Karasû: Rêber Apo, divê azad bibe
Çarşem 1 Cotmeh 2025 - 17:30
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû wiha got:"Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her gav, her pêşketin bi têkoşînê bûye. Di mijara azadiya Rêbertî de jî ya ku pêşketinê pêk bîne têkoşîn e."
Endamê konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû yek ji damezrînerên PKK'ê bûyerên di rojevê de nirxand.
Nirxandinên Karasû wiha ne:
Beriya her tiştî di salvegera 6'emîn a şehadeta wî de hevalê Riza bi hurmet û minet bi bîr tînim. Hevaltiya me ya têkoşînê ya bi hevalê Riza re gelekî nêz bû. Li gelek qadan em bi hev re xebitîn. Hevalê Riza yek ji hevalên destpêkê bû ku beşdarî koma Apoyî bû ku li Enqereyê ava bû. Ji Tûzlûçayirê beşdarî koma Apoyî bû.
Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de her gav, her pêşketin bi têkoşînê bûye. Di mijara azadiya Rêbertî de jî ya ku pêşketinê pêk bîne têkoşîn e. Lewma di salvegera 10'ê Cotmehê de bang li gelê me dikim ku xwedî li vê pêngavê derkeve, çalakiyên ku pêngavê xurt dikin lidar bixe.
Bêguman di mijara pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê jî rewşên welê hene ku dibin sedema fikarên cidî. Tayînkirina qeyûman li şaredariyên CHP'ê, girtina wan ew tişt in ku pêvajoyê dixin ber lêpirsînê. Em dixwazin pêvajoyê bi pêş ve bibin. Di vê mijarê de jî bi biryar in. Rêber Apo jî bi biryar e.
Hikumetê û dewletê gavek neavêt. Bivê nevê ev yek bû sedema pirs û fikarên 'Gelo dewlet bi rastî jî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike'. Lê belê ji bo serketina vê pêvajoyê em dîsa jî hewl didin. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Me partî fesix kir. Belê fesix kir. Ji ber ku weke ku Rêber Apo destnîşan kir ev prastî diviyabû bihate fesixkirin.
Çek hatin şewitandina, têkoşîna çekdarî hate terikandin. Belê, li Tirkiyeyê îradeya siyasetkirina demokratîk hate destnîşankirin. Belê, ev îradeya me heye. Baş e ev ê çawa bibe? Heta ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê neyê rakirin; em bibêjin ji vir çûn Tirkiyeyê; temam cezayê edlî nedan, lê belê piştî hefteyekê wê hemû bikeve girtîgehê. Ji ber ku qanûna têkoşîna li dijî terorê ya heyî, wê yekser her kesî bixe girtîgehê. Ne tenê qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûnên din jî hene. Rêbertî ji vê re got, 'Divê qanûnên civaka demokratîk' bêne amadekirin, got 'Qanûnên azadiyê'.
Eger qanûnek wê bê derxistin divê ji her alî ve bê nirxandin. Divê bi nêzîkatiyên zexel neyên amadekirin. Nêzîkatiyeke cidî û samîmî divê. Em dibêjin, em ê bi Tirkiyeyê re bikevin nava entegrasyona demokratîk. Em dixwazin Kurdan bi vî rengî bixin nava projeyeke yekbûna bi Tirkiyeyê re. Wê demê tu yê çima Kurdan lawaz bike? Tu yê çima me lawaz bike? Eger em ê di nava entegrasyona demokratîk de bin, hingî em ê bibin parçeyek ji vê Tirkiyeyê, em ê di nava komareke demokratîk de bin. Wê demê hebûna me, hebûna Kurdan wê komara demokratîk xurt bike. Wê demê bivê nevê em ê bibejin, 'nêta te çi ye', li vê yekê bipirsin.
Dema ku me bihîst ji ber dirûşma Kurdî ceza li Amedsporê hatiye birîn, em matmayî man. Bi taybetî di vê atmosferê de... Pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin, qala pêvajoyê tê kirin lê belê tîmek ji ber reklamê bi Kurdî tê cezakirin. Ev yek bi rengekî vekirî nêzîkatiya li Kurdî ye. Ya rast ev yek nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Hebûna gelê Kurd bi Kurdî şênber dibe. Gelek bi zimanê xwe tê bîranîn.
Nûman Kûrtûlmûş dibêje, hevdîtina bi Rêber Apo re 'di rojeva me de nîne'. Ma bi vî rengî dibe? Aliyên vê yekê nîne? Kurd aliyek nîne? Yanî wê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin? Wê entegrasyona demokratîk a Kurdan bi Komara Tirkiyeyê re nebe? Yan jî armanc ev nîne? Wê demê pêknehatina hevdîtina bi Rêber Apo re ku di navenda vê pirsgirêkê de ye, tê çi wateyê? Berê nirxandinên welê dihate kirin ku dibe ku hevdîtin pê re bê kirin. Her wiha yekî ji MHP'ê got, 'Dikare hevdîtin bê kirin'. Bendewariya civaka Kurd jî ev e.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveberiya xweser a li wê derê bingeha aramiya li Sûriyeyê ye. Herêma herî aram e. Bi avaniya xwe ya civakî, bi zîhniyeta xwe cihê herî aram e. Dikare li Sûriyeyê jî aramiyê pêk bîne. Modeleke bi vî rengî ye. Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen, her kes bi feraseteke demokratîk bi hev re dijîn. Êrîşî hev nakin, şer nakin. Ereb û Kurd bi salan e di nava xwişk û biratiyê de dijîn. Suryan, Ereb, Kurd bi xwişk û biratiyê dijîn. Mirov ne ji ber baweriya xwe ne jî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî dijminatiyê li hev nakin. Ji vê hêjatir tiştek heye?
Lewma polîtîkaya dewleta Tirk a li wê derê şaş e, polîtîkaya Şamê jî şaş e. Divê dewleta Tirk xwedî li Rêveberiya Xweser a li wê derê derkeve. Tirkiye dixwaze Sûriye demokratîk bibe yan na? Demokratîkbûna Sûriyeyê jî bi lihevkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şamê re dibe. Mebest ji lihevkirinê ne ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîmî Şamê bibe. Em ên din bidin aliyekî, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya Şamê ya têkildarî jinan qebûl nakin.
Hevdîtina Erdogan-Trump pêk hat, pesnê hev dan. Eger ewqasî pesnê hev didin, ev yek tê wê wateyê ku di navbera wan de bêbaweriyek heye. Nikare bê gotin ku gelekî li hev tên. Diyar e ku di navbera wan de gelek mijarên li hev nakin hene; yanî gelek pirsgirêk hene ku nikarin çareser bikin. Ji ber vê jî ewqasî pesnê hev didin. Jixwe piştî rojekê bû bawer im, Trump got 'Min heft şer qedand'. Erdogan got, 'Li ku qedandiye? Tiştekî welê nîne'. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN