Divê xwedî li têkoşîna wan derkevin
Sêşem 17 Hezîran 2025 - 03:50

- Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî zextên ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir. Sema Yuce ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê şehîd bû. Bi ser şehadeta Sema Yuceyê re 27 sal derbas bûn.
Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî zextên ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir. Sema Yuce ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê şehîd bû. Sema Yuceyê, di nameya li pey xwe hiştî de gotibû “Dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe veguherînim pireke ji agir ku ji 8’ê Adarê xwe digihîne 21’ê Adarê.” Sema Yuce, di berxwedana gelê Kurd û jinan de bû sembolek. Piştî çalakiya Sema Yuceyê, hunermend Hozan Serhat li ser wê strana “Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)” derxist. Sema Yuce, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. Di nava malbateke ku kevneşopiya şêxtiyê tê de serwer mezin bû. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Dutaxê û dibistana amadehî jî li Agiriyê temam kir. Sema Yuce ku Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir, di sala 1991’ê de li Mêrdînê tevlî refên PKK’ê bû. Di sala 1992’yê de tevî komeke hevalên xwe vegeriya Agiriyê û li ser îxbarekê li navenda bajar hate girtin. Demeke dirêj di lêpirsînê de ma, piştre li dadgehê parastina siyasî kir û hate girtin. 22 sal cezayê zindanê lê hate birîn. Ji ewil birin Girtîgeha Nevşehîrê û piştre jî sirgunê Girtîgeha Çanakkaleyê hate kirin. Di şeva 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand û di 17’ê Hezîranê di roja 88’emîn de li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê şehîd bû. Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce bi boneya salvegera şehadeta keça xwe axivî.
Li zanîngehê tevlî bû
Zennûre Yuce, diyar kir ku keça wê ji bo zanîngehê çûbû Enqereyê û got:“Keça min roj diçû dibistanê û bi şev tevî hevalên xwe vedigeriya. Diçûn odeyê û digotin ders dixebitin. Navberekê 7 rojan nehate malê. Min jê pirsa ‘tu li ku bûy?’ kir. Got; ‘Ji Trabzonê hinek karker hatibûn. Çalakî dikirin. Ez jî bi wan re bûm.’ Rojên me wiha derbas dibûn. Rojekê hevalek wê di dest de kovarek hate malê. Li ser kovarê wêneyê Bêrîtanê hebû. Hevala wê got; ‘Dayê, heke Sema rojekê van cilan li xwe bike tu dê çi bibêjî?’ Min jî jê re got; ‘Sema li ku ye, ev cil li ku ne?’ Demekî kin piştre, di 7’ê Nîsanê de em bi rojî bûn. Me xwarin danîbû û li benda bangê bûn, Sema nehate malê. Çend roj piştre telefonek hat. Gotin ku tev li PKK’ê bûye. Li ser vê yekê em jî vegeriyan gundê xwe.”
Ew li nexweşxaneyê qetil kirin
Bi domdarî Zennûre Yuce da zanîn ku keça wê du sal piştre li ser îxbarekê li Agiriyê hatiye binçavkirin û got:“18 rojan di îşkenceyê de ma. Piştî îşkenceyê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Dema li girtîgehê ez carekê çûm serdana wê. Wê demê girtîgehan destûra xwarinan didan. Dema ji gund çûm, min jê re xwarin bir. Di tevahiya rojê de bi wê re bûm. Dema min ew dîtî gelek keyfxweş bûbûm.” Zennûre Yuce, bal kişand ser çalakî û armanca keça xwe û got:“Dema kurê min televîzyon vekirî, Girtîgeha Çanakkaleyê dihat nîşandan. Di nûçeyan de digotin ku Semayê çalakî li dar xistiye. Kurê min dest bi girî kir. Min jî xwe ji wî aciz kir û jê re got ‘negirî.’ Ji ber ku roja Sema çûyî me dizanî yan wê mirin çêbibe yan jî wê were girtin. Dema gundiyan bûyer bihîstin, dev ji cihê şînê berdan û hatin mala me. Me jî bi lez û bez xwe amade kir û ketin rê. Heta em çûn, Sema anîbûn Stenbolê. Min Sema li nexweşxaneyê dît. Keça min baş dibû. Ji min cil xwest. Êdî tam xwe komî ser hev dikir. Li ser rûyê wê tu şop tunebûn. Lê piştre girtin emeliyatekê. Min nexwest wê bibin emeliyatê lê dîsa jî emeliyat kirin. Piştî emeliyatê jî rakirin beşa lênihêrîna awarte. 3 roj piştre jî jiyana xwe ji dest da. Keça min li nexweşxaneyê hate qetilkirin.”
Divê ciwanên îro zana bin
Zennûre Yuceyê, daxuyand ku têkoşîna gelê Kurd îro bi saya dayikên Kurd gihiştiye vê astê û got:“Ev zarok tevek ên wan in. Divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Mixabin zanîna ciwanên Kurd ên salên 80’ê û ya ciwanên niha nê mîna hev e. Ciwanên me ketine çirava tiryakê. Zanîngeha herî mezin dayik û bav in. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em wan zana û xwedî îrade mezin bikin. Nexwe dê tu xêra wan ji bo têkoşîn û civakê nebe.”
MA/AGIRÎ















