500 barhilgir derbasî Rojava bûne

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:33

Di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li seranserê Başûrê Kurdistanê kampanyayên komkirina alîkariya mirovî ku ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê hatin destpêkirin berdewam in. Ev alîkarî ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser û gelek rêxistinên civakî, navxweyî û xêrxwaziyê yên Başûrê Kurdistan û Ewropayê ve digihînin Rojava û bi hemahengiya li gel Heyva Sor a Kurd û Encûmena Koçberên Efrîn û Şehbayê, têne belavkirin. Li gorî bîlançoya lijneya peywendîdar, heta niha zêdetirî 500 barhilgir xurek û pêdawîstiyên tenduristiyê, pêdawîstiyên zarokan û kelûpelên din ên germkirinê gihiştine bajar û bajarokê kantona Cizîr a Rojavayê Kurdistanê. Xebatkarên lijneya seferberiya giştî ku pêşengtiya karên mirovî dikin ragihandin ku sazî û rêxistinên din hîna bi wan re di têkiliyê de ne ku di rojên pêş de zêdetir alîkariyê pêşkêş bikin. Ji bo sotemeniya germkirinê, heta niha bi ser zêdetirî 11 hezar malbatan alîkarî hatiye belavkirin. Bi giştî nêzîkî 300 hezar lître li stargehên penaberan hatine belavkirin. Rêveberiya Xweser bê navber sotemeniyê bi ser penaber û hem jî welatiyan de belav dike. Navendên tenduristiyê û klînîkên rêxistinên mirovî heta niha ji bo zêdetirî 5 hezar kesan alîkariya bijîşkî dabîn kirine. Heyva Sor a Kurd dest bi belavkirina 24 barhilgirên alîkariya ku ji aliyê Channel 8 ve hatî gihandin kir. Li gorî agahiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê, belavkirina alîkariyan li ser hemû dibistan û navendên penaberên li bajarên Kantona Cizîrê temam bûne, niha alîkarî li ser penaberên ku di malên xwe de dijîn tê belavkirin. Li gorî heman belgeyan, 255 barhilgir alîkarî derbazî Rojava bûne, di belavkirina alîkariyan de 516 xebatkar beşdarbûne. Ji vê alîkariyê 7 hezar û 802 malbatên li 183 dibistan û 12 mizgeftan sûd wergirtine. Her wiha 253 hezar û 332 lître sotemenî li ser 7 hezar û 139 malbatên koçberan de hatiye belavkirin. Li gel vê bi ser 35 hezar û 45 kesan de xurek hatiye belavkirin. Alîkariya tenduristiyê jî li 54 dibistanan ji bo 3 hezar û 965 kesan re hatiye dabînkirin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.