Koçber li benda vegereke bi ewle ne
În 24 Cotmeh 2025 - 03:20

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku şertê sereke yê vegerê ewlehî û hebûna QSD û Asayîşê ye û hêviya vegerê her di dilê wan de zindî ye.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di axaftineke xwe diyar kir ku yek ji bendên sereke yên peymana 10’ê Adarê vegera koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Koçberên ji bajarê Efrîna dagirker jî têkildarî şert û mercên vegereke ewle axivîn.
Fewzî Silêmen diyar kir ku koçberên ji Efrînê 2 caran koçber bûn, di riya koçberiyê de jî bi gelek zehmetiyan rû bi rû man. Lê belê koçber ji bo vegereke ewle di berxwedana xwe de bi israr in û got: "Divê peymana 10'ê Adarê, xala vegera koçberan pêk were. Lê hîna jî hikumeta veguhêz tu gav neavêtine."
Fewzî Silêmen diyar kir ku hîna li Efrînê sûc tên kirin. Çete ji bo ku mal û milkên gelê resen bidin wan, pereyan ji wan dixwazin, lê dîsa jî nadin û her wiha li Efrînê ewlehî nîn e.
Fewzî Silêmen bal kişand ser banga fermandarê QSD’ê ya ku koçberên Efrînê amede bin û wiha got: "Kêfxweşiyeke mezin di dilê efrîniyan de çêkir.”
Bîlal Bilal wiha got: "Em dixwazin di bin sîwana rêxistina xwe, Asayîş û QSD'ê de vegerin. Her wiha tu carî wê xwîna şehîdan jî li erdê nemîne. Axa Efrînê niha di destê çeteyan de ye, heya ev ax ji dagirkeriyê neyê paqijkirin em venagerin. Em li benda vegerê ne û her amede ne.”
Emîne Yûsif diyar kir ku heya çete di hundirê Efrînê de hebin, koçber venagerin û wiha got: “Da ku em bi rûmet bijîn, me ew qas zehmetî kişand, çi dibe bila bibe em bi hebûna dagirkeriyê venagerin. Çavê me her li benda vegereke birûmet e.”
ANHA/HESEKÊ/ZEYNEB ŞÊXO















