Mexmûr ji Newrozê re hazir e

În 14 Adar 2025 - 15:15

  • Bi nêzbûna cejna Newrozê ya netewa Kurd re li tevahî Kurdistan û cîhanê ku Kurd lê dijîn amadekariyên cejana Newrozê tê kirin. Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi coş û keyfxweşiyek mezin amadekariyên cejna Newrozê dikin.

Têkildarî amadekariyên cejna Newrozê, Xelkê Mexmûrê axivîn.

Hewa Geverî ku dirûtina cilên Kurdî dike di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Ne tenê li Mexmûrê, li giştî Kurdistanê amadekariyên cil û bergên Kurdî ji bo cejna Newrozê tê kirin. Piraniya gelê Kurd ji bo cejna Newrozê cil û bergên gelêrî li berxwe dikin. Ev jî ji bo parastina çandê gelek girînge. Destpêkê li Kurdistanê kesên cilên biyanî li xwe nedikirin, lê niha herkes cilên biyanê liberxwe dike. Lê di van salên dawî de zêdetir cilên Kurdî tên karanîn. Cilên Kurdî gelek xweşîk û di aliyê şêwaz de dewlemendin. Beriya meha Adarê amadekariyên cejna Newrozê tên kirin. Wê Newroza îsal bi çoşek hîn mezintir were pêşwazî kirin. Ji ber ku wê herkes bi ruhê pêvajoyê nêzî Newrozê bibe. Kî li kurderê dibe bila bibe pêwîste beşdarî şahiya cejna Newrozê bibe.”

‘Îsal daxwazên cilên gerîla gelekin’

Ezîz Batmanî jî ku ew jî cilên Kurdî didirû diyar kir ku Newroza 2025’an li Rêber Apo, Şervanên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha pêde çû: “Em li wargehê dirûtina cilê Kurdî dikin. Ev nêzî du mehane daxwazên çêkirina cilên herêmî yên Kurdî û gerîla dikin hatin berdestê me. Piranî ji bo mêran çêdikim. Îsal daxwazên cilên gerîla gelekin. Beriya niha me amadekariyên 8’ê Adarê dikir û niha jî em amadekariyên Newrozê dikin. Bê gûman em di demên dîrokî re derbaz dibin. Pêwîste giştî gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî gelê Kurd piştgirî bide banga Rêber Apo. Di heman demê de bi ruhê vê pêvajoya hatî destpêkirin beşdariya xwe ji cejna Newerozê re bidin çêkirin.”

‘Newroz cejna netewî ya gelê Kurde’

Jina bi navê Qumrî Pîranî jî di destpêka gotinên xwe de cejna Newrozê ya 2025’an li Rêber Apo û gerîlayên azadiyê pîroz kir û wiha gotin: “Em bihêvîne ku ev Newroz bibe Newroza aştî, aramî û azadiya fîzîk ya Rêbertiya me. Newroz cejna netewî ya gelê Kurde. Em mehekê beriya vê cejnê amadekariyên cil û bergên xwe yên Kurdî dikin. Divê hemû gelê Kurd bi hev re destê xwe bavêjin bin vî barî û piştgirî bide banga Rêbertî. Em bi banga Rêbertî keyfxweşin, bi vê bangê re giştî cîhan li ser me Kurda daxive. Em di wê baweriyê de ne, wê serkeftin ya gelê Kurd û gelê azadîxwaz be.”

‘Newroz roja hevgirtin û keyfxweşiyê ye’

Herî dawî ji hemwelatiyên bi navê Sedîq Hilalî jî bal kişand li ser girîngiya cejna Newrozê ya ji bo gelê Kurd û wiha anî ziman: “Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd roja hevgirtin û keyfxweşiyê ye. Çawa cejnê di baweriya Îslamê de tên pêşwazî kirin. Gelê Kurd ji bi wê rengê pêşwazî li cejna Newrozê dike. Beriya meha Adarê ji bo cejna Newrozê amadekariyên cejnê tên kirin. Beriya mehekê Rêber Apo ji bo gelê Kurd û cîhanê peyamek pêşkêş kir. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya aşîtî û hevgirtina gelan. Em Newroza 2025’an li Rêber Apo, şervanê Azadiyê û giştî gelê Kurd pîroz dikin. Em bi hêvîne ev Newroz bibe Newroza biratiye gel û biratiya gelê Kurd.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.