Ji serketinê wêdetir ti rêyek tine ye
În 24 Cotmeh 2025 - 03:55

- Fedayîyên Tabûra Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn li dijî navenda TUSAŞ’ê ya li Enqereyê, di 23’ê Cotmeha 2024’an de çalakiyeke fedayî pêkanîn. Peyama wan a beriya biçin çalakiyê, cara yekem di Gerîla TV de hate weşandin.
Çalakiya fedayîyên Tabûra Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn li seranserî cîhanê dengeke xurt veda. Li nava dilê Tirkiyeyê çalakiyeke bêhempa lidarxistin û peyameke xurt dan dewleta Tirk. Axaftina dawî ya beriya çalakiya xwe kiribûn, cara yekem di Gerîla TV de hate weşandin. Peyama Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojgel Hêlîn wiha ye.
Ji bo serketinê em amade ne
Şehîd Asya Alî: Em bi hevrê Rojger re diçin ser erka xwe. Di destpêkê de ez bibêjim wateya vê erkê ji bo me gelekî mezin e. Destpêkê armanca me ew e ku ji bo berxwedana dîrokî ya Rêbertiya me ya li êşkencexaneya Îmraliyê, dilopek be jî, em layîq bin. Li gel vê em dixwazin piştgiriyekê bidin berxwedana bêhempa ya hevrêyên xwe. Em di nava lêgerîna bersivdayîna êrişên dagirkerî û îlhaqê yên dijmin ku li başûrê Kurdistanê pêk tîne de ne. Em berpirsiyariya bersivdayîna zext û êrişên li ser gelê me jî, hildigrin. Ev demeke dirêj e em li benda vê erkê bûn. Divê wateyê de em xwe gelekî bi şens dibînin. Em jî ji bo serketinê amade ne. Em di wê zanebûnê de ne ku ji serketinê wêdetir ti rêyeke me nîne. Berpirsiyariyeke din a li ser milê me jî, em weke hevalek jin û hevalekî mêr diçin vê erkê. Di rastiyê de em di wê baweriyê de ne ku emê nîşanî dost û dijminan bidin ku hevrêtiya jin û mêr a PKK’ê çawa ye.
Em tolhildana hestiyên di kîsan de ne
Bi taybetî em dixwazin nîşanî dijmin bidin ku jin û mêrên ku xwe bi felsefeya Rêbertiyê rapêçabe, dikarin çi tiştan bikin. Em bawer dikin ku em ê vê serbixin. Di heman demê de soza me ya tolhildanê heye. Di rastiyê de em tolhildana hestiyên şehîdan ku di kîsekî de dane bavê wî û di koliyekê de dane dayîka şehîdan e. Em di nava wê lêgerînê de ne ku em bibin bersiva her êşeke ku dijmin bi gelê me daye kişandin. Em xwedî vê îdîayê û biryardariyê ne. Em bi biryar in ku em ê bikevine nava dijmin. Çawa ku ew mafê dagirkirina xaka me li gel xwe dibîne, em jî xwedî wê mafê ne ku em di dilê wê de lê bixin. Em bawer dikin ku em ê di vê yekê de serketî bin. Di wateya giştî de ez bawer dikim ku em ê serketî bin û ez ji hevrêyan re serketinê dixwazim.
Ez gelekî bi şens û kelecan im
Rojger Hêlîn: Heval Asya gelek tişt anîn ziman, ez jî di vê çarçoveyê de naxwazim zêde dirêj bikim. Em ê nîşanî dijmin bidin ku hevalek jin û mêr, çawa pêwîst e biçin ser karê xwe, li ser bingeha felsefe û hizra Rêber APO bi pratîka xwe nîşan bidin. Em bi vê yekê bawer in û ev ji bo me şanseke gelekî mezin e. Ji ber diçim karekî wihaez gelekî bi şans, kelecan û kêfxweş im. Em ê vê kelecana xwe nîşanî hevalan, gelê me û dijmin jî bidin. Derfeta herî biçûk a dikeve dest me, emê veguherînin çalakiyeke mezin.
Divê carna bi zimanê dijmin biaxivin
Tiştên ku li Kurdistanê tên jiyîn, şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê tê meşandin. Vê gavê berdêlên gelekî mezin tên dayîn. Em hîs dikin ku li gel hevrêyên şer dikin, em jî şer dikin. Di vê wateyê de em lêhûrbûnên mezin jiyan dikin. Li ser vê bingehê me biryara çalakiya fedayî wergirt. Divê carna mirov bi zimanê ku dijmin fam dike, gav biavêje. Dijmin wê ji vî zimanî fam bike. Mînak; çalakiyên di sala 2016’an de hatin kirin, bandoreke mezin li ser min çêkirin. Bi rastî jî ew sal sala fedayiyan bû. Dijmin dihat şikandin û neçar diman biçin gel Rêbertiyê. Divê gavên wiha mezin bên avêtin. Vê gavê li Kurdistanê gelek tiştên qirêj tên meşandin. Li ser ziman, çanda me komkujî û wehşet tê meşandin. Weke şoreşger nabe ku em li vê yekê temaşe bikin. Wicdana me qebûl nake. Bi taybetî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO, divê gavên wiha bên avêtin. Ez temaşekirina vê rewşê weke xiyanetê dibînim. Ez ji çalakiya heval Sara û heval Rûken gelekî bandor bûm. Di demeke ku dijmin digot ‘Êdî wê kesek navê PKK’ê nebîhîzze, PKK nema’ de, hevrêyên me ev çalakiya fedaî kirin. Piştî re hevrê Erdal û hevrê Rojhat li Enqerê li navenda wan çalakî kirin. Divê em jî bibin şopdarê van hevrêyan. Fedayîtî ne tenê xwe teqandine. Şehîd Zinar Raperîn dibêje:’’Fedayîtî bersivbûna li her qadê ye.’’ Ango li her qadeke xebatê divê bi jidil serketî bin. Lê hin qad jî hene, divê ev çalakî bêne kirin. Ji ber hevrêyan ev erk dane min, ez gelekî kêfxweş im. Ez bawer dikim ku em ê vê çalakiyê bi serketî pêk bînin.’’
ANF/BEHDÎNAN














