Çelenga Newrozê: Sema Yuce

Sêşem 17 Adar 2026 - 16:00

  • Sema Yuce di 21'ê Adara 1998'an de bi gotina “ez dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek” bedena xwe da ber agir û bû sembolek ji çelengên Newrozê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo Sema Yuce wiha dibêje: “Her şer, bi taybetî jî ji bo rawestandina şerê qirkirinê, kesayeteke mîna Sema ya têkoşer hewce dike.”

Newroz di dîroka gelê Kurd de nîşaneya serbilindî û serfiraziyê ye. Bi salan e gelê Kurd li dijî zilma dagirkeran bi agirê Newrozê çanda têkoşîn û berxwedanê diçîne. Keç û xortên gelê Kurd li hemberî hemû êrişên îmha û înkarê bedena bi agirê Newrozê kirin mertalek parastinê. Yek ji wan çelengan jî Sema Yuce ye. Sema Yuce di sala 1971'ê de li gundê Qerqeliya Jêrîn a girêdayî navçeya Dutaxa Agiriyê tê dinyayê. Dibistana seretayî li gundê Qerqeliyê, dibistana navîn li navçeya Dutaxê û dibistana amadehiyê jî li Agiriyê dixwîne. Sema Yuce beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) qezenc dike û li vir Tevgera Azadiyê nas dike. Sema Yuce di nav Tevgera Azadiyê de bi nasnavên wek “Serhildan” û “Leyla” tê nasîn.

Ber bi Bekayê ve

Di sala 1991'ê de ji bajarê Mêrdînê bi komek hevalên xwe re tev li PKK'ê dibe. Paşê diçe geliyê Bekayê û demekê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne. Piştî demeke kin perwerdeyê dibîne û di sala 1992'yan de bi komek hevalên xwe re vedigere qada Serhedê û dest bi xebatan dike.

Girtin û pêvajoya girtîgehê

Di havîna 1992'yan de li navenda Agiriyê bi komeke hevalên xwe re di encama îxbaratekê de tên binçavkirin. Li dadgehê, parastina siyasî dike, piştî lêpirsîneke demdirêj sewqî dozgeriyê tê kirin û wê dişînin girtîgehê. Di encama darizandinek formalîte de 22 sal cezayê girtîgehê yê giran lê tê birîn. Di destpêkê de sirgûnê Nevşehîrê tê kirin û paşê sirgûnê girtîgeha Çanakkaleya Tirkiyeyê tê kirin.

Agir bi bedena xwe xist

Di şeva Newroza 21'ê Adara 1998'an de li girtîgehê çalakiya fedaî li dar dixe û bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce ku bi giranî birîndar dibe, radikin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerahpaşa ya Stenbolê. Li nexweşxaneyê 30 rojan tedawiyê dibîne û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dide. Sema Yuce beriya çalakiya xwe bi nameyekê xîtabî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurd û gelên cîhanê dike. Sema Yuce di nameyê de wiha dibêje:

“Ez dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek. Ji bo ku ez bibim şagirteke zîrek a Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim weke Zekiya bişewitim, weke Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim li ser rêya hevrêyên xwe yên din de ku bûne Newroz bi biryardarî bimeşim.

Dixwazim baweriya xwe ya ku jin jî dikare bibe hevrê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav bigihêjin azadiyê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo Sema Yuca wiha dibêje: “Her şer, bi taybetî jî ji bo rawestandina şerê qirkirina giran a gelê me, kesayeteke mîna Sema ya têkoşer hewce dike. Rastiya Sema, tê wateya evîn, bedewî, xwedî nasnameya bi îdîa. Şervana azadiyê ya mezin, tê wateya jina ku teslîmî mêr nebûye. Di vî şerî de ji bilî bidestxistina vê kesayetê tu tiştek nikare we bi rê ve bibe.”

AW / STENBOL / OMER DEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.