Ji bo aştiyekê divê girtî bên berdan
În 24 Cotmeh 2025 - 03:35

Hevserokê TUAY-DER a Êlihê Hasan Arigtekîn got ku ji bo aştiyeke mayînde û avakirina civakeke demokratîk divê hemû girtî, bi taybetî jî girtiyên nexweş, serbest bên berdan.
Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin bigihê armanca xwe, hêviya sereke ya civakê ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Lê belê desthilatê hê jî di vî warî de gaveke berbiçav neavêtiye. Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Êlihê Hasan Arigtekîn destnîşan kir ku serbestberdana girtiyan dê gaveke pêbawer be ji bo ev pêvajo bo aştiyê bi encam bibe.
Hasan Arigtekîn bi bîr xist ku li girtîgehên ku binpêkirinên mafan berdewam dikin, hezar û 412 girtiyên nexweş hene û 335 ji wan nexweşîna wan giran e û got: "Di nav wan de, Mehmet Emîn Çam û Saît Ozer ên ku li Girtîgeha Êlihê ne, nexweşiyên dil û kronîk bi wan re hene û hewceyê dermankirinê ne. Dermankirina wan tê astengkirin. Malbatên wan jî ji ber sirgûniya wan a li girtîgehên dûr, zehmetiyên mezin dikişînin. Ew nikarin xwe bigihînin zarokên xwe. Ew ji tenduristiya wan bi fikar in."
Hasan Arigtekîn destnîşan kir ku tevî axaftinên li ser aştiyê jî tu gavên pêbawer nehatine avêtin û got: "Ger li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk ji bo misogerkirina xwişk û biratiya di navbera gelan û aştiya mayînde li Tirkiyeyê înîsiyatîf hebin, divê berdana girtiyên nexweş pêşîniya yekem be û piştre jî berdana hemû girtiyên siyasî."
MA / ÊLIH / OZAN BAYINDIR













