Ji bo pêvajoyê siyaseta demokratîk

Nûçeyên Dosye

Sêşem 24 Adar 2026 - 18:00

  • Nivîskar Ahmet Tamîr diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" pêwistî bi siyaseta demokratîk heye û wiha got:"Pêvajo reşbîniyê red dike. Ji bo hêvî zindî bimînin, ji bo pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' pêş ve biçe, pratîk û têkoşînek siyasî hewce ye. Siyaseta demokratîk dê di vê serdemê de pêşengiyê bike. Ji ber ku nakokî afirînerê pirsgirêkan e, lê siyaset îradeya ku wan çareser dike ye."

ROZA METÎNA / AMED 

Meha adarê li dû xwe geşedanên girîng hişt. 8’ê Adarê û Newroz ji aliyê Gelê Kurd ve bi coş û kelecaneke mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, bi amadekirina raporê ket qonaxeke nû. Di heman demê de di 4’ê Nîsanê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo vê yekê jî ji niha de amadekiriyên pîrozbahiyê dest pê kirên. Têkildarî van geşedanên dawî nivîskar Ahmet Tamîr nirxandin kir.

Ji bo pêvajoyê siyaseta demokratîk

Ahmet Tamîr diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" pêwistî bi siyaseta demokratîk heye û wiha got:"Kurdistaneke bêhempa heye. Ev welat bi têkoşîna azadiyê li dijî îdeolojiyên herî kêm 33 qaşo şaristanî û dagirkeran gihîştiye vê sedsalê. Îdeolojiyên ku xweşguzariya civakê nadin pêşiyê, di nava lîstikên komployê de ne. Ev jî lîstika wan a hebûnê ye. Pêvajo reşbîniyê red dike. Ji bo hêvî zindî bimînin, ji bo pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' pêş ve biçe, pratîk û têkoşînek siyasî hewce ye. Mînak, îfadeya xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a di raporê de, delîla vê berxwedanê ye. Pirsgirêka Kurd di navenda sê şerên cîhanî yên berdewam de ye. Ev tê wateya destnîşankirina statuya gelekî. Siyaseta demokratîk dê di vê serdemê de pêşengiyê bike. Ji ber ku nakokî afirînerê pirsgirêkan e, lê siyaset îradeya ku wan çareser dike ye. Konjonktura heyî ber bi qonaxa duyemîn ve diçe."

Peyamên 8'ê Adarê û Newrozê

Ahmet Tamîr têkildarî peyamên di 8'ê Adarê û Newroza sala 2026'an de hatin dayin jî wiha got:"Eger jin jiyan be, wê demê ji bo ku jiyan azad be, ew qêriyan da ku şerê qirêj ê li dijî jiyana jinan tê meşandin bi dawî bibe ! Ew di 8'ê Adarê û Newroza sala 2026'an de jî qêriyan û gotin naskirina statuya Birêz Ocalan statuya wan bi xwe ye. Jin li qadan qêriyan û gotin azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, rizgarbûna wan a ji hişmendiya baviksalarî ye. Jinan li qadên 8'ê Adarê ev peyam jî dan. Wan gotin Roja Jinên Cîhanê ne tenê rojek di salê de ye, lê têkoşîn dê berdewam bike heta ku ew jiyanek azad bijîn. Jinan li qadên Newrozê jî peyama azadî û yekîtiya demokratîk dan. Wan gotin Newroz ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye di heman demê de roja berxwedanê ye."

Mîsogeriya zagonî pêwîst e

Ahmet Tamîr têkildarî Rapora Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî ev tişt got:"Dema em li pratîkên li holê dinêrin em dikarin bibêjin ev pratîk ne li gor rihê derbasbûna qonaxa duyem a pêvajoyê ye. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş biçe, zagon, statu, mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêwîst e. Rapora Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ne raporek e ku dê pirsgirêkên bi salan çareser bike, lê ji bo çareseriyê 'vekirina derîyekî ye'. Pêvajoya ku derbasî qonaxa duyemîn bûye bi tevahî siyaseta erzan qebûl nake ! Bi fermî, rapora dewletê behsa xwişk û biratiya Kurd û Tirkan dike. Divê ev tenê bi gotinê nemîne. Partiyên siyasî, saziyên demokratîk û dînamîkên civakê divê berpirsiyariya xwe ya li hemberî pêvajoyê bi cih bînin. Her wiha mîsogeriya zagonî pêwîst e. Yên ku vê xizmetê bikin jî evîndarên civatek demokratîk in. Ev garantiya yasayî ji hêla hişmendî û zihniyeta demokratîk ve tê peydakirin. Divê ev qanûnek bê guman a parlementoyê be, yan na hêzên wekî din, dê rapora heyî veguherîne çol û betonê."

Yekîtiya neteweyî jêneger e

Ahmet Tamîr li ser mijara geşedanên li Rojava û Îranê jî bal bir ser pêwistiya yekîtiya Gelê Kurd û wiha pê de çû:"Emperyalîzm ji bo qeyran û kaosa xwe li ser pergalekê bide rûniştandin, li herêmên mêtingeh digere. Emperyalîzm li Rojhilata Navîn bi têgehên modern ên mîna dîzaynkirinê, demokrasî û azadiyê, dixwaze dagirkeriya xwe veşêre. Di dilê şerên Rojhilata Navîn de Kurdistan heye. Di dilê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de dîsa Kurdistan heye. Çawa ku di şerê Îran-Iraqê de jenosîda Enfalê wekî çarenûsa Kurdan hate hesibandin, îro senaryoya li pişt perdeya şerê di navbera Îran, DYA û Îsraîlê de tê xwestin kurd bê statu bên hiştin. Bê guman, senaryoyên wiha bandorê dikin. Ger serhildanên yekîtiya neteweyî yên wekî li Rojava çênebin, dewlet dê di pêvajoyê de astengiyekê çêbike. Loma yekîtiya neteweyî di vê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd bi qasî prensîbên baweriyê jêneger û girîng e. Wekî din, gelê Kurd dê sedsalek din li herêmê bêmal bimîne. Ji bo pêşîgirtina li xiyaneta navxweyî, divê Kurd ji bo Kurdistanek yekgirtî bên gel hev."

Rojbûna azadiyê pîroz be

Ahmet Tamîr têkildarî 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt got:"Piştî rojbûnên pîroz ên Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan, civaka Kurd ber bi veguherînek siyasî ve pêş ket. Vê pêşveçûnê civakîbûn di civakîbûnek siyasî de temsîl kir. Kurd dê rojbûna herî nêzîkî azadiya xwe pîroz bike. Rojbûna gelê ku dê bi azadiya xwe re bê gel hev, pîroz be."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.