32 salên berxwedana Mexmûrê: Ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet (III)

În 28 Tebax 2026 - 17:00

  • Piştî 7 waran xelkê penaber li çola Mexmûrê hatin bicihkirin. Mexmûr tenê cihê dûpişk û maran bû. Çolek bû, toz, germa û bê av bû. Di rastiyê de hêzên ku dixwestin xelkê penaber belav bikin, wan li Mexmûrê terka mirinê kirin.

 

Ji Etruşê jî piştî 2 salan hatin derxistin, Rêveberiya Herêmê wan qebûl nedikir. Ew bê çare mabûn, li aliyek zext, gef û êrişên dewleta Tirk, li aliyê din ambargo û jiyanek zehmet. Rêveberiya Herêma Kurdistanê cih neda xelkê penaber, lewma wana mecbûrî rejîma Sedam kirin. Belê Kurdan cih neda wan, lê Sedam cih da wan. Êdi ew li ber rehma Sedam mabûn, lê Sedam jî ji bo mirinê, çola Mexmûrê da wan!

Mamosta Hiseyn Kara da zanîn ku ew ji Etruşê jî neçar man derbasî kampa Nînovayê bibin û wiha dom kir; ‘‘Em ji Etruşê jî neçar bûn derbasî kampa Nînovayê bibin. Em di Sibata 97’ê de derbasî Nînovayê bûn.

Livir jî carek din NY hat hinek alikariya mirovî kir, lê ew der weke Herêma Tampon di hate navkirin. Yanî ew der di navbera Herêm û Iraqê de bû. Em liwir bicih bûn. Ji xwe ewil em qismek hatin Nînovayê, lê piştre malbatên em ên din ku mabûn Etruşê jî hemû hatin Nînovayê. Bê guman li Etruş hinek malbat çun kampên Qesrok, Daretu, Girêgewrê, Sêmêlê. Yani qutbunek çêbû.

Serê xelkê jêkirin û firotin Tirkiyeyê!

Li kampa Nînovayê jî heman zehmetî dewamkirin. Sedam Hisên jî ditirsa ku me qebul bike. Lê piştî li Nînovayê jî heman êriş û zext çêbûn, şivanên me hatin qetilkirin, talan çêbû, sewalên milet hatin dizîn. Dîsa behsa guherîna wargehek din hate kirin. Li Nînovayê xelkê me dihatin revandin, serê wan jêdikirin û difirotin dewleta Tirk. Ji ber van êrişan gotin divê em wargehê bixin dorpêçê û were sîmkirin. Me qebul nekir, lewma me çadirên xwe şewitandin û carek din em koçber bûn.

Kurdan wan redkir, Sedam wan qebûl kir!

Vê carê me berê xwe da Nehdara. Li Nehdara NY zext li Iraqê kir, got ku YNK û PDK vane qebul nake, lewma divê Iraq qebul bike. Lê Iraq jî dibin ambargoyê de bû. NY ji Iraqê xwest ku tenê erd bide wan, ewê bi xwe alîkariyê bidin koçberan. Li ser vî esasî Iraqê me qebulkir.

Piştî Iraq qebûlkir, vê carê dîsa em ji Nehdara derketin û berê me dan Mexmûrê.

7 war hatin avakirin û hilweşandin: Herî dawî Mexmûr

Me 8 wargeh guherandin; Bihêrê, Şeraneş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etruş, Nînova û Nehdaran. Herî dawî jî em li Mexmûrê bicih bûn. Di 32 salan de me 8 wargeh avakir û hilweşand.’’

Mamosta Hiseyn Kara bi kurt û kurmancî sedema avakirin û hilweşandina 8 kampan wiha tîne ziman: ‘‘Sedema esasî dewleta Tirk bû, ya duyem hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û ya sêyemîn jî tawîzên Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî dewleta Tirk û PDK’ê bû. NY gunehbare divê mijarê de. Ji ber ferq û cûdahî dixist nava penaberan, zagonên xwe binpê dikir. NY pîvanên xwe binpê kir, ji ber em Kurd bûn, me ji her kesê cûda digirt dest.’’

Mexmûr: Cihê mişk û maran bû!

Piştî 7 waran xelkê penaber li çola Mexmûrê hatin bicihkirin. Mexmûr tenê cihê dûpişk û maran bû. Çolek bû, toz, germa û bê av bû. Di rastiyê de hêzên ku dixwestin xelkê penaber belav bikin, wan li Mexmûrê terka mirinê kirin. Ji ber Mexmûr ne cihê jiyanê bû, Sedam Hisên jî eger wan qebûlkiribe, bi xwe bawer nedikir ku ev gel wê bikare li vê çolê jiyan bike. Ev gel 7 war guhert, Herêma Kurdistan wan red dikir, dewleta Tirk êriş dikir û Neteweyên Yekbûyî jî erka xwe ya mirovî ya li hemberî penaberan bicih ne di anî. Lewma herî dawî li ber çiyayê Qereçox ya Mexmûrê hatin bicihkirin.

Mamosta Hiseyn Kara got ku dema ew li Mexmûrê jî bicih bûn, dewleta Tirk dev ji wan bernedida. Kara da zanîn ku ev eyba Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistanê bû, ew şirîkên van komkujiyanin.

Mamosta Hiseyn Kara di dawiya axaftina xwe de got; ‘‘Niha ti gunehê me nîne, dewleta Tirk sucdare, me tiştek hemberî dewleta Tirk nekiriye, me erkên hemwelatîbûna xwe pêk dianî. Lê tevî vê, dewleta Tirk me li ser axa me derxist. Niha gote goteyên valekirina kampê hene, başe emê li ser çi esasî vegerin. Faîlên vê koçberiyê, Kenan Evren, Tansu Çîler, Mehmet Agar, Tahsîn Şahîn, Cem Erseven û yên weke wanin. Dewlet jî vê baş dizane. Evane me xistin vê rewşê. 32 sale me gelek bedelên mezin da, me gelek zehmetî kêşa, lê me rûmeta xwe winda nekir. Eger niha dewleta Tirk lêborînê bixwaze, Rêber Apo ji me fedekariyek din bixwaze, em dixwazin bi pêvajoyê re bibin alîkar. Lê li ser bingeha banga Rêber Apo, em dikarin li ser esasê jiyana gelê welatparêz, fedekariyek din jî bikin. Em li ser vê bingehî ji vê pêvajoyê re amadene. Em teslîmyet û bê rûmetiyê qebûl nakin. Gotina Rêber Apo ji bo me esase, Rêber Apo îradeya meye, sibe bang bike, emê bangê pêşwazi bikin û vegerin.’’

IDRÎS KARA-ROJNEWS/MEXMÛR

Yekşemê beşa 4- Piştî 7 wargehên tije êş, zehmet û berxwedan, xelkê penaber li quntara çiyayê Qereçox ya bajarokê Mexmûr ya ser bi Mûsilê hatin bicihkirin. Mexmûr çolek bi toz û germa bû, havînek germ û zivistanek hişk û bê baran. Ew terkî mirinê hatibûn kirin, lê xelkê wargehê çola Mexmûr ya ku weke cehenemê bû, bi berxwedana xwe ya bê hempa veguherand cihê jiyanê.

Emê roja yekşemê behsa pêvajoya bicihbûna li Mexmûrê, êrişa çeteyên DAIŞ ya li ser wargehê û ambargoyên PDK û Iraqê yên li ser wargehê bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.