
- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak têkildarî peyamên Newroza 2026'an û şerê Îsraîl-Emerîka û Îranê wiha got:"Kurdan li Newrozê peyama yekîtiyê dan. Ew helwesta azadiya gelê Kurd bi azadiya Birêz Ocalan re girêdayî ye. Rojhilatê Kurdistanê jî di nav alozîya şer de ye. Ji bo Kurdan pêwîstiya demê ew e ku yekîtîya xwe ya demokratîk saz bikin. Bi vê helwestê wê Kurdên Rojhilat, bigihîjin azadiya xwe.”
ROZA METÎNA /AMED
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak têkildarî peyamanê li qadên Newroza sala 2026'an û şerê di navbera Îsraîl-Emerîka û Îranê de nirxandin kir. Cahît Kirkazak şerê Îsraîl-Emerîka û Îranê wekî şerê cîhanê yê sêyem nîşan da û bal bir ser xeteraya belavbûna çeka nukleerê ya di şer de.
Kurdan peyama yekîtiyê dan
Cahît Kirkazak da zanîn kurdan di Newrozê de peyama yekîtiyê dane û wiha got:”Newroz bi taybetî ev nîvsedsala dawiyê ji bo gelê Kurd rola xwe yê dîrokî bi cih tîne û pêşengtiya têkoşîna berxwedan û vejîna gelê Kurd dike. Her sal li gorî pêwîstiya têkoşîna gelê Kurd bi şîar û helwestekê hêzê dide tekoşînê. Îsal ji bo pêwîstiya tekoşîna gelê Kurd di nav alozîyên Rojhilata Navîn de yekîtîyeke navxweyî ya demokratîk û azadiya gelê Kurd bû. Newroz jî wê rola xwe bi cih anî. Di hemû qadên Newrozê de hemû pêkhate, reng û hêzên Kurd bi hev re bûn û bi hev re azadiyê diqîriyan. Gelê Kurd jî li qadên Newrozê ne tenê bi coşa xwe, bi helwesteke bi xwe û bi îradeya xwe ewle li qadan bû. Ew helwest ji helwesta azadiya gelê Kurd bi azadiya Birêz Ocalan re girêdayî ye. Rojhilatê Kurdistanê jî di nav alozîya şerê Rojhilata Navîn a ku di navbera Îsraîl/Emerîka û Îranê de diqewime de ne. Ne li aliyê hêzên emperyal, ne jî li aliyê rejîma mola ya faşîst a Îranê cih digire. Rêya sêyemîn hilbijartine, ew rê jî komareke demokratîk û entegrasyoneke demokratîk e. Ji ber wê jî ji bo Kurdan pêwîstiya demê ew e ku yekîtîya xwe ya navxweyî ya demokratîk saz bikin. Bi vê helwestê ew ê Kurdên Rojhilat di demek nêz de teqez bigihîjin azadiya xwe.”
Jin azad nebe civak azad nabe
Cahît Kirkazak li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ya "Em felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin" ev tişt got:"Ev nirxandina Birêz Ocalan di heman demê de rexneyeke li cih e. Bi rastî paradigmaya civaka demokratîk bi taybetî ji bo civakên pirçandî û pirrengî rêbaza jiyana wekhev û azad nîşan dide. Ev paradîgma di heman demê de azadîxwaziya jinê û parastina ekolojiyê ye jî. Heval û rêhevalên me di warê teoriyê de ji paradîgmayê re serwext in. Lê mixabin di warê pratîkê de dest ji mêrperestî û zayendperestiyê bernadin. Lewma teorîk û pratîk bi hev re serî nakişînin û desthilatdariya mêrperestiyê didome. Lê divê ev baş bê zanîn ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
Di bin siya şer de Newroz
Cahît Kirkazak da zanîn Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê Newroz di binê şer de pêşwazî kirine û wiha got:"Rejîma molla ya Îranê desthilatdariyeke olperest, nijadperest û otorîter e. Ji ber otorîterbûna rejîmê gelê Îranê bi taybetî jî bi pêşengiya gelê Kurd û gelê Belûc li qad û kolanan bi serhildanan nerazîbûna xwe dianîn ziman. Serhildanên dawî jî ji 28’ê Kanûna 2025’an û vir ve didome. Bi van serhildanan dema ku êrîşa Emerîka û Îsraîlê dest pê kir rejîma molla bi tenê ma. Hawê ku we jî pirs kir piştî êrîşa Emerîka û Îsraîlê rejîma molla êrîşê Kurdan û Belûcan kir. Rejîma mollayan bi êrîşên Kurdan dixwaze ev şerê Emerîka û Îsraîlê wek şerekî netewî û olî bide nîşandan û piştgiriya Şîî û Farisan bigire. Lê bi vê helwestê darvekirina Kurdan ên bi komî, bikaranîna wek mertal a girtiyên siyasî yên Kurd û şantaja li hember Kurdan ji rejîma mollayan feydeyê nayîne û di heman demê de li gorî peymanên Cenevre û peymana Laheyê jî ev tevger sûcên şer in.”
Rejîma Îranê zayendperest e
Cahît Kirkazak têkildarî helwesta Rejîma Îranê ya li hemberî jinan wiha got:"Dewletên zayendperest û mîrperest ji bo ku desthilatdariya xwe û hukmê xwe bidomînin berbend li ser vîna jinê dikin. Her wekî Birêz Ocalan ji tîne ziman û dibêje ku kujerên kastîk di serî de jin dîl girt û desthilatdariya xwe bi koletîkirina jinê domandin. Mêrperestî dixwaze ku vîna jinê, keda jinê, zayendiya jinê, baweriya jinê berbend bike. Rejîma Molla ya Îranê jî rejîmeke zayendperest û mêrperest e. Lewma vîna jinê tune dihesibîne û tiştê ku ji bo desthilatdariya mêrperestiyê pêwîst e li jinê ferz dike. Lê bi taybetî jinên Kurd serî li ber mêrperestiya rejîma mollayan dananîne û bi helwesta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vîna xwe parast û ji jinên dinyayê re jî pêşengî kir.”
Ev şerê cîhanê yê sêyem e
Cahît Kirkazak da zanîn şerê di navbera Îsraîl-Emerîka û Îranê de ne tenê şerekî herêmî di heman demê de şerê cîhanê ye û wiha pê de çû:"Teqez em dikarin bibêjin ku ev şer şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ji bo mirov bibêje şerekî cîhanî ye çend şert divê hebin. Wek şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn di serî de bingeha şer berbendbûna rêyên bazirganî û peydakirina keresteyên sanayiyê wek neft, erd gaz û vejen an enerjiyê be û ji bo ewlehiya rêyên bazirganiyê û keresteyên sanayiyê ji damezrandina statûkoyeke nû û jeopolîtîkaya erdnîgariyê ye. Ev her sê şert jî di şerê Emerîka, Îsraîl û Îranê de hene. Lê belê şerê cîhanê yê sêyemîn ne di vî şerî de dest pê kiriye, ev şer domandina şerê cîhanî ya sêyemîn e. Ji ber ku şerên vê serdemê şerên hîbrîd in û helwestên şer, amûrên şer ne şênber in, rex an teref û tifaqên şer her wext dibe ku biguhere.”
Di şer de xetereya nukleerê
Cahît Kirzakazak li ser xeteraya belavbûna çeka nukleerê jî wiha got:"Nukleer amûrek şer a dijwar e. Ji ber ku çeka nukleer ne tenê komkujiya mirovahiyê di heman demê de komkujiya hemû xwezayê û jîndara ne. Çekên nukleer cara yekem di şerê cîhanê yê duyemîn de ji aliyê Emerîkayê ve li hember Japonya li Hiroşîma û Nagazakiyê hatin bikaranîn. Ev trajediyeke mezin bû. Ji wê rojê û vir ve her çiqas bi vê astê çekên nukleer nehatibin bikaranîn jî çekên kîmyewî gelek dewlet bi kar tînin. Wek ku tê zanîn di 16’ê Adara 1988’an de li Helepçeyê ji aliyê Seddam ve li hember Kurdan hatin bikaranîn û dîsa jî dewletên herêmî çekên kîmyewî gelek caran li hember şervanên Kurd bikar anîne. Lê hawê ku me got bikaranîna çekên nukleer xetere û dijwariyeke li hember hemû xweza û jîndaran e. Bi taybetî Îsraîl bi helwesteke çavsorî êrîşê Îranê dike. Rejîma Mollayan jî ji bo ku li ser piyan bimîne û hilneweşe îhtîmala bikaranîna çekên nukleer her tim li ber dest e. Ji ber wê jî ji bo trajediya çekên nukleer dîsa neqewime divê demek beriya demê ev şer raweste û rêbaza dîplomasiyê bê bikaranîn.”
Mafê zarokan misoger nakin
Cahît Kirkazak da zanîn di şer de herî zêde jin û zarok bi bandor dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di şer, pevçûn û alozîyan de metirsiya herî zêde li ser jin û zarokan e. Jin û zarok herî zêde tên kuştin, destdirêjî li wan tên kirin, penaber dibin, mafên jiyan, tenduristî, perwerdeyê yên zarokan tên binpêkirin û di derûniya zarok û jinan de travmayên kûr bandor dikin. Piştgiriyên ku di peymanên navneteweyî de li hember van metirsiyan hatine girtin mixabin xwediyên gelek kêmî û nebesî ne. Armanca sereke ew e ku zarok ji bandora tundûtûjiya şer bên parastin, ji şer bên dûrxistin û piştî şer alîkariya fizîkî, derûnî û civakî werbigirin da ku vegerin jiyana normal. Lê mixabin ev pişgiriyên peymanên navneteweyî mafê zarokan misoger nakin.”















