Piştgiriyê didin Kampa Mexmûrê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 18:00

  • Di 19ê Îlonê de li bajarê Herfordê (Almanya) ji bo Kampa Mexmûrê konsêrek tê li dar xistin. Hozan Şemdîn, Sosin, Binevş Cizîrî, Zahîr Loran, Fewzî Kiliç û Sipan Xelat beşdarî konsêrê dibin. Stranbêj dixwazin ji bo xebatên çand û hunerê ya zarok û ciwanên Mexmûrê amûr û teknîkên pêwîst bikirin.

FIRAZ BARAN / KOLN

Hozan Şemdîn di destpêka vê salê de çû Kampa Mexmûrê û du meh û nîv li wir ma. Beşdarî şahiyên 8ê Adarê, Newrozê û 4ê Nîsanê bû û konsêr da. Dîsa li wir heşt bernameyên Şevbêrkên Dengbêjan jî kişand. Di her bernameyê de 10 stranên herêma Botan û Colemêrgê bi kamerayê tomar kir.

Hozan Şemdîn, li Kampa Mexmûrê piştgirî da xebatên çandî û hunerî jî. Wî zanîn û ezmûnên xwe bi zarok û ciwanên ku perwerdehiya muzîk û govendê dibînin re parve kir. Her wiha li kampê ji bo strana "Meymokê" ya ji albûma xwe ya dawî jî klîbek kişand. Hozan Şemdîn girîngiyek mezin da serdana malbat û saziyan. Taybetî bi serdana Saziya Malbatên Şehîdan bandor bû.

Bi xebatên ‘Mala Dengbêjan’ serbilind im

Me bi Hozan Şemdîn re li ser xebatên çandî û hunerî yên li kampê jî axivîn. Hozanê me dibêje: "Ez bi xebatên Mala Dengbêjan serbilind im" û ev agahî parve kirin: "Li Wargeha Mexmûrê Mala Dengbêjan heye. 30 dengbêjên me endamên saziyê ne. Li kampê studyoya tomarkirina dengê jî heye. Hevalên studyoyê stranên dengbêjên me tomar dikin. Mînak bi qasî 200 stranên Dengbêj Xelîlê Hîlalî (Goyî) hene. Me ji wan 70-80 stran nivîsandin. Stranên mayî jî divê bên nivîsandin. Fehîmeya Aviyanî, Nûrê Aviyanî, Aqîde, Rehîme, Cemîl, Şewket, Yûnis, Salih Îke û dengbêjên din jî... Pêwîste hemû berhemên wan bên tomarkirin û nivîsandin."

‘Ziman Kurdî ye, jiyan kurdewar e’

Hozan Şemdîn dibêje li Kampa Mexmûrê 12-13 hezar gelê me jiyan dikin. Piraniya wan ji Botanê, hinek jî ji Colemêrgê bûne û got: "Zimanê kampê kurdî ye û jiyana wan jî kurdewar e. Zarok û ciwanên me jîr in. Bi salan e zarokên me dibistanên seretayî, navîn û amadeyî bi zimanê xwe yê dayikê, Kurdî dixwînin. Gelê me çanda xwe yê resen diparêze. Ew hemû malbatên şehîdan in. Xwediyê bedelên giran in. Kampa Mexmûrê bo stranên otantîk jî kelehek pir girîng e. Divê lêkolînerên muzîkê biçin Mexmûrê, gotin û çîrokên stranan tomar bikin, li ser stranan analîzan binivîsin."

Bername û Armanca Konsêrê

Hozan Şemdîn ragihand ku di konsera 19ê Îlonê de Sosin, Binevş Cizîrî, Zahîr Loran, Fewzî Kiliç, Sîpan Xelat û ew beşdarî konsêrê bibin. Pêşkeşvanên konsêrê jî rojnamevan Gulistan Çiya Îke û hunermend Welat e. Hozan Şemdîn got: "Ev hemû hevalên me serdana Mexmûrê kirine. Bûne şahîdê xebatên çand û hunerî. Hin pêwîstiyên zarokên me hene. Aliyê amûran û teknîkê... Em bi hev re axivîn, me got: 'Em dikarin çi bikin?' Me got em konsêrekê li dar bixin. Hemû hevalan bi dil û can piştgirî dan. Kampa Mexmûrê ji bo me hemûyan sembolek e; ew sembola berxwedan, têkoşîn û fedakariyê ye."

Hozan Şemdîn diyar kir ku zarok û ciwanên kampê perwerdehiya çandî û hunerî dibînin û ew ê dahata konserê bo pêdiviyên amûr û teknîkî bikar bînin û got: "Zarokên me di warê ziman, muzîk, govend, şano, wênesazî, helbest û teknîkên lêkolînê de perwerdehiyê dibînin. Mixabin, derfetên kampê kêm in. Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî nade. Divê em hesas bin. Gelê me yê li Mexmûrê bedelên giran dane. Ji ber vê yekê, divê guhêkî me her tim li wir be."

Huner birînan derman dike

Hunermend diyar kir ku ciwanên ku lîseyê xeles kirine jîr in û aliyê çand, huner û neteweyî xurt in. Lê, ji ber zehmetiyên aborî diçin Bexda, Mûsil û Tikrîtê û dixebitin. Lewma neçar dimînin û karê çand û hunerî ber didin. Hozan Şemdîn got: "Zarokên ku li Kampa Mexmûrê mezin bûne di pêşarojê de dê bibin hunermend, nivîskar û helbestvanên girîng. Ji ber ku di aliyê teoriyê de zanane û û bi hezkirina şehîdan mezin bûne. Huner birînan derman dike. Êşê sivik dike. Leheng bi rêya hunerê nemir dibin. Zarokên Mexmûrê gelek zor û zehmetî dîtin. Di nav berxwedanê de mezin bûn. Ez bawer dikim ku ew ê di çand û hunerê de pir afirîner bin."

Herî dawî Hozan Şemdîn bang ji gelê Kurd ê li Herford û derdora wê kir û got: "Em silav û rêzên xwe ji gelê Kampa Mexmûrê re parve dikin û dibêjin: Kampa Mexmûrê ji bo gel û hunermendên me cihekî pîroz e. Di 19ê Îlonê de, em ê bi gelê li Herford û derdora wê re di konserekê de bicivin û em ê hewl bidin ku layiqî Mexmûrê bibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.