Gotin û pratîk hevdu nagire
În 24 Cotmeh 2025 - 03:30

Nivîskar Mizgîn Ronak a ku 30 sal di zindanê de ma û sê sal berê hat berdan da zanîn ku di vê pêjoya hatiye destpêkirin de dewlet ji dil tevnagere û got ku tevî di ser pêvajoyê re salek derbas bûye jî hê gotin û pratîka dewletê hev nagire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de manîfestoyek nû belav kir û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hate destpêkirin. Tevî ku hemû berpirsiyariya pêvajoyê li ser milê Komîsyona Demokrasiyê, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ye jî lê heta niha hê jî dewletê gavên berbiçav ango şênber neavêtiye. Gavneavêtina desthilatê, dewletê di nava civakê de nebaweriyê diafirîne û ev yek dike ku nakokî bikevin serê gel.
Nivîskar Mizgîn Ronak a ku 30 sal di zindanê de mabû û sê sal hatibû berdan, destnîşan kir ku di vê pêvajoya hatiye destpêkirin de dewleta Tirk hê jî tu gavên şênber neavêtiye û diyar kir ku di komîsyona ku hatiye avakirin de xuya dike dewlet hê jî dijminatiya xwe ya bi salan a li dijî zimanê Kurdî didomîne.
Mizgîn Ronak derbarê pêvajoya ku hatiye destpêkirin de diyar ku di nava vê pêvajoyê de hê jî dewlet gavên erênî neavêtiyê û got ku ev dewlet ji Kurdan re deyndar e û wiha axivî: “Mijara aştiyê bi navê xwişk-biratiyê gelek girîng e û her du jî têgehên sereke ne di vê pêvajoyê de. Deynê Kurdan û Kurdistanê li ser dewletê gelek e. Ev deyn heta sed salan diçe. Dewletê hê jî vî deynê nedaye. Ji niha û pê ve û di vê pêvajoya aştiyê de ev deyn êdî bûye hezar qatî. Ez weke keseka ku di girtîgehê de mame ez zanim ku di girtîgehê de çiqas nexweşî û zehmetî heye. Yên girtîgeh nejîn jî helbet fikreke wan heye. Ne hewce ye mirov qal jî bike. Ji rewşa girtiyan bigire û gelek kiryarên nelirê didim jiyîn. Di vê pêvajoyê de jî dîsa ji girtîgehan tabût derketin. Hê jî li ber çavên me dîsa li gelek deveran opersayonên leşkerî berdewam dikin. Ya dinê jî mînaka dayikan li ber çavên me ye. Dîsa jî ji bo zimanê Kurdî tu tiştek tune ye. Dayikên ku nikaribûn di komîsyonê de bi Tirkî biaxivin ew bû mînaka şermê. Di wir de jî wan arasteyî Tirkî kirin.”
Mizgîn Ronak anî ziman ku dewlet dîsa heman dewlet e, gotin û pratîka wê hevdu nagire û wiha got: “Dîsa weke demên borî bê samîmiyet tevdigerin. Hêzên derveyî normê û kontirgerîla tim hebûne. Navên wan ên dinê jî ku digotin hêzên tarî, veşartî û van hêzan diçin heta cemiyeta ‘Îttîhat Terakî’ hêza xwe ji wir digirin. Ji ber ku ev kar dê wisa nameşe bawerî jî bi dewletê nayê kirin. Ji zarokekî bigire heta dareke li Kurdistanê hebe vê ya qebûl nake. Aştî bi van operasyonên ku têne kirin nabe û dewlet di vir de samîmiyeta xwe îspat dike. Divê dewlet di vir de muzakerexweziya xwe îspat bike. Em hêvî dikin ev pêvanjo bibe aştî û dewlet jî deynê xwe bide û xwe îspat bike û gav biavêje.”
AW/AMED/ABDULLAH ESEN













