175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:38

Heyva Sor a Kurdistanê bi alîkariya sazî û dezgehên piştgiriyê hewil dide alîkariya malbatên koçber bûyî û xwedî pêwistî bike. Heyva Sor a Kurdistanê daxuyand ku di encama êrişên ji 6’ê Çile destpêkirî de heta niha 175 hezar kesî bi neçarî koçî Kantona Firatê kiriye. Rêxistinê diyar kir ku piraniya van koçberan ji Heleb, Dêr Hafîr, Tebqa û Reqayê hatine. Li gorî daneyan di encama êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, hatine revandin û desteserkirin lê hêj hejmara van temamî nehatiye zelalkirin.

Zêdeyî 175 hezar koçberên hatine Kantona Cizîrê bi destê Heyva Sor a Kurdistanê ve li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Her wiha li gorî agahiyan beşek koçeberên ji Eyn Îsa, Reqa, Tebqa jî derbasî Kobanê bûn. Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurd, koçberên hatine Cizîrê li 257 navendan hatine bicihkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku li hemû bajarên koçber hatinê yekîneyên alîkariyê ava kirine û tavilê qeydên koçberan digirin, li cihên guncaw bi cih dikin û piştre pêwistiyên wan ên lezgîn bi cih tînin. Saziyê daxuyand ku alîkariyên heta niha ji Başûr, Bakûr û derveyî welat hatine ji hêla yekîneyên wan ve hatine belavkirin. Saziyê destnîşan kir ku ji bilî wan hin saziyên din ên xêrxwaziyê û Daîreya Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser jî alîkarî belav kirine.

AW/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.