Divê komisyon qanûnî bihata avakirin
În 5 Îlon 2025 - 15:45
- Hevserokê Giştî yê HDPê Cahit Kirkazak li ser xebatên komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin diyar kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha axivî: “ Pêwîst bû ev komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bikira.”
Komîsyona ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin nêzî hefteyekê neciviyaye û tê gotin ku dê hefteya pêşiya me bicive. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak têkildarî daxuyaniya Devlet Bahçelî axivî û destnîşan kir ku ew gefxwarina li Rojava li dijî pêvajoyê dibînin.
Cahit Kirkazak anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku çi bar ket ser milê wî pêk anî jî ji aliyê dewletê ve sozên hatibûn dayîn pêk nehatin.
Cahit Kirkazak destnîşan kir ku gefxwarina Devlet Bahçelî nîşan dide ku plansaziya dewletê ya çareserkirina pirsgirêkê tune ye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji ber wê jî îro dîsa gotinên xwe yên sed sal berê dubare dikin. Wan hê jî ezbera xwe ji bîra nekiriye. Ezbera wan jî ev e; Dibêjin li vê herêmê desthilat em in, hemû netew û bawerî wê di bin serweriya me de bin, em çi bibêjin ew e. Lê madem wisa ye ewqas berdêl ji bo çibû? Soza ku we 11 meh berê dabû çibû? Heke tu gefan dîsa li Kurdan bixwî wê demê tu an tu rêbaza te ya çareseriyê tune ye an jî dîsa dixwazî Kurdan bixapînî.”
Cahit Kirkazak li ser xebatên komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin jî diyar kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha axivî: “Komîsyon bixwe li ser bingeha xetereyê hatiye avakirin. Madem ev komîsyon wê ji pirsgirêkên sed salan re bibin bersiv û xizmeta aştî û civaka demokratîk bike, pêwîst e komîsyon bi awayekî serbixwe bi qanûnî bihata avakirin. Pêwîst bû ev komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bikira.” AW/ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