Krîzên li Rojhilata Navîn
În 24 Cotmeh 2025 - 03:00

- Rêber Apo li ser hêmanên bingehîn ên modernîteyê û civakê vê tespîta girîng dike: “Hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk civaka aborî, ekolojîk, exlaqî û polîtîk, jeoçanda herêmê esas digirin. Ev jeoçand çi hêmanekî parçeker ferz nake. Berevajî alternatîfên hêmanên parçeker yên heyî pêk tîne.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Rêber Apo destnîşan kir ku jeoçanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya dewleta netewe re bi awayekî kûr di nava nakokiyê de ye û ev yek hêzê dide meylên yekparebûn û entegrasyonê û ev nirxandin kir: “Di ti dema dîroka xwe de herêm bi qasî di dema dewletên netewe de parçe nebûye. Parçebûnên pêkhatî jî di asta desthilatdariyê de mane, zêde bandor li jiyana çandî nekirine. Cihêrengî û cudahiyên dînî û etnîk bi hezarên salan di nava hev de man û ev bi yekparebûna jeoçandî ve têkildar e. Heta mezinbûnên hegemonîk ên têkildarî desthilatdariyê jî timî di nava herêmê de bi pêş ketine.
Bêguman, tevî ku jeoçandên bi heman rengî li Efrîka û Emerîkayê hene jî bi qasî Rojhilata Navîn di asta aristaniya navendî de pêşketî nînin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst bi herdu meylên jeoçandên dîrokî yên herêmê re di nava pevçûn û nakokiyê de ne. Gelekî guftûgokirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û bi ti awayî çaresernebûna wan, bi vê nakokiya kûr ve girêdayî ne.
Hêmanên bingehîn ên modernîteya demokratîk civaka aborî, ekolojîk, exlaqî û polîtîk, jeoçanda herêmê esas digirin. Ev jeoçand çi hêmanekî parçeker ferz nake. Berevajî alternatîfên hêmanên parçeker yên heyî pêk tîne.”
Gelekî eşkere ye ku paradîgmaya neteweya demokratîk xwediyê wê kapasîte û naverokê ye, dikare şer û pirsgirêkên ku yekdestdarên mêtinkar û desthilatdariyan bi awayekî hişk rê li ber wan vekiriye û zêhniyetên homojenker, şerker milliyetgir, cinsiyetparêz, dîndar û pozîtîvîst ên dewleta netewe, ji holê rake.
Ya kapîtalîzm û îndustriyalîzm ferz dikin, ne bi tenê aborî û hawîrdorê li krîzan diqewimînin, li ser bingehê dewleta netewe parçe dikin û bi vî awayî gelekî zêde hatinê kêm dikin. Hêmanên aborî û ekolojîk ên modernîteya demokratîk van bandorên girîng û neyênî bi tenê ji holê ranakin, di heman demê de hevgirtina ku pêdiviya civaka ekolojîk û aborî pê heye jî pêk tîne, derfet û îmkanan dide hatina herî zêde û çarçoveya zirara herî kêm bide jî pêşkêş dike. Derfet û îmkanan dide her cûre yekîtiyên kominî yên ekolojîk û aborî yên li dora kominên cotkarî-av-enerjiyê pêk bên, dîsa derfetê dide palpiştiya ku pêdiviya civaka ekolojîk û aborî pê heye û çanda dîrokî ferz dike, pêşiyê li bêkariyê digire, xebatê azadbûn dihesibîne û rê vedike li ber nîzamekî bereketê mumkîn dike. Hêmanên civaka exlaqî û polîtîk a modernîteya demokratîk, ji hegemonya dewleta netewe ya fetîşîzma desthilatdarî û huqûqê diafirînin, dibihurin û bi vî awayî rê li ber pêşketina civaka demokratîk vedikin. Li şûna yekdestdariyên desthilatdar ên bi nasnameyên serê wan girtî yên jeopolîtîka herêmê parçe û bêber dikin, bi têgihiştina siyaseta demokratîk, nerm, serê wê li herêmê û heta nava dinyayê vekirî radibe, di nava hevgirtina xwe de cihêrengî û cudahiyan dihewîne û bi vî awayî xwişk û biratiya gelekî pêdivî pê heye, mumkîn dike.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN













