
- Li gel pevçûnên li Rojhilata Navîn û şerê Îsraîl-Amerîkayê û Îranê, gelê Kurd li seranserê Kurdistan û dervey welat amadekariya Cejna Newrozê ya neteweyî dikin.
Tê payîn tevî rewşa heyî jî gelê Kurd bi milyonan berê xwe bidin qadên Newrozê û agirê Newroza ‘Rêbertiya Azad û Yekîtiya Demokratîk’ gur bikin. Hunermendên Silêmaniyê têkildarî mijarê axivîn.
Hunermend Dilniya Mihabad destpêkê axivî û got: “Cejna newrozê sembola Kurdane. Ev sal ji salên din cuda ye, ji ber ku yekîtiya gelê Kurd bi xwe re tîne. Hêvîdarim ku ev Newroz bibe wesîleya serkeftin û azadiyê ji bo gelê Kurd. Îsal divê em zêdetir giringiyê bidin Newrozê ji ber ku ev dem dema şere. Divê ciwanên me cesareta xwe bilind bikin û ber bi têkoşînê ve biçin. Newroz her tim tê wateya bextewariyê.”
‘Barê hunermendan giran e’
Piştre Hunermend Arhat Agirî li ser mijarê nêrîn û hestên xwe anî ziman û wiha axivî: “Newroz li Rêber Apo û hemû gelan pîroz be. Di vê qonaxê de barê hunermend girane. Ji ber ku agirê Kawayê Hesinkar di destê gelên ku di vê demê de ji hêla hunermendan ve pêşengtî tê kirin de ye. Divê hunermend vê serhildan û agirê bi stranên xwe nîşanî gel bidin. Pirsgirêka girîng ji bo hemû gelê Kurd astengiya li ber Rêber Apo ye. Hemû gel azadiya Rêber Apo dixwazin û em hêvî dikin ku Rêber Apo di pêşerojê de azad bibe.”
Arhat Agirî bang li hemû gel kir ku bi awayek germ û coş beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Her wiha Hunermend Behmen Kakeyî, Cejna Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir û bang li gel kir ku giringî û bala xwe bidin vê cejnê. Behmen Kakeyî got: “Cejna îsal du cejne, hem Remezan û hem jî Newroze. Cejna sêyemîn jî azadiya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku hemû ciwan û beşên cuda yên Kurdistanê bala xwe bidin vê Newrozê û werin Qendîlê da ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ















