Peyama Newrozê: Ji Rêber APO re azadî!

Duşem 31 Adar 2025 - 03:50

  • Newroza fînalê ya Frankfûrtê ya bi heybet bi tevlîbûneke coş pêk hat. Peyama pîrozbahiya Newrozê weke li her devera Kurdistan û derveyî welat zelal bû:’’Em azadiya fizîkî ya Rêber APO dixwazin!’’

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Civaka Azad û Rêbertiya Azad" bi coşeke mezin pêk hat. Di Newroza ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, peyama azadiya fizîkî ya Rêber APO mohra xwe li pîrozbahiyê da. Di destpêka pîrozbahiyê de, li ser navê komîteya amadekar axaftin hatin kirin. Piştre Hevserokê KCDK-E'yê  Engîn Sever axivî û ku Newroz ji bo gelê Kurd berxwedana Mazlûm, Bêrîvan û Ronahîyan temsîl dike. Sever Cejna Newrozê li Rêber Apo pîroz kir û got:"Paradîgmaya Rêber Apo ji bo aştiya Rojhilata Navîn çareseriyê diafirîne.” Kezîban Dogan li ser navê YJK-E’yê axivî û got:“Em bi dengê Mazlûman û Bêrîvanan a ku digihêje heta Îmraliyê Newrozê pîroz dikin.” Kezîban Dogan anî ziman ku Newroza xwe bi şîara "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye" pîroz dikin û wiha domand: "Ev armanca bingehîn a têkoşîna gelê Kurd e." Pîrozbahiya Newrozê bi konsera muzîkê ya Hozan Diyar berdewam kir.

Dem dema azadiyê ye

Parlamenterê DEM Partiyê û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Çîçek di axaftina xwe de got:"Em di 27'ê Sibatê de çûn serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me silavên wî ji we re anî. Birêz Ocalan xwest ku van tiştan bibêjin. Got ku di têkoşîna 52 salan de tu carî ji bo azadiya gelê Kurd tawîz nedaye û dev ji têkoşîna azadiya gelê Kurd bernedaye. Bi awayekî zelal gotina Şêx Seîd û Seyîd Riza ya dawî çi dibe em jî îro heman rêyê dimeşînin. Birêz Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji  rêxistina xwe, hevrêyên xwe yên têkoşînê, gelên çar parçeyên Kurdistanê û biryardariya têkoşîna demokrasî û azadiyê bawer dike. Gelê Kurd di têkoşîna vejînê de bi ser ket, êdî dora azadî ye. Ev têkoşîn ne tenê têkoşîna hebûnê ye, niha têkoşîna serketinê û bidestxistina azadiyê ye. Qadên Newrozê bûne dengê herî mezin ê vê bangê û dengê herî xurt a azadiyê.” Cengîz Çîçek operasyonên desthilata AKP'ê yên li hemberî şaredariyên CHP'ê yên Stenbolê rexne kir û got:"Îro desthilat di bin navê lihevkirina bajaran de li Stenbolê operasyonan dimeşîne. Em li vir bang dikin, hûn bi tinehesibandina îradeya gelê Kurd û bi gotina 'Kurd nebe şaredar' hûn ê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin? Li qadên Newrozê bi milyonan mirov li kolanan û qadan li ber xwe didin û ji bo têkoşîna azadiyê bi deh hezaran canê feda kirin. Eger li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hêviyek hebe ev yek bi saya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.” Çîçek heqareta Mansur Yavaş a li ser ala Kurdistanê jî şermezar kir û got:"Em bang li kesên ku bi nirxên gelê Kurd dilîzin, dikin: Zîhniyeta we têk çûye. Em ê bi agirê Newrozê têkoşîna azadî û berxwedana xwe bidomînin."

Li Rojava yekîtiya neteweyî pêk tê

Piştre Cîgirê Serokê Eyaleta Hessenê Kawa Mensori Hessen derket ser dikê, Newroz pîroz kir û peyama hevgirtinê da. Pîrozbahiya Newrozê bi konsera koma muzîkê ya Diyar Gerîla û Îbo Qamişlo dewam kir. Piştre Berpirsê Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed derket ser dikê û axivî û wiha got:“Min silav ji xaka berxwedan û şoreşê ya Rojava ji we hemûyan re anî. Newroz ya berxwedêr, şehîd û Rêber Apo ye. Em ji pêvajoyekî dîrokî ve derbas dibin. Piştî sed salan, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dema azadiyê hatiye. 14 sal in bi xwîna bi hezaran şehîdan rojên watedar û hêja hatin afirandin. Îro dem hatiye ku fedakariyên wan veguhere çareseriya pirsgirêka Kurd. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li her derê bi hevdu re girêdayî ye. Başûr, Rojhilat, Rojava… Îro gelê Kurd li çar parçeyan bi yek deng got, ‘Bijî Kurd û Kurdistan’ û ragihand ku ji xeynî azadiyê wê tu bijartekan qebûl nekin. Coş û heyecana we digihe çar parçeyên Kurdistanê. Em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê jî vê dengê bibihîzin. Îro li Rojava ji bo çareseriya siyasî gavên girîng tên avêtin. Heta niha ji aliyê Kurdan ve hewldanên girîng hatin kirin; em ê piştî cejnê mizgîniyê bidin we. Piştî ragihandina tifaqê heyetekî Kurd wê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin bike û daxwazên xwe rabigihîne. Gelê Kurd wê cihê xwe di avaniya nû ya ku wê li Sûriyeyê bê avakirin, bigre. Ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê guftugo tên kirin. Ji bo ku hebûna gelê Kurd û gelên tevahiya Sûriyeyê mîsoger bibe, xebat tên kirin; komîte tên avakirin. Hewldan tên dayîn ku lihevkirina rêgezê ya ku bi Şamê re hat kirin, bigihe encamê.           

Ew ê gelê Efrînê vegere warê xwe

Îlham Ehmed got ku li Efrîn, Girê Spî û Serekaniyê ku di bin dagirkeriyê de ye, geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Em soz didin gelê xwe. Vê îsal bibe sala vegera wan a ji bo xaka xwe. Ji bo vê armancê xebat û hevdîtinên me yên cidî hem bi rêveberiya navendî ya Sûriye û hem jî saziyên navneteweyî heye. Wê di demeke nêzîk de komeke ji Efrînê vegerin mala xwe.” Îlham Ehmed bal kişand ser paradîgmaya nû ya Rêber Apo jî û got:“Rêber Apo li zindanê, li keleha berxwedanê pêvajoyekî girîng û dîrokî da destpêkirin. Ji tevahî cîhanê re ragihand ku doza gelê Kurd heye û azadiyê dixwazin. Ev pêvajo girîng e. Gelê Kurd hêjayî aşitî û azadiyê ye. Divê her kes ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd kar bike.”

Berxwedan rewa ye

Piştî axaftina Îlham Ehmed nûnerê Sendîkaya IG Metall Michael Erhard axivî. Piştre, pîrozbahî bi performansên koma govendê û stranên hunermend Hozan Dîno berdewam kir. Piştre Parlementerê Partiya Çep Ferhat Koçak axivî û Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir. Koçak bi Elmanî û Tirkî axivî û rexne li operasyonên li dijî hewldanên lihevkirina bajêr a li Stenbolê kir. Koçak bilêv kir ku mafê derketina derve ya gel rewa ye, lê ev li Tirkiyeyê tê terorîzekirin. Koçak berxwedana gel a li Tirkiyeyê li dijî desteserkirina îradeyê silav kir. Koçak bal kişand ser geşedanên li Rojava û şoreşa gelê Kurd a li Rojava û têkoşîna wan a ji bo azadiyê silav kir. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Trio Sêreng, Yelda Abbasi, Hunerî Mizgîn, Hozan Comert û Koma Hezex dewam kir. Cejna Newrozê ku li qadê heyecaneke mezin çêkir, piştî stranan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.