Divê meclis ji bo çareseriyê bixebite
Sêşem 30 Îlon 2025 - 17:45
- Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelî civîn li dar xist û diyar kir ku di 1'ê Cotmehê de Meclîs tê vekirin û got ku di sala nû de divê gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên avêtin.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezai Temeli derbarê rojevê de li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temelî di destpêka axaftina xwe de ji bo civaknas Îsmîl Beşîkçî ku xwîn çûye ser mêjiyê wî û niha li nexweşxaneyeke Amedê tê dermankirin şîfa xwest û destnîşan kir ku Beşîkçî heval û hogirekî Kurdan e.
Sezaî Temelî diyar kir ku di qonaxeke dîrokî de di 1'ê Cotmehê de Meclîs vedibe û got ku sala nû ya qanûndanînê ji serdemên derbasbûyî cudatir e û têkoşînek radîkal hewce dike. Sezaî Temelî bi bîr xist ku ji 1'ê Cotmeha 2024'an ve bi silavdayîna Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ev yek anîn ziman: “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan, mîna erdhejekê erd hejand. Ev ne tenê metnek bû; manîfestoek dîrokî bû ku nexşerêya 50 salên şoreşa Kurd ji nû ve xêz kir. Ji paradîgmaya netewe-dewletî ber bi avakirina neteweya demokratîk ve guherînek ragihand. Bangewaziya Ocalan, berpirsiyariya PKK'ê ya ji bo xwefesixkirinê û danîn çekan zelal kir. Di heman demê de ji dewletê re ji bo reformên demokratîk zemînek pêşkêş kir. Weke bi dawîanîna tunehesibandina nasname, mîsogerkirina mafên hiqûqî, vekirina rêya siyaseta demokratîk. Bersiva ku PKK'ê di kongreya xwe ya 12'emîn a xwefesixkirinê de ragihand ku înkara hebûnê bi dawî bûye, stratejiya rizgariya neteweyî dev jê berdaye û ber bi entegrasyona demokratîk ve diçe. Di kongre de banga birêz Ocalan jî bi erênî hat bersivandin û xwefesixkirina xwe ragihand. Dostên Kurdan, demokrat û weke DEM Partî me kongreyê silav kir.”
Sezaî Temelî destnîşan kir ku divê qanûnên entegrasyona demokratîk di demek zû de bi cih werin û wiha pê dê çû: “Divê qanûnên ku têne hêvîkirin zû bi zû bên cîbicîkirin. Xebatên komîsyonê yên di vê dema kurt a 2 mehan de ev yek bi zelalî derxistiye holê. Êdî civaka Tirkiyeyê, gelên Tirkiyeyê, kedkar, her kes li benda çareseriyê ye. Ji ber ku her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, kêmbûna nanê li ser sifreyan wê bidome. Her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, bidawîbûna betaliyê ne mimkun e. Her kes dizane heta ev pevçûn bi dawî nebe, li Tirkiyeyê bi rastî sazkirina aştiyê û cîbicîkirina demokrasiyê ne mimkun e. Wê demê, rêya bidawîkirina vê yekê ew e ku gavên pêwîst di Meclîsê de bên avêtin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) û Qanûna Înfazê de divê guherîn bêne kirin. Pirsgirêka zindanan di asteke pir cidî de ye. Girtiyên siyasî hê jî di zindanan de ne. Girtiyên nexweş hê jî di zindanan de ne. Yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê qanûna înfazê ya heyî ye. Guherînên qanûnî divê bên kirin.”
Sezaî Temellî anî ziman ku divê Mecliîs zemîna hevdîtina bi aktorê serekê yê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan re ava bike û ev nirxandin kir: “Me bi israr ev yek ji komîsyonê re got hevdîtina we bi Îmraliyê re ji bo vê pêvajoyê diyarkerê herî krîtîk e. Divê hûn vê yekê pêk bînin. Lê mixabin, komîsyon hê jî ev yek nekiriye rojeva xwe. Vê înîsiyatîfê bigirin, vê wêrekiyê nîşan bidin. Êdî ji zîhniyeta ku xwe spartiye polîtîkayên ewlehiyê, mîna ku Meclîsê zapt kiriye, sîstemeke wesayetê çêkiriye, xilas bibin. Bi polîtîkayên ewlehiyê em nikarin bi rê ve biçin. Bi polîtîkayên rantê yên sermayeyê em nikarin bi rê ve biçin. Meclîsê ji van wesayetan rizgar bikin. Em ne ji bo şer, ji bo gel û aştiyê budceyê dixwazin.” AW / ENQERE