Bêrîtan pêşengtî ji artêşbûna jinan re kir

În 24 Cotmeh 2025 - 03:42

Gaziya şer Şîlan Kobanê ya yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Bêrîtan Gulnaz Karataş bi bîr anî diyar kir ku  fermandar Bêrîtan pêşengtî ji artêşbûna jinan re kir û bû xwedawenda şer û jiyanê.

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê  têkildarî 33. salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Şîlan Kobanê di destpêka axaftina xwe de di şexsê Fermandar Bêrîtan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “Şehîd Bêrîtan bi berxwedan û helwesta xwe ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li Kurdistanê  rêya têkoşînê ya di pêşengiya jinan de diyar kir. Îro jî li ser vê rêyê têkoşîna azadiyê her diçe mezin dibe.”

Gaziya şer Şîlanê anî ziman ku çawa fermandar Egîd ji şoreşa Kurdistanê re bû pêşeng, şoreşgera mezin Bêrîtan jî pêşengtî ji artêşbûna jinan re kir û wiha dewam kir, “Heval Bêrîtan bi berxwedana xwe bû xwedawenda şer û jiyanê. Her wiha bû serhildêriya li hember xiyaneta dîrokî. Fermandara bedew û narîn Bêrîtan di şexsê xwe de rêbazê berxwedana jinên Kurd a hemdem  derxist holê û pratîze kir. Di dîroka gelê Kurd e rûpeleke  nû vekir û bû banga têkoşîn û serhildanê.”

Şîlan Kobanê bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî fermandar Bêrîtan û wiha axivî, “Rêbertî têkildarî berxwedan û şehadeta heval Bêrîtan nirxandinên pir girîng kirine. Rêbertî dibêje, ‘Ruhê fedaî yê jinê bi hevala Bêrîtan re bûye xet.’ Ev xet ji bo me tevahî jinên şoreşger esas e.”

Endama FGBRS’ê û gaziya şer Şîlan Kobanê destnîşan kir ku weke gaziyên jin wê timî di rêya şehîd Bêrîtan de bimeşin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em ê ti carî dest ji têkoşîna bi fikir û felsefeya Rêber Apo rohnî dibe, bernedin. Bi vê wesîleyê di şexsê hevrê Bêrîtan de em tevahî  hevalên me yên şehîd bi rêzdarî û bi hurmeteke mezin bi bîr tînin. Weke gaziyên şer em ê li ser esasê perspektîfên Rêbertiya xwe xeta Bêrîtan timî jiyanî bikin.  Em ê weke şervanên fermandar Bêrîtan jiyaneke ji xiyanetê dûr, li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bikin .” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.