Ji koçberên ji Efrînê daxwaza vegerê

Şemî 14 Sibat 2026 - 03:35

Koçberên Efrînê yên ku niha li stargehên li Girkê Legê dijîn, daxwaza vegera ewle bo mal û gundên xwe yên li Efrînê kir.

Koçberên Efrînê niha li stargeheke li bajarê Girkê Legê dimînin, êş û azarên xwe yên ji ber koçberiya dubare anîn ziman û daxwaza vegera ewle ji bo mal û malên xwe yên li Efrînê kir.

Emel Qenber 3 caran bi zorê koçber bûye, got koçberiya herî dawî pir dijwar bû û diyar kir ku otomobîla wan di rê de xera bûye.

Emel Qenber anî ziman ku piştî ew gihaştin stargehê pêdiviyên bingehîn ji bo wan hatine peydakirin, lê daxwaza wan a sereke vegera ewle ya ji bo malên wan e.

Ehmed Sîdo jî 4 caran bi zorê koçber bûye diyar kir ku êşa şêniyan ne ji şert û mercên dijwar ên koçberiyê, lê erd, mal û milkên wan li Efrînê dagîrkirî ne. Ehmed Sîdo xwest di zûtirîn demê de vegerin Efrînê.

Meryem Mela Nesan jî 4 caran ji warê hatiye koçberkirin, destnîşan kir ku xelkê Efrînê di van demên dawîn de zehmetiyên mezin kişandine, gelek malbat neçar mane di şert û mercên dijwar ên zivistanê de li ser rêyan bimînin û zarok û jinan êşên giran kişandine.

ANHA/QAMIŞLO/ROHAT XELEF – KÎNAN AL SEYID

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.