
- Bi gotina Botiyan, feqeyê nezan, seydayê zana kêm dibîne. Ya herî xembar jî, ew kesên lewçe di nav civakê de ji kesên ew bi daneyên wan diaxivin û li ser keda wan zîtika diavêje pirtir tên naskirin û mixabin heskirin jî.
WAR BOTAN
Ji ber kûrahiya bingehên xwe ji kevnariya dîrokê digire, çanda kurdan gelek resen û li gorî rastiya jiyanê hatiye raçandin. Helbet ji ber rêkûpek û berdewam avanebûna dewlet an jî sazîbûnên din piraniya van pîvanan nebûne zagon û nehatine nivîsîn. Nenivîsîna van pîvanan bi aliyên xwe yên neyînî re aliyên xwe yên erênî jî hene. Ev pîvan li gorî hewcedariya civaka kurd demê re hartine rakirin an jî hatine guherandin. Vê yekê weke sazbûnên dewlet hwd pêşî li nûjenbûnê negirtine û ji nûjenbûne re tu astengî der nexistîne. Heya kêrî domandina jiyanê tên pîroz in û dema ji hewcedarî an jî serarastkirina jiyanê re nebin bersiv pîroziya wan radibe û an tên guhertin an jî avêtin. Ev pêkhatina xwezayî beyî nivîsandin an jî zagonbûnê li nava civaka kurd de bûne pîvan û bi van pîvanan jiyan hatiye meşandin û tê meşandin. Navê van pîvanên jiyana xwezayî, rastker û xweşker kirine ''hed û sed''.
Helbet her tim ji ber van pîvanan nerazîbûn jî derketine. Nerazîbûnên di cih de û baştir, bûne sedem pîvanên heyîn bên rakirin an jî nûjenkirin. Lê nerazîbûnên ne di cih de, tenê berjewendiyên kes an jî komên nerazî diparêzin weke tewan hatîne dîtin û gelek caran bûne sedema cirmkirinan. Hed û sedan di nava xwe de ne parastina kesekê an jî komekê, parastina civakê esas girtîne. Di naveroka xwe de têkilî, bazirganî, rabûn û rûniştin, rêzdarî, heskirin, hema bêje hemû hewcedariyên jiyanî dihewîne.
Hed û sedên civakê tên derbaskirin
Serdema em tê de ji ber bandora golobalîzm an jî bi rêbazên têkiliyên teknolojîk biçûkbûna cîhanê, gelek mihilandin di van hed û sedan de pêk tê. Helbet hemû helandin ne neyînî ne. Bi têgihaştina rêbaz û fêmkirina tiştên cuda hewcedarî û xwestekên civakê jî tên guhertin. Ev aliyeke erênî ye. Aliyê din de jî gelek tiştên ne li gorî jiyanê an jî civak jê re ne amade derdikeve pêş û ev jî di be sedema gengeşiyan. Bi vê yekê jî hed û sedên civakê tên derbaskirin. Ezezîtî pêş dikeve, di bin navê azadiya ramanê an jî azadiya takekesî de.
Xwe di eynikê de weke dêwên heftserî dibînin
Kesen xwezan û hed û sedên civakê dizanin, dema bixwazin tiştekê bidin guherîn an jî nerazîbûnekê bimin ziman, bi rêbazên danfêmker û neşkênîner van tiştan tînin ziman û ev sekin ji aliyê civakê ve tên pejirandin û gelek caran dibin sedemê guhertina hed û sedan jî. Lê kesên nezan û ji hed û sedên civakê ne haydar, bi şewazên ''ez her tiştî dizanim û min her tişt afirandiye'' dikevin nava hewildanan de. Destxistiyên civakê yên weke dîrok û keda kolaktîf hatîn afirandin, weke wan afirandî didin nîşandan. Bi vê rêbazê bi sedhezaran şopîner çêdikin(taybetî nivşên nû) û bi derfetên medya civakî dibin fenomen û ev bûyîn jî dibe sedema xwe di eynikan de weke dêwên heftserî bibînin. Ev kesayetên, netitiştên hertişt, bê tixûb û bê hed û sed in.
Feqeyê nezan seydayê zana kêm dibîne!
Ev kesayetên netutiştên hertişt, ên tenê ziman û jiberkirina wan xurt, bi daneyên kesên bedeldayî û kesên bi xetereyên mezin berhem afirandî dipeyivin û xwe pir mezin dibînin. Tiştên bûne malê civakê weke wan afirandî an jî mal û milkê xwe kar tînin. Tenê du aliyên wan xurt in, ew jî jiberkirina weke feqetî û lewçetiya weke qeşmertî. Mixabin bi van herdu derfetan li nava medya civakî piştevaniyeke zêde distînin û har dibin. Ewqas cirretkarin kû kesên ew ji berhemên wan û keda wan sûdê digirin, biçûk û nezan dibînin. Bi gotina Botiyan, feqeyê nezan, seydayê zana kêm dibîne. Ya herî xembar jî, ew kesên lewçe di nav civakê de ji kesên ew bi daneyên wan diaxivin û li ser keda wan zîtika diavêje pirtir tên naskirin û mixabin heskirin jî. Dîsa yên lêkolîn kirîn û daneyên zanistî nivîsîn qasî yên van daneyan li ser medya civakî dikin amûrê dewlemendbûnê rêzdariyê nabînin. Gelek ji wan kesên bi bedelên giran ew berhem derxistîne holê, qasî kesên bi lewçetiya xwe wan daneyan parve dikin berjewendiyên aborî jî dest naxin û qasî wan ne dewlemend in jî.
Em xwe parêzvanên hed û sed ên civakê bibînin
Bergiriya vê nêzîkatiyê pêşî li popûlîstiya navmalî girtin e. Ev parastin bi qedexekirina medya civakî an jî zarok yekcar jêparastinê nabe. Me bivê û nevê êdî ev platforûmên wiha rastiyeke jiyanê ne. Destpêkê em xwe û zarokên xwe bi hişmendiyeke ne dûrî rastiyên jiyanê mezin bikin. Paşê li ser wan platforman ecibandin û parvekirinên wan kes û komên eletewş nekin û em bi xwe ji bo meydan nemîne ji wan re, weşan û parvekirinên tiştên xweş û ne ji rastiyên jiyanê dûr bikin. Her wisa em ji bîr nekin, bîra me komkirina bîra civakê û zanayên pêşeng in. Lewra dema em tiştekê parve bikin ji bo bawerbûnê em çavkaniyên xwe nîşan bidin û rêzê li ber civak û kesayetên afrîner bigirin. Bi vî awayî em her kesê/a kurd xwe berpirsyarê civakê û parêzvanê hed û sed ên sincî yên civakê bibînin.







