bêrîtan û Rêbertî jî gelekî xweser e. Dibe ku hevala Bêrîtan ti carî Rêbertî nedît, lê belê xwest romana wî binivîsîne. Di fikir de azad bû, di çalakiyê de zelal bû. Ji ber ve yekê teslîmî xiyanetê nebû û li ser xeta azadiyê meşiya."

ANF/BERJÎN ONÛR-DILARA NÛRHAQ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.