Di mehekê de 267 kes hatin kuştin
Çarşem 1 Cotmeh 2025 - 14:00
- Di meha Îlona 2025'an de li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, 267 kes hatin kuştin.
Di meha Îlonê de li deverên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, kuştina 267 kesan hat tomarkirin. Sedemên van kuştinan jî; êrişên li ser nasnameyên mezhebî, kuştinên bi navê rakirina tolê, êrişên ji aliyê kesên nenas ve hatine kirin, şerê di navbera eşîran de, teqîna bermahiyên şer, teqandina ketober a guleyan, înfazên li meydanan, kuştinên di rewşên biguman de ne. Ev bûyerên kuştinê, li Şam û gundewarên wê, Hums, Hema, Laziqiyê, Heleb, Tertûs, Idlib, Dera û Dêrazorê rû dane.
Li gundê Um Tîna yê bajarê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê jî, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz bi dronan êrişî sivîlan kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 8 kes hatin qetilkirin.
Di encama teqînan mayîn, bermahiyên şer an teqandina ketober a guleyan de derdora 20 zarok hatin qetilkirin û nêzî 15 jî jin hatin qetilkirin.
Di meha Tebaxê de li herêmên hikumeta veguhêz û herêmên dagirkirî 166 kes hatibûn kuştin.
Li Siwêdayê jî ji navîna meha Tîrmehê ve hejmara kesên di şer, qetilkirinên li meydanan û êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, 2 hezar û 48 e. Bi dehan kes jî hatine revandin. ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN