- Kargeha Amargî ya ku bi keda kolektîf a jinan hatiye damezrandin, di warê aborî de yek ji mînakên herî zindî yên Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li vir, jin bi rêya berhemên xwe fêrî dirûtinê dibin û jiyaneke azad û serbixwe ava dikin.
Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê jiyana siyasî û civakî, lê di heman demê de hebûna aborî ya jinan jî guherand. Nimûneyek berbiçav a vê veguherînê Kargeha Dirûtinê ya Amargî ye ku li Amûdê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye damezrandin. Ev kargeha ku bi keda jinan tê birêvebirin, dihêle ku ew pîşeyekê fêr bibin, beşdarî hilberînê bibin û serxwebûna aborî bi dest bixin. Bi nîşandana ruhê şoreşa jinan, Kargeha Amargî bûye cihekî ji bo veguherandina kedê ya ji bo azadiyê.
Jinên ku di kargehê de kar dikin, armanca xwe ya karkirina di kargehê de vegotin.
Suad Mele da zanîn ku ev nezî 6 meh in ku amadekariya Kargeha Amargî dikin da ku jin tê de fêrî dirûtinê bibin û wiha got: “Hemû jinên ku em niha pê re kar û xebat dikin, me bi yek destî bi rihekî komînal kargeh ava kir. Di nav de hin zehmetî jî hatin kişandin lê dema ku me dît em bi yek destî kargeha xwe amade dikin ew zehmetî li pêşiya me nedihat xuyakirin. Piştî amadekirina 6 mehan, ev 2 hefte ne ku kargeh bi awayekî fermî hatiye vekirin. Hemû kesên ku di kargehê de dixebitin, jin in. Her tiştê ku em didirûn em dibin bajar difroşin. Gelek berhemên me li bajaran hatin firotin û em di kargehê de jî difroşin.”
Xalya Kêfo jî diyar kir ku armanca wê ya di karkirina li kargehê, alîkariya malbatê ye. Xalya Kêfo anî ziman ku dixwaze aboriya xwe ya xweser bi dest bixe û wiha bi dawî kir: “Ji destpêka ku kargeh hat vekirin heta niha ez tê de kar dikim. Armanca min ew e ku ez fêrî dirûtinê bibim da ku alîkariya malbata xwe bikim. Her sibeh em tên kargehê, her jinek ji me diçe ser makîneya xwe karê xwe dike. Yek ji me perçe dibire, ya din didirû, yek ji me ûtî dike em hemû bi hev re kar dikin û kargeha xwe bi rê ve dibin. Her cilên ku em didirûn em dişînin bajar ji bo ku em li bazaran bifroşin. Me hemû jinan, piştgiriya hev kir û ev kargeh hat avakirin. Ez yek ji wan jinan im ku niha di kargehê de kar dikim. Kargeha Amargî derfetên kar ji jinan re diafirîne. Ez bang li jinan dikim ku werin kargehê fêr bibin û kar bikin, di mal de nemînin.” NÛJINHA / AMÛDÊ / ZEYNEB ÎSA