
Li Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê sala perwerde û hîndekariyê ya sala nû dest pê kir. Xwendekarên zanîngehê ji bo qlûb û komên xwe bidîn nasîn “Rojên Danasînê” li dar dixin. Rojên danasînê li nava zanîngehê pêk tên û bi dehan qlûp û koman standên xwe vekirine. Yek ji wan koman Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET) ye. Endamên DUKETê bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwendekaran pêşwazî dikin û agahiyên koma xwe parve dikin. Endamên komê têkildarî koma xwe û daxwazên xwe yên li ser zimanê Kurdî axivîn.
‘Em ê dersên Kirmanckî û Kurmancî bidin’
Endama DUKETê Arjîn Ceylan diyar kir ku qlûba DUKETê ji bo zimanê Kurdî hatiye avakirin û got: “Ji bo zimanê zikmakî winda nebe, ji bo nasnameya me tune nebe me ev kom avakir. Ji bo zimanê Kurdî di nav ciwanan de belav bibe em ê çalakiyan li dar bixin. Her roja diçe axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe. Em dixwazin zimanê Kurdî di nav civakê de belav bibe û were axaftin. Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin. Em ê qûrsan vekin û li wir dersên zimanê Kirmanckî û Kurmancî bidin. Em ê çalakiyên çandî li dar bixin û şanoya Kurdî bilîzin. Daxwaza me ew e ku ciwan tev li koma me bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Çalakiyên me jî ji bo na vê ne. Em dixwazin qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabin û bi zimanê Kurdî ders bigirin.”
AW/AMED














