Dilsozî, fanteziya tecawizê

Nûçeyên Dosye

Çarşem 4 Adar 2026 - 18:00

  • Serdestiya mêran di berhemên kurdî de pir li pêş e. Çawa dibe, di berhemên kurdî de karakterên jin tenê dibin bermalî, destgirtî, ,fesad, hewî, objeya cinsî? Ma di realîteya kurdan de jinên kurd çi dikin û li cîhanê çawa tên naskirin ?

SALÎHA AYATA

Romana Bavê Nazê,  Dara Pelweşiyayî ji çavê Şêrzad dest pê dike ku Kurd dixwazin bi sazî bibin û Şêrzad jî kesekî xwedî nirx e birayekî wî  (Ehmed) şehîd bûye ew jî wek şoreşgerekî di nav refan de cihê xwe girtiye û pişt re serhildan çêbûye lê  ew xwe xwedî maf nabîne ku tiştekî bixwaze lê kesê ku di şer de ked nedane di gelek cihên girîng de bûne peywirdar ( nivîskar li vir dikeve lêpirsîneke edaletê û di serî xwendevanan de  jî pirsnîşanan ava dike.) Serhildan çêbûye û lehengên mayî vegeriyane gelek karan û di sazî dezgehên nû de cihê xwe girtine lê Şêrzad serlehengê pirtûkê naxwaze karên wisa bike vegeriyaye gundê xwe, şoreşgerên di sazî û dezgehan de dixebitin rexne dike. Pişt re bi teknîka flashbackê roman berdewam dike û bûyerên borî tîne bîra Şêrzadî. Di  destpêkê de, di dema dibistanê de hezkiriya xwe Perwînê çawa nas dike tîne zimên, Şêrzad.

-Te çawa ew nas kir?

-Li ser rêya dibistanê , ew di dibistana keçikan de dixwîne … (rûpel 24)

Li gor şert û mercên wê demê jin û mêr di dibistanên cuda dixwînin û loma Şêrzad bi awayekî rehet nikare bi Perwînê re biaxive lê piştî demekê di navbera wan de têkîlîyek dest pê dike. Pişt re tên li ba hev lê civak her çiqas teng be jî Şêrzad jî wek kesekî ji rêzê û kumreşekî nêzîkî wê têkîliyê dibe heta di axaftina wî ya hevalê wî ya Elî de hevalê wî ji wî dipirse û dibêje:

-Tu çima dibêjî Perwîn heta mirinê ya min e ma te ew xera kir? (rûpel 32)

Roman bi vî awayî berdewam dike û bavê Şêrzadî jiyana xwe dest dide lê ew bi piştgriya birayê xwe dev ji dibistana xwe bernade pişt re birayê wî Ehmed jî ji ber xebatên siyasetê ji aliyê rejima Sedam ve tê girtin û Şêrzad neçar dimîne dev ji dibistana xwe û Perwînê berdide. ( her çiqas Ehmed di nav xebatên sîyasî de be jî û Şêrzad li gorî wê pêvajoyê xwendevan be di şîroveyên nivîskar de tim peyvên mêrbûyîn mêrane pir pêş e heta parastina Ehmed a dadgehêjê jî wek bi mêranî xwe parast tîne zimên)

Pişt re Ehmed û hevalên wî tên daliqandin Şêrzad ji bo tola birayê xwe hilîne diçe nav pêşmergeyan lê berîya biçe hîn dibe ku Perwînê bi  darê zorê hatiye zewicandin. Şêrzad berê xwe dide refên pêşmergeyan û nîvîskar rêwîtiya Şêrzad bi awayekî hestîyarî radixe li ber çavan. Di rêwîtiya wî ya pêşmergetîyê de kesên zana, mêrên emirmezin dibîne û ji wan sûdê werdigire. Piştî demekê Şêrzad li gundekî Perwînê dibîne ku zarokek wê çêbûye hevserê wê bûye leşkerê Sedam. Perwîn neçar maye û bi xwesûya xwe re dijî. Leşkerên Sedam êrîşî gundê Pêrwînê lê dimîne kirine xwesûya Perwînê wê li pişt kulînê veşartiye û zarok jî kiriye hembêza xwe lê leşker hatine zarok avêtine lser merşê û dest avêtine xwesûyê…

Giriyê zarok agir bi nava Perwînê dixist. Lê her ew ji pişt kulînê derneket. Lê belê , wê qulek ji xwe re dît. Û wê ji çavên xwe bawer nekir; zarok di pêçekê de  li ser merş avêtibû ,xwesû jî bi jê wir de , leşkerek di ser de bû. Wê bêlebat şeqê xwe vekirîbû, yê leşker jî xwe dibir dianî. Ji Perwînê xuya bû ku ev yek bi xweşiya wê tê. Ji ber ku ew nediaxivî û ne jî xwe dida alî . Û kengî leşkerê dawî xilas kir û derket, bêdengîyê girte ser hundir. Heya zarok jî nema girîya. Lê xwesû her paldayî ma. Dema yeqînî bi Perwînê re çêbû ku êdî leşker çûn . Ji pişt kulînê derket. Bi rahiştina zaroka xwe , ew ber bi xwesûya xwe ve çû. Dawa wê kişande ser û got:

-Amojinê rabe ew çûn…

Xwesû cefîlî  û bi lez rabû û rûnişt… Ji şerma li bûka xwe nenêrî, tenê bêdeng hêsir barandin.

(rûpel 88)

Perwîn piştî ku Şêrzad dibîne dixwaze biçe li ba wî ji bo ku xwe qaneh bike bûyera tecawuzê ya li xwesûyê hatiye kirin tîne bîra xwe û dibêje:

‘Jinebî û fersendek jê re hat… Wê baxçê xwe av da û da… Û hîn jî ranedibû?...’

Perwîn niha jî di nav cîyan de , wê jî, ji xwe re digot :’ Ma çima ez ê baxçê xwe bê av bihêlim?’ (rûpel 88)

Perwîn li ser vê fikre diçe li ba  Şêrzad û di navbera wan de têkîlîyek dest pê dike lê şer bi awayekî xurt berdewam dike û her roj bi dehan kes jiyana xwe dest didin. Şêrzad û Perwîn bi dizî gelek caran li kadînê hevdu dibînin. Gelek caran Şêrzad û pêşmergeyên navsere li ser mijara jinan diaxivin û pêşmergeyên ciwan dipirsin çima jin di nav pêşmergeyan de nikarin şer bikin?

-Ez dixwazim bibêjim ku serhildana bê beşdarîya jinan, bawî û seqet e.  Em dîroka serhildanên neteweyên din dixwînin , em dibînin ku jin li tenişta mêran şer û hezkirin kirine…

-Seyda qurban, va ye Partîya Karkeran… Li cem wan jî , jin û zilam di bin çadirekê de ne… Ka çi bi ser xistine?

-Li wir jin û zilam xesandîne , rewşa wan ji ya me xerabtir e.. Agir û benzin danîne cem hev û dibêjin bila agir venemire…

-Qey tu naxwazî , agir bi can bikeve ?

-Ez naxwazim ne agir pêkeve ne jî vemire …

Pêşmergeyek dibêje

-Tu tenê jinê di ciyan de qebûl dike (rûpel 100)

Û axaftinên mêrên pêşmerge bi vê awayî berdewam dike her çiqas kesên li hember vê fikre hebin jî nikarin raste rast bi awayekî xurt biparêzin. Piştî demekê xwesû, Perwîn û  Şêrzad li kadînê dibîne û dibêje:

-Hûn çi dikin ?

Perwîn ji xwesû re dibêje;

-Dema eskerên Sedamî , yek radibû û yek dihate ser te , min pirsî ; hûn çi dikin?

Pişt re diçe li ba xwesûya xwe û dibêje min te nedît , te ez nedîtim û  dixwaze mijarê digre. Lê şer girantir dibe hevalên Şêrzad şehîd dibin û di veşartina şehîdan de Şêrzad Perwînê dibine û Perwîn dixwaze kaxizek nameyek bide wî û di nameyê de dinivîse ku hevjînê wê di şerê Îran û Iraqê de hatiye kuştin lê Şêrzad nameya wê nagre û dibêje hevalên min bûn qurban ez ê jî evîna xwe bikim qurban. Dû re pirtûk bi şîroveya nivîskar diqede û em dizanin ku pêşmerge ser ketine.

