Pirtûkxaneya Şilêr; navenda rewşenbîriyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 00:27

  • Rêvebera Pirtûkxane û Cafeya Şilêr Fîdan Muhemed diyar kir ku Pirtûkxaneya Şilêr pirtûkên gelek zimanan li pirtûkxaneyê tê peydakirin û tekez kir ku ji her beşên civakê berê xwe didin pirtûkxaneyê, li vir çanda xwendinê û hev naskirinê pêş dixin.

ROJ DENÎZ / ANF / QAMIŞLO

Di dîrokê de gelê Kurd hertim rastî qirkirin û tinekirinê hatiye. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev qirkirin hate meşandin. Dagirkerên Kurdistanê hewl dan ku gelên Kurdistanê ji çand, ziman û dîrokê dûr bixin. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi şoreşa jinê û guhertina hişmendiya yekparêziyê tê nasîn re gel xwedî li çand, ziman û dîroka xwe derketin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pirtûkên Kurdî refên pirtûkxaneyan xemilandin û bi ked û derfetên kêm û zehmetiyên heyî re çanda xwendinê tê pêşxistin. Îro li herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê dema ku mirov li kolanan dimeşe çavên wan li pirtûkxaneyan dikevin. Yek ji wan jî Pirtûkxaneya Şilêr e ku rojane hejmarekî mezin xwendevanan dihewîne. Yekîtiya Nivîskarên Wêjeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 4’ê Îlona 2025’an de li bajarê Qamîşloyê yê kantona Cîzrê Pirtûkxane û Cafeya Şilêr vekir.

Berhemên Rêber Apo jî hene

Li Pirtûkxaneya Şilêr 7,500 pirtûkên bi zimanên cuda hatine weşandin hene. Di nav wan de berhemên Rêber Apo jî hene. Ji van 765 bi Kurdî, 70 bi Zimanên Biyanî û 7 hezar û 95 jî bi Erebî ne. Pirtûk di gelek kategoriyan de ji bo xwendevanan peyda dibin, di nav de yên zarokan, roman, çîrokên kurt, dîrok, folklor, helbest, lêkolînên jinan, huner, siyaset, felsefe, psîkolojî, hiqûq, civaknasî, zanist û bijîşkî hene. Weşanxaneya Şilêr 870 pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî çap kirine.

Çalakiyên rewşenbîri jî te lidarxistin

Rêvebera Pirtûkxane û Cafeya Şilêr Fîdan Mihemed li ser avakirina Pirtûkxaneya Şilêr axivî. Fîdan Muhemed diyar kir ku ev demeke dirêj e li ser xebat tê kirin û got, ‘’Pirtûkxaneya Şilêr di 4’ê Îlonê de hate vekirin, nêzî 6 mehan amadekarî jê re dihate kirin. Pirtûkên gelek zimanan li pirtûkxaneyê tên peydakirin. Pirtûkxane cihek ji bo bêdengiyê ye ku mirov li ser xwendin û komkirina agahiyan hûr bibe. Her wiha li kêleka pirtûkxaneyê me Cafeya Şilêr avakiriye, ew jî girêdayî pirtûkxaneyê ye. Piştî ku xwendevan xwendina xwe bi dawî dikin derbasî cafeyê dibin û li ser pirtûka ku xwendine nîqaşan dikin. Her wiha çalakiyên rewşenbîrî jî tên lidarxistin.”

Dixwazin çanda xwendinê pêş bikeve

Fîdan Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de qala armanca vekirina pirtûkxaneyê kir û wiha pêde çû: ‘’Armanca me ya sereke ya avakirina pirtûkxaneyê ew e ku em çanda xwendinê di nav civak û bi taybet nav ciwanan de belav bikin. Her wiha wate û girîngiya xwendinê em rast şîrove bikin û bighînin civakê. Ji bo wê jî ne tenê ciwan û xwendekar berê xwe didin vir, her beşê civakê berê xwe didin pirtûkxaneyê û cafeyê.”

Quncikê zarokan jî heye

Di nav axaftina xwe de Fîdan bal kişand ser beşa zarokan û wiha domand: ‘’Di pirtûkxaneyê de quncikê zarokan jî heye, di wê qûncikê de tenê pirtûk û çîrok ên girêdayî zarokan tê de heye. Gelek mamoste jî berê xwe didin pirtûkxaneyê dixwazin ji xwendekarên xwe re pirtûk û çîrokan bigirin.”

Hemû çand li hev kom dibin

Fîdan Mihemed anî ziman ku gelek kes berê xwe didin pirtûkxaneyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ruxmê ku Pirtûkxane û Cafeya Şilêr nû hatiye vekirin, lê dîsa hejmarek
mezin ji gel, xwendekar, nivîskar, rewşenbîr û mamoste û zarok û hemû beşên civakê tên pirtûkxaneyê. Di dema ku me amadekarî dikir de hejmarek mezin ji xwedekaran berê xwe didan me, pirtûkxaneyê bala wan pir dikişand. Di Pirtûkxane û Cafeya Şilêr de hemû çand kom dibin û çandên hev nas dikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.