Li gorî nivîskar şerê herî hêsan û klasik -bûk xwesû- jî derdikeve holê. Dema em bi giştî çarçoveya romanê binirxînin em dikarin bibêjin ku her çiqas Perwîn wek karakter xuya bike jî nivîskar wê wek tîp nîşan daye. Di romanê de  serleheng  mêr e, xurt e  û jin wek alîkarekê dimîne û mêrê xurt  dike. Wek jinekê dema mirov romanê dixwîne ya herî zêde balê dikşîne jî ev e ku nivîskar tecawuzê dema pênase dike weke bihevşabûneke ku herdu aliyan jî xwestine tîne zimên. Lê tecawuz ji bo her jinekê û her mirovekî trawmayek gelek giran e, Lê nivîskar tecawuzê weke pêdîvîya cinsî tîne zimên. Tecawuz bûyerek dijmirovahî ye. Çawa jinekê bikaribe bibêje te bostana xwe av da îcar dora min? Çawa dibe ku jinek şahîdê kêliya tecawuza xwesûya xwe bibe û bibêje te dengê xwe dernexist û xweşa te çû.

Nîşaneya mêran a tecawizê

Mêr di hunerê de wêjeyê de  berheman de bi rêya dilsozî (sadakat) otorîteya xwe xurt dikin. Dilsozî weke kirasekî li jinan tê kirin û jin mecbûr in dilsoz bin lê mêr ne mecbûr in dilsoz bin. Perwîn ji bo hevjînê xwe ne dilsoz e loma di dawiyê de hem hevjîn dimire hem jî Şêrzad dev ji wê berdide.

Di film û pirtûkan de jî mêr dema wek mêtingerek biçe şerekî , wek mêtingerekî dest biavêjin jinan û tecawizî jinan bikin nayên şermezarkirin heta wek leheng tên îlankirin. Ji bo otoriyeya mêr û serdestan zeftkirina axê û jinê mêrtiya wan xurt dike. Axa dest diavêje jinê tecawiz dike nivîskar di berheman de zû bi zû jina hatiye tecawizkirin dikuje. Jina ku li gor civakê hatiye (qirêj) kirin di tu berheman de wek karakterek heta di dawiya berheman de namîne tê kuştin. Fanteziya tecawizê di romanê de li ber çavên me weke xwestekeke cinsî tê nîşandan.

Karekterên ne karakter

Serdestiya mêran di berhemên kurdî de pir li pêş e çawa dibe, di berhemên kurdî de karakterên jin tenê dibin bermalî, destgirtî, ,fesad, hewî, objeya cinsî? Ma di realîteya kurdan de jinên kurd çi dikin û li cîhanê çawa tên naskirin?

Li vir pirseke girîng a ku divê bê pirsîn divê hebe. Bavê Nazê bixwe gelek xebatên akademik kiriye, haya wî ji beşdariya jinan a şoreşgerên cîhanê û cihgirtina wan a di nav tekoşînên civakî de heye. Ya din wê demê her çiqas pergaleke feodal di nav Kurdan de serdest be jî, jin dîsa di nav Kurdan de  xwediyê cihekî cuda ne û di kevneşopiya Kurdan de jinên Kurd gelek caran pêşengtiya civakê û mêran kirine. Dema em li wêjeya kurdî ya devkî muzîka Kurdî binihêrin  em bi hêsanî dikarin jinên pêşeng bibînin lê di berhema Dara Pelweşiyayî de li ser du jinan  tecawuz çawa tê  pênasekirin? Divê were vekolandin.

Bavê Nazê di sala1946’an de ji dayik bûye. Derbarê gramera kurdî de gelek xebat kiriye. Di sala 1981’ê de doktora di warê edebî de ji Zankoya Moskovayê wergirtîye. Di Zankoya Duhokê de mamostetî kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.